Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bi hinceta ‘dijberiya fermanê’ ceza li HDP’iyan birîn

Emniyetê xebat û çalakiyên HDP’ê ‘dijberî fermanê’ dît û bi vê hincetê cezayê pereyan li 200 HDP’iyan birî. HDP mijarê bir Dadgeha Destûra Bingehîn

Gelek xebat û çalakiyên HDP ku dixwaze li dar bixe, tên qedexekirin, niha jî bi hinceta ku tev li xebatên HDP’ê dibin cezayê pereyan li kesan tê birîn. Miduriyeta Polisan a Akdenîzê, çalakiyên ku ji aliyê Rêxistina HDP’ê ya Bajar a Mersînê ve ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin, weke ‘dijberiya fermanê’ dît û bi heman hincetê 2 caran 320 TL cezayê pereyan nêzî 200 HDP’iyên ku tev li van çalakiyan bûn, birî.

Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê parêzer Mehdî Zana Akkaya diyar kir ku bi birîna cezayê pereyan hewl didin xebatên HDP’ê sînordar bikin û wiha got: “Birîna cezayan neheqî ye. Heta niha ji bo 170 kesên ku cezayê pere li wan hatiye birîn serî li Dadgegeriya Cezaya Silhê daye û cezayê hatiye birîn îtîraz kiriye. Lê Dadgegeriya Cezaya Silhê bêyî ku tu hincet nîşan bide, serlêdana me red kiriye. Li ser biryara redkirinê, me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Em ê şopdarê pêvajoya hiqûqî bin.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar