Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê bi meşeke komkujiya dewlet tirk ku li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê pêk anî, şermezar kirin.
Meş ji Qada Jina Azad a li Kobanê dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd bi dawî bû.
Li Qada Şehîd Egîd endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û wiha got: “Dewleta tirk dijmantiya gelê herêmê dike. Duh êrîşî Kobanê kir, îro Qamişlo, sibe Hewlêr û hemû bajarên Kurdistanê bike hedef. Divê dewletên cîhanê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û rê li pêşiya sûcên domdar ên dewleta tirk ên li dijî gelê herêmê bigirin.”
Her wiha Arif Balî bang li gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê kir ku li pêşiya êrîşên domdar ên dewleta tirk bisekinin û bi hev re herêm, destkeftiyan biparêzin, xwe bi rêxistin bikin û xayînan ji herêmê derxin.
Di 9’ê Mijdarê de droneke dewleta tirk a dagirker li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê erebeyeke sivîl kir hedef. Di encamê de 3 endamên malbata Gulo şehîd bûn. KOBANÊ