Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan: Efrîn sedema hebûna me ye

Li Kobanê, Qamişlo, Girê Spî, Tebqa û gelek deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê, bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan daketin qadan. Di çalakiyan de dagirkeriya dewleta tirk hat şermezarkirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin. Çalakvanan got ku heta Efrîn tê rizgarkirin bi tu awayî aştiyê qebûl nakin û rizgarkirina Efrînê ji bo wan sedema hebûnê ye

Li gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi boneya yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê ji hêla hêzên artêşa tirk û çeteyên wê ve, çalakî hatin lidarxistin. Ji Qamişlo heta Kobanê, Minbic û Tebqayê li gelek bajaran welatî daketin qadan û dagirkeriya dewleta tirk şermezar kirin.

Bi vê boneyê bi sedan welatiyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê yên Qamişloyê daketin qadan. Welatiyên Çilaxayê jî meşek li dar xist. Di meşê de pankart û wêneyên ku Berxwedana Serdemê vedibêjin hatin vekirin. Piştre jî meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hat gotin ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrînê demografyaya herêmê diguherînin. Axaftvanan diyar kir ku dê Efrîn bi berxwedana gelê herêmê bê rizgarkirin.

‘Dengê zarokên Efrînê bibihîzin’

Li Girkê Legê jî welatiyên ku meş lidarxistin, li navenda navçeyê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif axivî û da zanîn ku Berxwedana Serdemê didome û dê Efrînê bê rizgarkirin. Di mîtînga li Dêrikê de jî bi sedan kes amade bûn. Di mîtîngê de pankartên weke ‘Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin’,’Meşa gelan ji bo dagirkeriya dewleta tirk e’ û ‘Dengê qêrîna zarokên Efrînê bibihîzin’ vekirin. Axaftvanan di çalakiyê de dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û şehîdên Efrînê jî bi bîr anîn. Axaftvanan diyar kir ku weke gelên Sûriyeyê bi tu awayî dagirkeriya dewleta tirk naxwazin. Di meşê de ji bo Efrînê dirûşm hatin berzkirin.

Bi hezaran kes li Kobanê meşiyan

Bi hezaran welatiyên Kobanê jî bi heman boneyê meşekê girseyî li dar xist. Di meşê de welatiyan wêneyên girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, Leyla Guven, Ocalan û yên şehîdên Efrînê hildan. Bi hezaran welatiyan bi yek dengî dirûşmên berxwedanê berz kirin. Kobaniyan diyar kir ku dê bi ruhê Zulkuf Gezen têkoşîna xwe bilindtir bikin. Beşdaran dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê şermezar kir û berxwedana gelê Efrînê jî silav kir.

Rizgarkirina Efrînê pêwîstiyek e

Yek ji navendên ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê çalakî lê hatiye lidarxistin jî Tebqa bû. Bi hezaran tebqayî ji Stada Xaz a Tebqayê dest bi meşê kir û ber bi Qada Mirabê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên zarokên di komkujiyên dewleta tirk de hatine qetilkirin hatin hildan. Çalakvanan pankarta ‘Bi ruhê berxwedana Avesta û Barînan em ê bi ser bikevin’ vekirin. Beşdaran Berxwedana Serdemê silav kir û dewleta tirk şermezar kir. Li qadê meş veguherî mîtîngê û daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de dewleta tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin. Her wiha hat gotin ku rizgarkirina Efrînê pêwîstiyeke hebûnê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta ku Efrînê tê rizgarkirin ew ê piştgiriyê bidin hemû hêzên leşkerî.

Bang li rêxistinên navneteweyî kirin

Bi sedan şêniyên kurd, ereb û suryan jî li Girê Spî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê şermezar kir. Çalakvanan da zanîn ku divê civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û rejîma Sûriyeyê helwestên xwe yên der barê dagirkeriya dewleta tirk de zelal bikin. Welatiyan daxuyand ku ji destpêka şoreşê ve dagirkeriyê red dikin û azadiyê dixwazin.

‘Bêdengî şerma mirovahiyê ye’

Şêniyên Minbicê û endam û rêveberên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê jî têkildarî dagirkirina Efrînê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de li ser navê rêveberiya sivîl endamê Meclisa Zagonsaz Adil Mihemed axivî. Mihemed anî ziman ku tevî ku gelê Efrînê ji bo derdora xwe tu caran xetere nebû lê dîsa jî rastî êrîşên herî hovane hat. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm Ebû Omer jî di çalakiyê de axivî û bi lêv kir ku heta ku Efrînê rizgar dikin dê qala aştiyê nekin. Omer bang li qada navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û kiryarên dewleta tirk weke sûcê li dijî mirovahiyê pênase bikin. Axaftvanên din jî destnîşan kirin ku bêdengiya civaka navdewletî ya li dijî Efrînê şerma mirovahiyê ye.

‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’

Bi boneya yekemîn salvegera dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê, Yekitiya Rewşenbîrên Rojava li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakî pêk anî. Endam û rêveberên yekitiyê û û xwendekar tev li çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de xwendekaran çîqilên zeytûnan û wêneyên zarokên Efrînê yên ku bi balafirên dewleta tirk hatine qetilkirin hildan. Çalakvanan pankartên bi nivîsên ‘Efrîn nasnameya xwînê û ezmûna jiyanê ye’, ‘Na ji dagirkeriya Efrînê re’, ‘Na ji bêdengiya navneteweyî ya der barê sûcên Tirkiyeyê yên li Efrînê re’, ‘Zarokên Efrînê rizgar bikin’ û ‘Ji Efrînê xwîn dirije û cîhan jî bêdeng e’ vekirin.

Çalakvanan bêdengiya cîhanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar