Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Bi hezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dimeşin

Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Zapê” dest bi “Meşa Mirovahiyê” kirin. Girse, li dijî êrîşa leşkeran kolan bi kolan li ber xwe dide.

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşmeya “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrîşan jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Zapê” dest bi meşê kirin.

Dirûşmeya Bijî Serok APO

Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrÎşî girseya ku berê gihiştî Tilqebînê kir. Tevî êrîşê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik û tililiyan tên berzkirin û girse dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, “PKK gel e û gel li vir e” û “Bijî berxwedana gerîla” berz dikin.

Demek şûn de girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Ji ber vê sedemê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.

Girseyê demeke dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrîşên leşkeran ên li dijî çalakvanan didomin û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dide.

Fîşekên plastîk li parlamenter reşandin

Bi hezaran kesan rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekê êrîşa leşkeran berdewam dike û li hêla din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû.

Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didin, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin.

Li her kolanê berxwedan heye

Her ku êrîşa leşkeran zêde dibe, berxwedan jî mezintir dibe. Bi hezaran kesan li tevahiya kolanan bi çopdankan barîkat çêkirin. Her wiha li dijî êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid jî çalakvanan bi keviran bersivê didin.

Di vê navberê de leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê demeke dirêj gule li hewa reşandin. Hat ragihandin ku di êrîşê de kesên hatine binçavkirin hene.

Her wiha leşkeran êrîşî daweteke li bajarokê jî kir û bombeyên gazê avêtin. Dawetî ji êrîşa bi bombeyên gazê aciz bûn û tevî çalakvanan bertek nîşanî leşkeran dan.

Berxwedana li bajarokê Tilqebînê, li herdu aliyên Rêya Armûşê jî pêl bi pêl mezintir dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar