Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi hezaran kes herikîn ser goristanan

Li çar parçeyên Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê bi hezaran kes herikîn ser goristanan û cangoriyên xwe bi bîr anîn

Bi hezaran kes di roja destpêkê ya cejnê de çûn serdana goristanan. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê çûn serdana goristanan. Li Amedê malbatan berê xwe dan goristanên Yenîkoy, Asrî, Deriyê Mêrdînê, goristanên Çemê Elîka û Sisê yên navçeya Licê û Pirêjman ê navçeya Pîranê.

Malbata Zulkuf Gezen ku di dema berxwedana greva birçîbûnê de çalakiya canfedayî kir serdana Goristana Yenîkoyê kir. Havva Gezen got, “Êdî bila ciwanên me nemirin” û diyar kir, “Bila dayik negirîn. Rondik di çavên dayikan de neman.” Bavê Gezen Şehmûz Gezen jî cejn li malbatên cangoriyan û dîlgirtiyan pîroz kir û peyama Ocalan bi bîr xist. Gezen bang li dewletê kir ku gavê biavêje û got, “Eger dewlet gavê biavêje wê pirsgirêk çareser bibe.”

Li goristanan ku bi hezaran kesî serdana wan kir, gorên ‘bêkesan’ ên cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê jî nehatin jibîrkirin.

Li aliyekî bi hezaran malbat gorên xizmên xwe ziyared dikin, li aliyê din gelek gorên ku hêj nasnameya wan diyar nebûne û li gorîstana bêkesan defin kirine jî hene. Bi taybetî piştî şerê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de hat îlankirin û şûnde bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan hêj nasnameya wan diyar nebûye.

Gelê Rojava şehîdên xwe ji bîr nekirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Cejna Qurbanê gel çû ser goristanan. Dema serdana goristanan axaftin hatin kirin, hate gotin şehîd rûmeta gel in û ew ê li têkoşîna wan xwedî derkevin. Her wiha hate gotin di serî de li dijî dagirkeriya tirk li dijî hemû dagirkeran divê danûstandina di navbeyna gelan de ji berê bêhtir were geşkirin.

Li Mexmûrê Cejna Qurbanê

Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bi wesîleya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de çûn serdana goristanê.Piştre jî li Saziya Malbatên Şehîdan cejna hev pîroz kirin.

Bernameya li Saziya Malbatên Şehîdanji bo bîranîna tevahî şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclisa Gel a Wargehê Hisên Karaaxaftinek kir û wiha got: “Em beriya her tiştî cejna qurbanê li Rêber Apo, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan, dayîkên şehîdan û tevahî gelê kurd û bi giştî cejna gelê wargehê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya azadiya hemû girtiyên di girtîgehên Bakur û Tirkiyê de. Hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya serkeftina tevahî gelên mazlum. Ji bo ku em li ser xakek azad jiyan bikin, em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya azadî û aşitiya tevahî gelên Rojhilata Navîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar