Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Bi hinceta ‘Zimanê nayê zanîn’ weşanên kurdî nadin girtiyan

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya Şakranê bi nameyekê ragihandin ku rêveberiya girtîgehê weşanên kurdî bi hinceta ‘Zimanê nayê zanîn’ nadin wan. Girtiyan got ku nameyên wan tên desteserkirin, îşkenceya psîkolojîk li wan tê kirin û binpêkirin her ku diçe zêdetir dibin

Li gelemperiya girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binpekirin zêde bûne. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T ya Jinan a Şakranê ye. Têkildarî binpêkirinên li girîgehê, girtiyên jin ji malbatên xwe re name şandin.

Di nameyê de girtiyan diyar kir ku weşanên bi kurdî bi hinceta ‘Zimanê nayê zanîn’ nadin wan û ev agahî dan: “Ji ber vê sepanê me serlêdana sûc kir û ji gelek cihan re me daxwazname şandin. Lê gelek caran nayên şandin. Pêkanîna wêneyên sê kesî yên di pêvajoya OHAL’ê de anîne didome. Ji bo wêneyên ku di dema hevdîtinan de bi malbatan re tên kişandin, her kes pereyê xwe dide. Lê carna pereyê her kesî nîne. Carna karavana têr nake. Li hêla din xwarinên me nebaş in. Hevalên vejeteryan weke nexweş dibînin û xwarinên diyetê tînin. Her tim heman tiştî tînin û di nava xwarinan de gelek caran mû, bihok û ben derdikevin.

Dema hevdîtinê daxistine

Mehê carekê hevdîtina vekirî heye. Beriya niha hevdîtin saetekê didomiya. Piştî OHAL’ê ev dem dakete 45 deqeyan. Gelek malbat ji derveyî Îzmîrê tên. Lê ew dem jî niha daxistine 30-35 deqeyan. Me jî dereng dibin hevdîtinê. Em di hevdîtinê de nikarin silavê bidin hevnasên xwe û malbatan. Gefa qedexekirina hevdîtinê li me dixwin. Zextên psîkolojîk li me dikin. Di pêkanîna nû de montên malbatan derdixin. Tevî gelek noqteyên lêgerînê û alava 2x-ray jî montan derdixin.

Nameyên wan tên desteserkirin

Nameyên me dereng dişînin. Gelek tên desteserkirin. Di heman demê de em nikarin ji du kesan re nameyê bişînin. Name û daxwaznameyên em ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û saziyên din yên navneteweyî re dinivîsinin jî nayên şandin û tên desteserkirin.

Dixwazin bi midûrê yekemîn re hevdîtin bikin

Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî pirsgirêka tendirustiyê ye. Bijîşkê revîrê heqaretê li havalên nexweş dike. Nexweşên kronîk nayên kontrolkirin û sewqî nexweşxaneyê nayên kirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan me bi midûrê duyemîn re hevdîtinê kir. Lê em şandin cem midûrê yekemîn. Em dixwazin bi midûrê yekem re hevdîtinê bikin. Lê ew jî bi hefteyane bi me re hevdîtinê nake. Her wiha lêgerînên divê mehane bên kirin hefteyê yan jî 10 rojan carê tên kirin. Berhemên em ji kantînê digirin jî tên desteserkirin.

Pêkanîna sînorkirina pirtûkan heye. Her kes dikare 10 pirtûkan ligel xwe bigire. Lê ev ji bo mirovên ku bi salane lêkolîn û xebatên wan hene têrê nake. Qada xebatê tunebe jî ev pêkanîn pêkanîneke serdema navîn e. Ev nîşaneya tirsa ji zanîn û ronakbiriyê ye.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar