Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Bi hezaran polîsên ku veguhestin Xelfetiyê bêbelge deng didin

Hikûmeta AKP’ê ji bajarên weke Mêrsîn, Edene, Antalya û Konyayê bi hezaran dengdêr bi wesayîtan veguhestin Xelfetî ya Rihayê. Polîsên ku hatine veguhestin bêbelge dengê xwe didin. Her wiha di sindoqên jimar 1049 û 1050’an de AKP’iyan dengên vekirî avêtin. Li ser mudaxaleya HDP’î û parêzeran jî dengdayîn hate rawestandin

Ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya polîsan veguhezandin Navçeya Xelfetiyê. Bêyî ku belgeya jimara 142’an a polîsan hebe deng bikar tînin. Li Gundê Hîlali yê navçeyê ji ber dengên vekirî hatin bikaranîn dengdayîn hat rawestandin.

Li Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê dengdayîn bi hîleyên hilbijartinê dest pê kir. Beriya hilbijartinê 3 hezar û 187 hilbijêr ji bo Xelfetiyê hatibûn veguhestin. Hilbijêrên ku hatine veguhestin jî dest bi dayîna dengan kir. Hat dîtin ku gelek polîsên çevîk ku ji Mêrsînê anîn Xelfetiyê di sindoqa jimar 1094’an a li Lîseya Anadoluyê dengên xwe bikar anîn. Di şertên asayî de divê polîs bi belgeya Jimar  142’yan a fermî dengên xwe bikar bînin. Lê hemû polîsan dengên xwe bêyî vê belgeyê avêtin.

Ji duh şev ve ji bajarên weke Mêrsîn, Edene, Antalya û Konyayê bi hezaran hilbijêr ber bi bajarên bakurê Kurdistanê ve hatin veguhestin. Gelemperiya van hilbijêran jî bi wesayîtên polîsan anîn bajarên Kurdistanê. Li navenda Xelfetiyê jî otobusên polîsan ên zirxî digerin. Qeyûm Şeref Albayrak li dibistanan digere û xwestiye ku wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan derxin derve.

Li gundê Hîlalî yê navçeya Xelfetiyê di sindoqên bi jimara 1049 û 1050’an de dengên vekirî hatin bikaranîn. Wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan mudaxeleyî rewşê kirin. Di navbera HDP’î, polîs û AKP’iyan de nîqaş derket. Nîqaş dirêj bû û parêzer ketin dewrê. Bi sedema dengên vekirî hatin bikaranîn, dengdayîn hate rawestandin. Parêzeran got ku divê dengên vekirî hatine bikaranîn bên betalkirin.

Nîqaşa li dibistanê ya di navbera HDP’î û AKP’iyan de didome. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar