Endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’yî xwestin beşdarî civîna mahena ya Şaredariya Yenîşehîrê bibin, lê polîsan bi hinceta ‘Fermana jorê heye’ bernedan hundir
Hevşaredara navçeya Yenîşehîrê ya Amedê Belgîn Dîken di 13’yê mijdarê de li ser fermana Wezareta Karê Hundir ji wezîfeyê hat girtin û qeymeqamê navçeyê Murat Beşîkcî wek qeyûm hatibû tayînkirin. Ji tayînkirina qeyûm û vir ve endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’yî bernadin hundir.
Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Devîren û endamên meclisê îro xwestin beşdarî civîna mehane ya Meclisa Şaredariyê bibin lê li ber avahiya şaredariyê polîsan destûr neda derbasî hundir bibin. Polîsan hevşaredar û endamên meclisê bi hinceta ‘Fermana jorê heye’ wan bernedan hundir.
Hevşaredar Mehmet Devîren û 22 endamên meclisê têkildarî astengkirinê teblîgat xwestin û diyar kirin ku dê têkildarî mijarê gilî bikin. AMED