Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bi hezaran şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li dijî êrîşan derketin

Bi hezaran şêniyên Reqa û Tebqayê bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û piştevaniya xwe bi HSD′ê re anîn ziman. Şêniyên Dêrazorê jî bi daxuyaniyekê desteka xwe ji Rêveberiya Xweser re anîn ziman.

Dewleta tirk a dagirker duh bi balafirên şer êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de gelek welatî şehîd bûn.

Tebqa

Bi sedan şêniyên Tebqayê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, nivîsgeh, komîteyên jin û ciwanan, Yekitiya Jinên Ciwan, şêx û rûsiyên Tebqayê li taxa Sanî ya bajêr kom bûn û xwepêşandan kir.

Xwepêşandêran berê xwe da Baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef, pankartên “Na ji dagirkeriya tirk re, Rûsya û Amerîka ji bêdengiya xwe ya li hember êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser herêmên me yên ewle, derkevin, Bi xwîna şehîdan û vîna me ya azad em ê bêdengiya we bişikînin” hildan.

Li baxçeyê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hude El Ewan axivî û wiha got: “Li ser navê meclisên sivîl, leşkerî û şêniyên Tebqayê em îro li hember her kesên dixwazin welatê me wêran bikin, li ber xwe didin. Her kes sicila delweta tirk a dagirker a tijî sûcên li dijî ewlehiya herêmê û derbekirina îstiqrara wê dizanin.”

Hude wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em êrîşên dewleta tirk ên ketober qebûl nakin û em li kêlek HSD′ê ne.”

Reqa

Meclis Giştî ya Reqayê jî xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Tê de bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêş Meclisa Giştî ya Reqayê ber bi Qada Agirkujiyê ve dest pê kir. Li wir hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey Îsa daxuyaniyek xwend û tê de wiha got:

“Li ser navê Meclisa Giştî û şêniyên Reqayê em van êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Iraqê şermezar dikin.

Em welatiyên bakurê Sûriyê bi hemû etnîk û pêkhateyên wê van êrîşan red dikin û di oxira parastna welat û rêveberiya xwe ya xweser de, amade ne ku canê xwe bidin.”

Dêrazor

Têkildarî mijarê, Meclisa Herêma Rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Hevserokê dîwana meclisê Ebdulqehar Ebid El Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê, sûcekî dermirovî ye. Herî dawî jî êrîşî herêmên Rêvebeirya Xweser kir, di encamê de gelek welatî bûn qurbanî.

Em ji cîhanê giştî re dibêjin, em bi Rêveberiya Xweser û HSD′ê re di yek xendekê de ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar