Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bi hinceta ‘silav daye hevalê xwe’ ceza li girtî Demîrbaş hate birîn!

Desteya Disiplînê ya Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderûnê li girtî Mûstafa Demîrbaş bi hinceta ku ‘Li korîdorê silav daye hevalê xwe’ ji bo mehekê cezayê qedexekirina çalakiyan birî

Girtiyê bi navê Mûstafa Demîrbaş ku li Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderûn a Hatayê tê girtin, di 7’ê cotmehê de piştî hevdîtina xwe ya bi parêzerê xwe re, di vegerê de silav da hevalê xwe. Li ser vê yekê gardiyanan jê re got; ‘Qedexeye ku hûn silav bidin’ û giliyê Demîrbaş kirin.

Hat zanîn ku li ser vê yekê der barê Demîrbaş de lêpirsîn hate destpêkirin û Serokatiya Desteya Disiplînê ya Girtîgehê ceza li Demîrbaş birî. Di biryara desteyê de wiha tê gotin; ‘Demîrbaş di korîdorê de li paş xwe zîviriye û merheba daye girtî Cebraîl Ancar. Maf û azadiyeke girtiyan a ku li korîdorê silavê bidin hevalekî xwe tune ye.’

Hat zanîn ku bi vê hinceta sosret mehekê cezayê qedexekirina çalakiyan li Demîrbaş birî. HATAY

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar