Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Bi hinceta cejnê sewq rawestandin!

Koordînasyona Krîzê û Şandeya Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê, rapora derbarê  greva birçîbûnê ya piştî banga Ocalan bi dawî bûn de amade kiribû, parvekir û wiha got: “Ev 6 rojin bi tu awayê pêşketin çênebûne û bi hinceta cejnê sewqên girtiyan hatine rawestandin.”

Koodînasyona Krîzê ya Marmar û Şendeya Şopandina Grevên Birçîbûnê, rapora derbarê çalakiya grevên birçîbûnê ya piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû de amade kir, li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di civîna çapemeniyê de ji raya giştî re aşkera kir. Di civînê de pankarta “Divê mafê şopandina hiqûqî û bijîşkî ya çalakgerên greva birçîbûnê bê nasîn” hat  daliqandin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civînê de axivî û diyar kir ku bi qasî dema greva birçîbûnê pêvajoya piştî wê jî girîng e. Koçyîgît, bal kişand ser rewşa tenduristiya çalakgeran û wiha got: “Li gorî agahiyên gihîştine me, ev pêvajo baş nayê birêvebirin û wezaretê amadekariyek di vî warî de nekiriye û xwe ji hevkariyê re girtiye.”

Koçyîgît, nêzîkatiyên rêveberiyên girtîgehan ên li dijî girtiyan nirxand û wiha bilêv kir: “Di dema cejnê de divê revîr vekirî be. Di asta pêwîst de personel amade bin. Divê ji bo rewşeke lezgîn û sewqkirinê amadekarî timî hebe. Ev yek ji bo me gelekî girîng e. 3 mehên destpêkê gelekî krîtîk in. Kantîn divê di dema cejnê de vekirî be.” Koçyîgît anî ziman, li gelek deveran girtî bi hinceta betlaneya cejnê nayên veguhastin û destnîşan kir ku nabe cejn bibe hincet.

Hêj doktor nedîtine

Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku hin girtî hene hîn doktor nedîtine û wiha got: “Ev yek tê wateya binpêkirina mafê tedawî û tenduristiyê. Em dixwazin ev yek tavilê bê sererastkirin. Em destnîşan dikin, derengxistina tedawiyê di serî de mafê jiyanê dikare rê li ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê veke. Ji tecrûbeyên grevên birçîbûnê yên salên 1996 û 2000’î em zanin ku 2 an jî 3 mehên piştre dikare rê li ber pirsgirêkan veke. Em bang li wezaretê, rêveberiya girtîgehan û rayedarên dewletê dikin: Berpirsyariya xwe bi cih bînin. Bêyî cihêkariyê divê mafên girtiyan ji wan re bên naskirin. Raya giştî ya demokratîk jî divê bi hesasiyet vê pêvajoyê bişopîne.”

Li protokolê nayê

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Murat Ekmez jî got ku piştî greva birçîbûnê pêvajoya xwarin û vexwarinê krîtîk e, pêvajoya ji şopandina greva birçîbûnê girîngtir e û diyar kir ku Wezareta Tendiristî û Dadmendiyê ber bi danûstandinê naye. Ekmez got ku şopandina piştî greva birçîbûnê girîng e, divê ji hêla komeke pispor ve ku di nav de norolog, daxîlîyekar, diyetîsyen û metabolîzmayê ve were rêvebirin lê agahiyên ku ji girtîgehan tên nîşan dide ku ev kontrol nayên kirin, xwarinên her carê didin girtiyan û girtî ji nav van ên ku dikarin bixwin, dixwin. Ekmez her wiha diyar kir Wezareta Tendiristiyê prokolê bi cih nayîne.”

Dewlet hê jî li gorî qanûnên xwe naçe

Yek ji parêzerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergûl jî ev tişt got: “Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ew bû ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih bîne. Grevkarên ku kirin Tirkiye li gorî qanûnên xwe biçe niha dîsa, ji bo ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe naçe nikarin xwe bigihînin derfetên tendiristiyê. Tecrîdêbû, li dijî tecrîdê kirin ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe biçe. ”

‘Hişyariya ‘nexweşiyên mayinde’

Serokê Şûbeya Anatoliyê ya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal (SES) Erdal Guzel jî wiha got: “Di nav 3 mehan de heke mudaxale neyê kirin, dê nexweşiyên giran li 3 hezar girtiyan peyda bibin. Ev ji bo wijdanê me tiştekî hewce ye.”

Rapora ku amade kirine

Piştî axaftinan de rapora ku hatî hazirkini bi raya giştî re hat parvekirin. Di raporê de ya bi dîroka 26-31’ê gulanê de hate gotin li gorî hevdîtinên ku hatin kirin li nexweşxaneyan ti hazirî nehatine kirin û gotine, heta ku ji Wezaretê ferman neyê, dê tu haziriyê jî nekin û Wezaretê tu fermanek nedaye. Di raporê de her wiha hat gotin piştî greva birçîbûnê ya domdirê heke neyên tedawîkirin, nikaribin rast bixwin û vexwin, mirin jî di nav de rîskeke zêde heye ku nexweşiyên giran li girtiyan peyda bibin û ji bo lezgîniya rewşê vebêjin û haziriyên hewce werin kirin wan daxwaz kirine ku bi Walî û rayedarên wezaretê re hev bibînin lê bersivek nedane dawazên wan, rayedaran an ew nedîtine û an jî rayedarên ku ew dîtine tenê guhdarî kirine.

Bi berdewamî hate gotin li gel ku 6 roj di ser qedandina greva birçîbûnê re derbas bûne jî bi kelepçeyan mieyene têne kirin, bi rîngê girtiyan dibine nexweşane, li revîra nexweşxanê tedawî tênekirin û xwarinên ne guncan didin girtiyan. Herî dawî hate gotin gelek girtî ranekirine nexweşxanê, şopandina rojane bi dawî bûye tenê dema ku nexweşiyên giran çêdibin bi destûra rêveberiya girtîgehê wan dibine revîrê. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar