PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi hezaran zarok li girtîgehan mezin dibin

Li gorî daneyên 2021'ê yên dewleta tirk, 345 zarok ên temenê wan di navbera 0-6 salî tevî dayika xwe li girtîgehê tên hiştin. Li gorî raporên rêxistinên civakî yên sivîl jî tenê di navbera 2015-2018'an de 2 hezar û 466 zarok bi dayikên xwe li girtîgehê têne hiştin.

Tirkiyeyê bi taybetî di dema desthilatdariya AKP’ê de li her bajarî girtîgeh çêkir. Bi desthilatdariya AKP’ê re hem rêjeya sûc hem jî hejmara girtina muxalîfan zêde bûn. Li girtîgehan ne tenê mirovên gihîştî, her wiha zarok jî têne hiştin. Desthilatdariya AKP’ê ku bi bi hiqûqa dijminatiyê ya li hemberî muxalîfan tê naskirin, bi hezaran jin ên ducanî yan jî dayikên ku nû zarok anîne dinyayê tevî zarokên xwe li girtîgehê dihêle.

Tirkiye bi girtina zarokên navbera 0-6 salî pîvanên bingehîn ên mafên mirovan ên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike, ku bi xwe jî mohra xwe daniye binî.

Zarok nikarin bi rengekî baş mezin bibin

Li gel vê yekê mafê parastina malbatê û hurmeta li jiyana malbatê ya xala 23’an a Peymana Mafên Siyasî û Sivîl û xala 8’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî ji aliyê dewleta Tirk ve têne binpêkirin.

Bûyerên bi serê wan zarokan tên ên ku tevî dayikên xwe girtî têne hiştin, li ser pêşketina wan bandoreke gelekî neyînî dike. Li gorî rapora Komeleya Mafên Jiyanê pirsgirêkên herî zêde yên zarokên girtî ne bi vî rengî ne: Bi têrkerî xwarin nîne, perwerde nîne, perwedeya li nava malbatê nîne, şîr kêm e, ji ber ku li gel mirovên mezin dimînin şahidiyê ji binpêkirina maf û êşkenceyê re dikin. Jiyaneke xwe ya taybet nîne, xizmetên tenduristiyê zêde nîne, di hevdîtinan de ji ber ku li zarokan tê gerîn ev yek bandoreke neyînî li pêşketina zarok dike, pêlîstok jê re nayê dayin, paçê zarokan nayê dayin an jî kêm tê dayin.

Endama Komîsyona Zarokan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê parêzer Yasemîn Soydan anî ziman ku Tirkiye Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û îtirazên li hemberî vê yekê li ber çavan nagire.

Soydan anî ziman ku ji mirovek bê girtin an jî tedbîreke mîna girtinê li hemberî mirov bê dayin, divê rewşa xwe ya civakî bê nirxandin û got, “Mixabin dayikên ku neçar in li zarokên xwe binihêrin bi rengekî bêhiqûqî têne girtin. Tevî vê yekê neçar tê hiştin ku li girtîgehê zarokê xwe xwedî bike. Bêguman li gorî peymanê divê Tirkiye hemû derfetên xwe seferber bike û zarokan ji girtîgehê vegire, girtîhiştina zarokan divê çareya dawî jî nebe. Lê belê li Tirkiyeyê dûrhiştina zarokan a ji girtîgehê li aliyekî, mafên bingehîn ên mirovên girtî jî têne binpêkirin.”

Yasemîn Soydan got, “Zarok li girtîgehê şahidiyê ji kiryarên xera û îşkenceya li girtî û hikumxwaran re dike. Zarokekî di atmosferekî bi vî rengî de mezin dibe ji aliyê spîkolojîk ve bi zarokekî di atmsofereke normal de mezin dibe ne weke hev in, ji aliyê travmatîk ve gelek bûyeran dibînin û eşkere ye ku bandoreke giran lê dibe. Lewma li gel kalîteya jiyanê ji aliyê fîzÎkî û ruhî ve mîna zarokekî asayî mezin nabe, li paş dest bi jiyanê dike. Zarok di nava sîstema hiqûqê de divê bêne parastin, lê belê bi kiryarên hiqûqê zerar li wan tê kirin. Ev yek li dijî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, li dijî mafên mirovan ên bingehîn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar