Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Bi hinceta ‘wergêr nîne’ kurdî li girtiyan qedexe dikin

Girtiyê bi navê Ahmet Ayboga ku li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîş a Îzmîrê dimîne, demek berê pirtûkeke bi kurdî nivîsand û da çapkirin. Beriya çapê, pirtûka Ayboga ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hate kontrolkirin. Rêveberiya girtîgehê niha jî bi hinceta ‘wergêr nîne’, nahêle ku Ayboga pirtûka xwe wergire

Binpêkirinên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Bi taybet jî ev binpêkirin di demên dawî de zêdetir bûne. Di vê çarçoveyê de ji cezayên hucreyê heta qedexeya hevdîtin, nedayîna pêdiviyên jiyanî, lêdan û zextê, gelek binpêkirinên din li dijî girtiyan di meriyetê de ne. Li hêla din bêtehemûliya dewletê ya li dijî kurdî û pirtûkên kurdî jî berdewam dike.

Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîş a Îzmîrê bi hinceta ku ‘wergêr nîne’,  pirtûkên kurdî nadin girtiyan. Pirsgirêka nedayîna pirtûkên kurdî her çiqas gelek caran hatibe rojevê jî û girtiyan gelek caran daxwazname ji dozgerên girtîgehê re şandibin jî, pirsgirêk heta niha jî nehatiye çareserkirin.

Pirtûka ku kontrolkirin niha nadin

Girtiyê bi navê Ahmet Ayboga ku li Girtîgeha Tîpa T ya Odemîş a Îzmîrê dimîne, pirtûkeke kurdî nivîsand û da çapkirin. Pirtûka Ayboga beriya ku bê çapkirin, ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hate kontrolkirin. Lê balkêşe ku heman girtîgeh, nahêle ku Ayboga pirtûka xwe wergire. Weke hincet jî rêveberiya girtîgehê dibêje; ‘wergêr nîne.’

Serlêdan bêencam dimînin

Li girtîgehê tevî pirtûkên kurdî, her wiha kart û nameyên bi kurdî jî ji girtiyan re nayên dayîn. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê girtiyan gelek caran daxwazname dan dozgeriya girtîgehê lê her tim bêencam man. ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar