Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bi hezaran malbatên şehîdan li Şehbayê meşiyan

Bi boneya salvegera êrîş û dagirkirina li dijî Efrînê, bi hezaran malbatên şehîdan û welatî bi wêneyên şehîdan daketin kolanan û gotin ‘Bê Efrîn jiyan nabe.’ Di çalakiyê de hat gotin ku dê nehêlin xewnên dewleta tirk pêk bên û dê Efrînê rizga bikin

Bi hezaran endamên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê yên kurd, ereb û tirkmen, bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk ên di 20’ê çileya sala 2018’an ên li dijî kantona Efrînê meşek bi heybet li dar xist. Meş bi dirûşma ‘Efrîn an Efrîn’ hate lidarxistin û li hemberî dagirkeriya dewleta tirk hêrseke mezin hebû.

Bi hezaran endamên malbatên şehîdan, welatiyên ji hemû pêkhateyan, endamên saziyên sivîl, meclis, komun û Kongreya Star li gundê Til Qerah ê Şehbayê kom bûn. Di meşê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên zarok, jin û welatiyên di êrîşên dewleta tirk de hatine qetilkirin, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û şaxên zeytûnan hildan û pankartên ‘Erdogan kujerê zarokan e’ , ‘Em êrîşên dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê şermezar dikin’, ‘Em dev ji Efrînê bernadin’  , ‘Bê Efrîn jiyan nabe’  û ‘Ji Erdoganê kujer re na û bi îradeya jina azad em ê dijmin hilweşînin’ hatin vekirin.

Bang li malbatên şehîdan kirin

Di meşê de dirûşmên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê re na’ , ‘Em hebûna Tirkiyeyê ya li xaka Sûriyeyê qebûl nakin’, ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ û ‘Şehîd namirin’ hatin berzkirin.  Meş li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî. Hebeş bang li malbatên şehîdan kir û wiha got: “Ey xwediyên şeref û rûmetê; hûn bingeha hebûnê ne, bi saya xwîna zarên we û berxwedana wan a qehreman, em heya vê kêliyên li ber xwe didin. Careke din Tirkiyeyê bi rûxandina gorên şehîdên pak û paqij bêexlaqiya xwe derxist, lewazbûna xwe li beramberî şehîdên ku di gorê de ne aşkera kir.”

Gelê Şehbayê bi Efrînê re ye

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Fatima Cemo jî daxuyand ku hemû pêkhateyên bakur û rojilatê Sûriyeyê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yek in. Cemo got ku di dema rizgarkirina Şehbayê de gelê Efrînê bi wan re bû û ew jî amade ne ku li dijî dagirkeriyê li cem şêniyên Efrînê bin. Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Şêraz Hemo jî bi lêv kir ku hemû cîhan dizane ku Berxwedana Serdemê didome û dê xewnên dewleta tirk têk bibin.

Tirkiye demografyaya herêmê diguherîne

Her wiha endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Merwan Mihemed jî got ku dewleta tirk bi êrîşên xwe nirx û rêgezên biratiya gelan û neteweya demokratîk hedef girt û wiha bi dawî kir: “Me dît bê ka çawa cihên pîroz dirûxîne û dîroka herêmê îmha dike. Niha jî demografyaya herêmê diguherîne. Gelê me 58 rojan berxwedaneke bêhempa nîşan da. Divê ew roj neyên jibîrkirin û qada navneteweyî bi bîr bîne.”

Welatiyan jî soza şopandina rêya şehîdan da û da zanîn ku dê Efrînê azad bikin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar