Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi hilbijartinê re xuya bû ku polîtîkaya şer îflas kiriye’

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku bi hilbijartina Stenbolê re xuya bû ku polîtîkaya şer û mîlîtarîzmê îflas kiriye. Kubîlay da zanîn ku bi vê hilbijartinê re derfetên aştiyê ji Tirkiyeyê re çêbûne û wiha dom kir: “Divê bi birêz Ocalan re diyalog dest pê bikin. Bi vê hilbijartinê re jî diyar bû ku muxatab birêz Ocalan e.”

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendê ya HDP’ê ku dê encama hilbijartinê bê nirxandin, li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay bal kişand ser pêvajoya piştî hilbijartina 31’ê adarê û diyar kir ku yên ku dixwestin vîna gelê Stenbolê xesp bikin, bersiva herî tund ji gelê Stenbolê wergirtine. Kubîlay got ku ev ne tenê hilbijartina şaredariyê, hilbijartina Tirkiyeyê bû.

Kubîlay serkeftin ji şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu re xwest û wiha dom kir: “Ne tenê li Stenbolê, li Edene, Mêrsîn, Yalova, Îzmîr û hwd., li hemû bajarên ku me piştgirî daye, bendewariya me ew e ku demokrasî bê xurtkirin û hişmendiya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digire li dema pêş serwer be. Ji bo vê jî em ê pêvajoya pêş bişopînin û xebatên rêveberiyên herêmî binirxînin. Di hevrikiya darbe û demokrasiyê de, demokrasî bi ser ket.”

‘Ya ku winda kirî şaredariya rant û diziyê ye’

Di berdewamê de jî Kubîlay got ku yên ku li Stenbolê winda kirin, bloka îktîdarê ye û wiha pê de çû: “Yên ku bi zimanekî qure û çavekî biçûk li gel dinihêrîn winda kirin. Siyaseta şer û berbendiyê winda kir. Şaredariya rantê û diziyê winda kir. Kesên di bin navê veguherandina bajarvaniyê de Stenbol bi betonê fetisandin winda kirin. Divê ev baş bê fêmkirin. Di hilbijartina Stenbolê de rejîma otorîter a ku Erdogan û Bahçelî dixwestin ava bikin, hilweşiya. Hilbijartina Stenbolê, ji hilbijartina şaredariyê derket û kir ku demokrasî, azadî, aştî û wekhevî qezenc bike. Bi vê hilbijartinê xuya bû ku polîtîkaya mîlîtarîst û şer îflas kiriye. Êdî Tirkiye neçare ku polîtîkaya hundir û derve veguherîne polîtîkaya aştiyane.”

‘Divê dewlet bi Ocalan bi axive’

Herî dawî jî Kubîlay ev tişt anî ziman: “Hem li derve û hem jî li hundir pêdiviya Tirkiyeyê bi polîtîkayên aştiyane û wekheviyê heye. Çareserî komara demokratîk e. Ji bo vê yekê jî hemû muxalefet neçare di hevpariya demokrasiyê de bên gel hev. Partiya me, tiştê ku dikeve ser milê wê pêk tîne. Vê hilbijartinê jî ji bo Tirkiyeyê mîna ku birêz Ocalan û HDP dibêje, ji bo Tirkiyeyê derfetek afirand. Êdî polîtîkaya şer û tundiyê têk çû. Divê hevok û peyamên Ocalan veguherînin firsendê. Divê li gel Ocalan bê rûniştandin û çareserî bê axaftin. Di hilbijartina Stenbolê de jî hat nîşandan ku muxatab birêz Ocalan e. Di mijarên ji bo çareseriyê de wezîfeyeke mezin jî dikeve ser milê parlamentoyê jî. Ji bo her gavên demokrasiyeke hevpar dê HDP jî piştevaniya herî hewcedar nîşan bide.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar