Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bi hinceta operasyonan zozan tên qedexekirin

Piştî ku Tirkiyeyê bi tevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê  (PDK) li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyon da destpêkirin, çûna zozanan a koçerên li herêmê jî tê astengkirin. Koçerên ku tevî hemû astengiyan jî dixwazin ku xwe bigihînin zozanan, her cara ku hewl didin rastî astengiyên eskeran tên. Bi vê re pezên koçeran bandoreke nebaş ji germayê distînin. Koçerên ku ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û ji navçeya Şax a Wanê ji bo biçin zozanan hatine, li bendê ne pêşî li ber wan bê vekirin.

Koçeran bertek nîşanî vê yekê da û xwestin demildest operasyon bi dawî bibe û pêşî li ber wan bê vekirin.

Ji koçeran ê ku ji Nisêbînê hatine û hewl didin ku biçin navçeya Elbax a Wanê Şakîr Derveş (52) du rojin di rê de ye. Derveş, bertek nîşanî vê astengiyê da û got: ” Ev 2-3 rojin em di rê de ne. Em dixwazin derbasî zozanên navçeya Elbax a Wanê bibin. Lê Walitiya Şirnexê destûr nade ku em derbas bibin. Ji duh heya niha leşker li pey me ne û nahêlin ku em li cihekî bisekinin. Em ji wan daxwaz dikin ku çûyina zozanan serbest bikin. Koçer guneh in. Hemû li pey hev ketine. Em neçar in ku pezê xwe bibin zozanan. Heger ev pez neçe zozanan wê gelek zehmet bibe. Ne av heye, ne çêre heye û ne jî cihê ku em lê bisekinin heye. Dibêjin qedexe ye. Her sal ji me re dibêjin qedexe ye. Ji me re dibêjin heta 1’ê Gulanê divê hûn bisekin. Heta 1’ê Gulanê ev peze wê li ku derê biçêre, wê li ku avê vexwe û wê li ku bisekine?

Em niha 20 kom bi hev re ne. Heta 2-3’ê rojên din wê bibe 100 kom. Kom jî dikevin pey hev, tên. Leşkeran ji me re got, em ê ceza li we bibirin. Jixwe nasnameyên me desteser kirine û hê nedane me. Êdî çi cezayê bidin me, ez nizanim. Nasnameyên hemû şivanan desteser kirine. Debara me li ser sewalkariyê ye. Êdî debar gelek zehmet bûye. Ev pez neçe zozanan nikare sax bimîne. Em mecbûr in ku pez bibin cihê hênik. Yan na wê gişt mirar bibe û zerik bibe. Em jî însan in, em dixwazin ku bi serbest biçin zozanan. Heger ku zozanan qedexe bikin wê nêçar bimînin ku pezê xwe bifiroşin û vê carê jî wê li ser navê sewalkariyê tiştek nemîne.”

‘Dê heywanên me zerikî bibin’

Ji koçerên ku ji navçeya Şax a Wanê hatine Durê Aksû (70), jî anî ziman ku her sal ew rastî hincetên bi vî rengî tên û wiha axivî: “Ev 5 sal in nahêlin ku em bi serbestî biçin zozanên xwe. Her sal vê demê vî tiştî tînin serê me. Carna dibêjin ji zilaman re qedexe ye, carna dibêjin ji zarokan re qedexe ye, carna jî dibêjin hûn neyên. Em heta ku kaxizan nestînin nahêlin em derbas bibin. Berê serbest bû. Her sal tiştekî dikin hincet ku em derbas nebin. Îsal jî çûne Besta dara dibirin û ji ber wê nahêlin em biçin. Berê tiştekî wiha tune bû. Par sê caran pezê me zîvirandin. Heywanên me hemû zerikî bûn. Hin dibêjin herin, hin dibêjin neçin. Keyfî tevdigerin. Ji me hez nakin û dibêjin bila kurd biqelin.”

‘Serê pez 190 TL ceza birîn’

Ji koçeran Dîvalî Aksu (36) jî bilêv kir ku heta operasyon bi dawî nebin wê destûr neyê dayin ku ew derbas bibin û got: “Her di dema çûyînê de ji me re dibêjin qedexe ye. Ji me re dibêjin heta 1’ê Gulanê hûn ê bisekinin. Heta ku operasyonên xwe bi dawî nekin wê nehêlin ku em derbas bibin. Dema ku xelas bû û wê bibêjin derbas bibin. Rê nadin û herkesî didin sekinandin. Kaxiza destûrê didin û pişt re jî dibêjin, hûn ê serê pezî 190 lîreyan bidin. Serê pezî 190 lîre jî 30-40 hezar dike. Ev tişt nayê qebûlkirin. Debara me li ser pez e. Tenê karê me pezxwedîkirin e. Xwedîkirina pez jî zehmet bûye. Destûr bide jî û nede jî em ê biçin. Heta 1’ê Gulanê wê kî li vir bisekine? Heta sibê dusiban em ê biçin. Bihêlin û nehêlin jî em ê derbas bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar