Bi hezaran welatiyên ji pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen û hwd. ên Serêkaniyê û Hesekê ji bo şermezarkirina gef û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta tirk ber bi sînorê di navbera Rojava û Bakur de meşiyan
Ji bo şermezarkirina gefên di serî de serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyan ên Serêkaniyê û Hesekê ber bi sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê ve meşiyan.
Di meşê de çalakvanan bertek nîşanî gefên dewleta tirk dan û bi dirûşman yekitiya gelan berz kirin. Tê payîn ku dema welatî gihiştin ser sînor dê daxuyaniyê bidin.
Her wiha gefên dewleta tirk dê li bajarên din ên bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bi daxuyanî û meşên girseyî bên şermezarkirin. SERÊKANIYÊ