Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Bi hinceta ku ‘zayend nediyar e’ ev 6 meh in cenazeyê Erkol nadin malbatê

Gerîlaya HPG’ê Mercan Erkol di 16’ê mijdara 2017’an de şehîd bû û di tîrmeha 2019’an de jî testa DNA’yê diyar bû. Malbat ji Wanê hate Amedê û xwest cenazeyê keça xwe wergire. Lê tevî ku di testa DNA’yê de diyar bû jî, bi hinceta ku zayenda cenaze ne diyar e, cenazeyê Erkol nadin malbatê. Dozgeriyê 6 meh berê nivîs ji Mudûriyeta Laboratuara Polîsan a Krîmînal a Amedê re şandiye lê hê jî bersiv nehatiye dayîn

Gerîlaya HPG’ê Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) di 16’ê mijdara 2017’an de li Pasûr a Amedê şehîd bû. Di 17’ê adara 2019’an de jî nasnameya wê aşkere bû. Ji wê demê heta niha  malbata Erkol ketine şopa cenazeyê keça xwe. Lê her carê bi hinceteke cuda cenaze nadin malbatê. Malbata Erkol di adara 2019’an de serî li Fermandariya Cendirmeyan a Amedê dan. Fermandariya Cendirmeyan malbata Erkol şand Pasûrê. Li ser vê yekê bav Hesin Erkol serî li dozgeriya Pasûrê da. Dozgeriya Pasûrê jî Erkol şand Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandariyê ji bo testa DNA’yê Erkol şand Nexweşxaneyên Zanîngeha Dîcleyê û ji wir jî şandin Wanê.

Çar meh şûnde fermandariya cendirmeyan li bav Erkol geriya û xwestin ku bê cenazeyê xwe bibe. Erkol ji Wanê hat Fermandariya Cendirmeyan a Amedê û çûn Goristana Yenîkoyê. Dema dixwestin cenaze bigirin, vê carê jî bi hinceta 3 cenazeyên parçekirî bi hevre di gorekê de ne û cenaze tev li hev bûne, cenaze nedan malbatê. Erkol bêyî ku cenaze bigire dîsa vegeriya Wanê û serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da. Erkol herî dawî di 22’yê kanûna 2019’an de hate Amedê û xwest ku cenazeyê keça xwe bigire. Erkol bi rêya parêzerê xwe serî li dozgeriyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Kesên Li Jêderka Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) da.

Hinceta sosret

Piştî parêzera malbata Erkol serî li dozgeriyê da, dozger vê carê bi hinceta bersiva nivîsê ji Midûriyeta Laboratuara Polîsan a Krîmînal a Amedê nehatiye dîsa cenaze neda malbatê û malbat dîsa şandin Wanê. Piştî parêzera malbatê xwe gihand dozger, fêr bû ku dozger bi sedema di raporê de zayend nehatiye diyarkirin cenaze nedaye malbatê. Dozger gotiye ku rapora Laboratuara Polîsan a Krîmînal tune be nikare cenaze bide.

Ev 6 meh in bersiv nehatiye dayîn

Têkildarî mijarê parêzerê malbatê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Fahrettîn Kiliç re axivî. Parêzer destnîşan kir ku dozger gotiye ku 6 meh berê ji bo rapora krîmînal aşkera bike, ji Midûriyeta Laboratuar a Polîsan a Krîmînal a Amedê re nivîs şandiye lê hêj tu bersiv nedane wê. Parêzer di berdewamê de jî ev agahî dan: “Bi hinceta di testa DNA’yê de zayend diyar nekiriye, cenaze nadane. Dozger di tîrmehê ya 2019’an de nivîs ji Laboratuara Polîsan a Krîminal re şandiye. Lê 6 mehe midûriyetê bersiv nedaye dozger. Dozger di nivîsa 6 meh berê de gotiye; ‘Di mînaka ku DNA li hev hatiye de, jin e an mêr e nehatiye diyarkirin. Rapora ku piştî wê bê divê ji Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê re bişînin.’”

Cenaze parçe parçe bûye

Herî dawî jî parêzer ev agahî dan: “Min hefteya bihûrî careke din bi dozger re hevdîtin kir û aqûbeta raporê pirsî. Dozger vê carê ji Fermandariya Cendirmeyan a Peyasê re nivîs şand û aqûbeta raporê pirsî. Min duh dîsa pirsî. Ji ber zayend hêj diyare nebûye û bersiva nivîsê nehatiye, cenazeyî nadin. Cenazeyê li krîminalê parçe parçe bûye. Ji parçeyan mêr e yan jin e diyar nabe. 6 mehin ji krîmînalê bersiv tune ye.  Piştî ku min bi dozger re hevdîtin kirî nivîs şand. Lê divê ew bi xwe vê bikin. Heta ku em zextan li wan nekin gavan naavêjin. DNA li hev tê, lê ji ber zayend diyar nekirine cenaze nadin. Gotina wê jî pir xerab e. Lê cenazeyê me parçe parçe ye.”

Cenazeyê Mercan Erkol hêj li goristana bêkesan e û nadin malbatê. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar