Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bi hezaran kes diherike kongreya HDP’ê ya Stenbolê

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma ‘Dem dema HDP’ê ye’ 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Ji heft salî heta heftê saliyan bi hezaran kes diherike eywana kongreyê

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê bi dirûşma ‘Dem dema HDP’ê ye’ 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Kongre li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli ya li navçeya Kuçukçekmeceyê tê lidarxistin. Ji heft saliyan heta heftê saliyan bi hezaran kes diherike eywana kongreyê.

Li eywana kongreyê pankartên ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin’, ‘Jin di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in’, ‘Ne ji bo rejîma qeyûm ji bo îradeya gel li Stenbolê dema HDP’ê ye’ û ‘Ji bo azadî û wekehviya jinan li Stenbolê dema HDP’ê ye’ hatin daliqandin. Her wiha salon bi reng û alên HDP’ê hatiye xemilandin.

Girseyek ku ket eywanê ji bîranîna Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, dirûşman berz dikin.

Ciwanên ku ketin eywana kongreyê li ber stranan govendê digerînin û dirûşma ‘Garîbe Gezer nemir e’ berz kirin.

Kongre wê bi hilbijartina dîwanê dest pê bike. Pişt re wê hevserokên HDP’a Stenbolê yên niha axaftina destpêkê bikin. Dû re wê sînevziyonek xebatên HDP’ê Stenbolê vedibêje were nîşandan.

Di kongreyê de dê Koma Ma Muzîkê û Bajar konserê bidin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî dê di kongreyê de axaftinê bike. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar