Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê, li Til Birak, Til Hemîs, Tebqa, Reqa û Dêrazorê bi hezaran kes meşiyan. Welatiyan xwest ku dagirkeriya dewleta tirk bi dawî bibe û piştgirî dan Berxwedana Rûmetê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyên dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê, li Til Hemîs, Til Birak, Tebqa, Reqa û Dêrazorê meşên girseyî hatin lidarxistin û li Minbicê jî konê çalakiyê hate vedan.

TIL BIRAK

Di vê çarçoveyê de bi sedan welatiyên Til Birakê kom bûn û meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeyê dest pê kir. Di meşê de welatiyan alên HSD’ê, Kongreya Star û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Di çalakiyê de welatiyan dirûşmên ‘Girê Spî azad e’ , ‘Erdogan derkeve’ , ‘Yek e yek e yek e gelê Sûriyeyê yek e’ û ‘Na ji Erdogan re’ berz kirin.

Meş li ber Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê girseyê hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Sara Behlewî axivî û êrîşên dewlet tirk û çeteyên wê şermezar kir.

TIL HEMÎS

Bi heman boneyê bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê meşek li dar xist. Meş li ber Meclisa Til Hemîsê dest pê kir. Di meşê de welatiya bi dirûşman hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Meş heta Çerxerêya Şehîdan domiya. Di çalakiyê de pankartên ‘Na ji Erdoganê terorîst re’ , ‘Na ji artêşa tirk û çeteyên wê re’ , ‘Na ji qirkirin û dagirkeriyê re’, ‘Em hebûna artêşa tirk li ser bihosteke xaka xwe napejirînin’ vekirin. Di axaftinên mîtîngê de êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin. Di heman demê de banga yekitiyê li hemû pêkhateyan hate kirin.

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Mihbic û Gundewarê wê jî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re, konê çalakiyê vedan. Endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê û şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de berxwedana şervanên HSD’ê hate silavkirin. Axaftvanan êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Piştî axaftinan jî sînevîzyon û belgefîlma der barê hovîtiyên dewleta tirk û çeteyên wê de hatin pêşandan.  Konê çalakiya konvedanê bi çalakiyên cihereng dê çend rojan bidome.

TEBQA

Di heman demê de bi hezaran welatiyên Tebqa, El Mansûra û El Cirniyeyê bi meşekê girseyî êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin. Çalakî ji ber stada El Gazê dest pê kir û heta Çarxerêya Dêr a li navenda navçeyê domiya. Di çalakiyê de welatiyan bi dirûşman dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin.

Meş li be Çarxerêya Dêr veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de banga derxistina Tirkiyeyê ji NATO’yê hate kirin. Axaftvanan got ku dewleta tirk sûcên şer dike û dixwaze demografyaya herêmê biguherîne. Axaftvanan bang li qada navneteweyî kirin ku ji bo Serêkaniyê korîdorekê vekin da ku birîndar û şehîdên di bin enqazan de derxînin.

REQA

Her wiha bi hezaran şêniyên Reqa û gundewarên wê jî bi heman boneyê meşek li dar xist. Meş ji Çarxerêya Agirkujiyê dest pê kir û heta Çarxerêya Delê dom kir. Di meşê de welatiyan pankartên bi nivîsên ‘Na ji dagirkeriya tirk re, erê ji biratiya gelan re’, ‘Şêniyên Reqayê bi yekdengî, Îran, Tirkiye û Rûsyayê destûra Astana nûnertiya me nake’, ‘Rûmetdarên cîhanê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komkujiyan re derbas dibin’ û alên YPG, YPJ, HSD û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê vekirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemednûr Dêb û gerînendeyê Saziya Kar û Barên Olî Elî Nayif Şueyêb axivîn û xwestin ku dagirkeriya dewleta tirk di zûtirin dem de bi dawî bibe. Axaftvanan bang li dadgeha navdewletî kir ku ên sûcên şer li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin lêpirsîn bikin û bidarizînin. Axaftvanan got ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bi hev re ji Kobanê heta Dêrazor, Reqa û Tebqayê teror têk bir, dê dîsa bi hev re dagirkeriya Osmanî jî têk bibin.

DÊRAZOR

Şêniyên gundewarên rojhilat û rojavayê Dêrazorê jî li pêş Meclisa Qanûnsaz a Cezrat a girêdayî gundewarên rojava kom bûn û li ser rêya sereke ya bajarokê Cezratê meşiyan. Şêniyan dirûşmên ‘Na ji dagirkeriya tirk re’ û ‘Bi ruh û bi xwînê, bi te re ne Serêkaniyê’ berz kirin û pankartên ‘Serêkaniyê bangî mirovahiyê dike’ ,’Sivîl li hemberî bêdengiya navdewletî û çapemeniyê tên kuştin’ , ‘Bila mirovahî li hemberî vê hovîtiyê ku mirovahiyê dikuje, şerm bike’ vekirin.

Di meşê de daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: “Em piştgiriyê didin gelê Serêkaniyê. Îro bi sekneke xurt û serbilind li dijî binpêkirinên dijminatiya Tirkiyeyê û bikaranîna wê ya çekên qedexekirî, disekinin. Em şêniyên Dêrazorê, dê xak û gelê xwe li dijî dijminê faşîst bi rêya hevgirtin û yekdestiyê, biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar