Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bi hezaran kesan li ser sînor bang li PDK’ê kir: Ma hûn ji xinayetê şerm nakin?

Dayikên Aştiyê li dijî êrişên AKP-MHP-PDK’ê li Silopiyayê ber bi sînor ve meşiyan û ev bang li malbata Barzanî kirin: “Bi tank û topan êrişî zarokên me dikin. Mesûd Barzanî, dev ji xiyanetê berde. Ma tu ji xiyanetê şerm nakî?”

Bi hezaran kes li Silopiyayê bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê li dijî êrişên AKP-MHP-PDK’ê li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin cem hev û ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve meşiyan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, Remziye Tosun, Ayşe Surucu, Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê û bi hezaran welatî beşdarî meşê bûn.

Tevî astengiyên leşkeran jî girse bi pankarta “Li hemberî îxanet û dagirkeriyê em ê xaka xwe ya pîroz biparêzin, bijî berxwedana rûmetê” dest bi meşê kirin û bi dirûşmên “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana Zapê” bertek nîşanî hevkariya AKP-MHP-PDK’ê dan.

Piştî meşa girseyî jî daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Ozek da zanîn ku ji ber êrişên li derveyî sînor hatine ba hev û wiha got: “Baş e Mesûd Barzanî ji kurdan çi dixwaze? Dê heta kengî piştgiriyê bide zaliman? Dê ev xiyaneta wan heta kengî berdewam bike? Em yekitiyê dixwazin lê ew şer li me ferz dikin. Bi tank û topan êrişî zarokên me dikin. Ma zarokên me çima çûn çiyê? Mesûd Barzanî, dev ji vê xiyanetê berde. Dev ji vê zilm û xiyanetê berde. Bi gelê xwe re be. Edî bes e.”

‘Em li dijî şerê sedsalan li vê derê ne’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî bertek nîşanî êrişên AKP-MHP-PDK’ê dan û wiha got: “Ev bi rojane şerekê bêeman tê kirin. Em li dijî şerê di 14’ê nîsanê de hatiye destpêkirin ku bingeha xwe ji şerê sed salan digire hatine vê derê. Divê bê zanîn ku em ê her tim li dijî vî şerî bi hev re têbikoşin. AKP-MHP’ê polîtîkaya xwe ya dijminatiyê ya li dijî kurdan kûrtir kir. Bi polîtîkaya tecrîd û qeyûman, bi ya komkujiyên jinan, operasyonên siyasî û şerê li her çar parçeyên Kurdistanê  re dixwazin xwe li ser pêyan bigirin. Di 14’ê nîsanê de şerekî nû hate destpêkirin û hemû cureyên çekên kîmyewî tên bikaranîn. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji bo pêkanîna xeyalên Osmanî ev şer da destpêkirin. Dibe ku li ser dijminatiya kurdan bê kirin lê ev şer li dijî demokrasiya Tirkiyeyê ye. Gelê kurd heta dawiyê dê li dijî vê şerî têbikoşe.”

Bi domdarî Aydenîz bal kişand ser êrişên li ser Şengalê û sekna PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Iraq, PDK, Tirkiye û DYA li Şengalê bi hev re êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Her ku em dibêjin bila di navbera kurdan de yekitî pêş bikeve, PDK bi helwesta tunekirina kurdan tevdigere. Ev sekn, ne seknekî kurdistanî û ya têkoşîna ji bo yekitiyê ye. Dê gelê kurd bêyî PDK’ê yekitiya xwe ava bike. Divê gelê Başûr xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Ev şer, li dijî statûya başûrê Kurdistanê tê kirin. Em van êrişan şermezar dikin.”

‘Kurdistan tê dagirkirin’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî got ku ew îro li ser navê bakurê Kurdistanê diaxivin û berdewam kir: “Divê gelê me yê Başûr jî dengê me bibihîze. Kurdistan bi destê hêzên serdest bû çar parçe lê Kurdistan yek parçe ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê Kurdistanê dagir dikin. Di demên berê de jî ev yek kirin. Niha jî bi alîkariya PDK’ê anku bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê vê dagirkeriyê dikin. Ev yek xelet e û em qebûl nakin. PDK nûnertiya gelê kurd nake. Hûn li cem Tayyîp Erdogan mîna karmendekî wî disekinin. Hûn weke karmendên AKP-MHP’ê tevdigerin. Hûn nikarin rûmeta gelê kurd naparêzin. Ji bo we ya herî girîng berjewendiyên we ne. Statûya başûrê Kurdistanê statûya malbata Barzanî nîne, statûya gelê kurd û Kurdistanê ye. Ev kes ji bo tunekirina kurdan sondxwarî ne. Me ev yek li Efrîn û Girê Spî dît. Ev ne operasyon lê dagirkerî ye.”

 ‘Erdogan nabe dostê we’

Ozturk, bang li PDK’ê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Hêj ta rê nêzik û dereng nebûyî, ji vê xeletiya xwe vegerin. Êdî nebin karmendên AKP’ê. Nexwe hûn ê di rûpelên reş ên dîrokê de cih bigirin. Xelkê Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dê bêdeng nemîne. Erdogan nabe dostê we. Yê ku li Bakur zilmê dike nabe dostê kurdên Başûr.”

Piştî axaftinan jî çalaki hat bidawîkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar