Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi hezaran kes li dijî êrîşên dewleta tirk daketin qadan

Bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê û şêniyên kantona Kobanê yê herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker daketin qadan

Navenda Nûçeyan |

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û yên li dijî xiyanetê hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin. Em serî li ber berdêlên şehîdan ditewînin. Em gelê Kobanê xwediyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne û yekemîn xaka ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava li ser meşiyaye ev der e. Bi hezaran şehîdên me hene. Em derfetê nadin dagirkeran û ew ê nikaribin îradeya me ya xurt bişikînin.”

Ayşe Efendî diyar kir cihê xayînan li ser xaka Kobanê tune ye û ne ji mafê tu kesî ye ku xiyanetê bi xwîna şehîdan bike û got ku divê her kes cihê xwe di nava hêzên parastina civakî  û Erka Xweparastinê de bigire û xaka xwe biparêze.

Ayşe Efendî bal kişand ser xayînên ku dixwazin parçebûnê di nava gelê herêmê de çêkin û ev tişt anî ziman: “Kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike divê bizane ku çarenûsa wan tunekirin e. Em xwe naspêrin dewletên ku hevkariya dewleta tirk dikin da ku komkujiyan li ser gelê me pêk bîne. Heta em serkefinê misoger bikin, em ê li qadan bin.”

Herêma Cizîrê

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, bi hezaran şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê (Tirbespiyê, Dêrik, Amûdê, Til Temir) yên herêma Cizîrê daketin qadan.

Amûdê

Li Amûdê bi dehan şêniyên navçeyê û gundên girêdayî wê li Qada Jin kom bûn û li dijî dagirkeriya tirk slogan berz kirin û bang li civata navneteweyî kir ku qedexeya firîna balafirên dewleta tirk li herêmê ferz bike.

Meş li qada Şehîd Cîhad rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star a navçeya Amûdê Newroz Elî axivî.

Cîhad piştrast kir ku pêkhateyên navçeya Amûdê dê li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û li rex şervanên HSD’ê bin û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û qedexeya firîna balafirên dewleta tirk li herêmê ferz bikin.

Dêrik

Di heman çarçoveyê de, bi dehan şêniyên navçeya Dêrikê bi durişmeyên ‘Na ji êrîşên dagirkeriya tirk re li herêmê’, ‘Divê binpêkirinên dewleta tirk ên li dijî sivîlan bi dawî bibe’ û ‘Bimire Erdogan’ berz kirin.

Xwepêşandêr li Meydana Şehîdan rawestiyan. Piştre yek ji rêveberên PYD’ê Hesen Hemze axivî û wiha got: “Dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk komplo û planan dike.”

Hesen Hemze piştrast kir ku li hemberî hemû plan û êrîşan dê berxwedana xwe bidomînin.

Tirbespiyê

Li navçeya Tirbespiyê bi dehan şêniyên navçeyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşandêr ji pêşiya avahiya meclisa perwerdehiyê ya li aliyê rojhilat ve meşiyan û pankartên rawestandina êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê rakirin.

Xwepêşandan li ber konê sersaxiyê yê her du şehîdan Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osî rawestiya û beşdarî merasîma her du şehîdan bûn.

Til Temir

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, bi sedan şêniyên navçeyê bi heman armancî daketin kolanan û bang li hêzên navnetewyî kirin ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê firîna balafiran qedexe bike.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navenda navçeyê dest pê kir.  Xwepêşandêran wêneyên zarokên ku di encama êrîşên dewleta tirk li dijî herêmê de jiyana xwe ji dest da, alên hin partî, rêxistinên siyasî û sivîl hildan.

Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê beriz kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li herêmê pêk bîne.

Meş li dawiya kolana Filistinê veguhirî mitîngê. Bi navê rêvberiya Til Temir Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û diyar kir ku ji beriya deh salan û heta niha êrîş li dijî şêniyên Til Temirê berdewam in.

Şêxmûs bal kişand ser binpêkirinên dewleta tirk ji agirbestê re û diyar kir ku piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, hin peyman û hêzên garantor hebûn da ku agirbestê pêk bînin lê belê dewleta tirk ji roja yekem de bi van peymanan ne pabend e û êrîşên xwe li dijî gundan berdewam dike.

Şêxmûs bang li hêzên çalak li Sûriye û Koalisyona Navneteweyî kir ku êrîşên dagirkeriyê yên asîmanî li dijî herêmê rawestîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar