Berîtan Ersoy a li Zanîngeha Mêrsînê dixwend, bi hinceta Serdozgeriya Komarê ya Derikê der barê wê de lêpirsîn vekiriye, bi îdîaya ‘Propaganda rêxistinê kiriye’ ji Wargeha Jinan a KYK’ê ya Mêrsînê hat dûrxistin
Xwendekara Zanîngeha Mêrsînê Berîtan Ersoy, piştî Serdozgeriya Komarê ya Derîkê bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn vekir, Midûrê Saziya Wargeha Xwendekarên Jin a KYK’ê ya Mêrsînê jî der barê wê de lêpirsîn vekir. Midûrê ku ji Ersoy parastin xwest, hêj Ersoy parastin nekiribû bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê kiriye” ji wargehê dûr xist.
Ersoy bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ji ber tişta bi serê wê de hatiye nikare têkeve ezmûnên xwe.
Ersoy anî ziman ku di 15’ê mijdarê de midûriyeta polîsan û dozger li Midûriyeta Wargehê geriya ne û piştî vê yekê nava 4 saetan de têkiliya wê bi saziya wargeha xwendekaran hatiye qutkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê pir mexdûr bûme. Ez ji ber vê mexdûriyetê nikaribûm têkevim ezmûnê. Dibistana min dê dirêj bibe. Ez ê nikaribim di wextê xwe de dibistana xwe xelas bikim.” MÊRSÎN