Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bi hişyariya Rêber Apo pêşî li komkujiyek hîn mezintir hat girtin’

Şahidê xiyaneta 31’ê Tebaxê 1996’ê ya PDK’ê L.S. diyar kir ku bi şehîdkirina Husên Axayê Sûrçî ya ji aliyê Mesûd Barzanî ve xiyaneta 31’ê Tebaxê destpê kir û wiha got: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PDK’ê paşde gav avêt û pêşiya komkujiyên hîn mezintir hat girtin.”

27 sal bi ser xiyaneta netewî ya 31’ê Tebaxa 1996’ê re derbaz dibin. Di vê roja reş de PDK ket pêşiya tank û hêzên rejîma Baas û anîn ser parlamentoya herêma başûrê Kurdistanê û paytext Hewlêrê û li dijî hêzên din yên kurd şer kirin. Di encama vê xiyaneta PDK’ê de bi sedan pêşmerge şehîd bûn, birîndar bûn û bi deh hezaran kes jî koçber bûn.

Yek ji encamên bi êş yên xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê koçberbûna bi deh hezaran xelkê paytext Hewlêrê ya ber bi bajar û herêmên din ve bû ku yek ji wan jî kesê binavê L.S. bû ku ji ber parastina canê xwe nexwest navê xwe aşkere bike, gav bi gav, kêlî bi kêlî piştperdeya xiyaneta 31’ê Tebaxê ya PDK’ê, sûcên veşartî yên ku wê demê ji aliyê PDK’ê ve hatine kirin ji Rojnews’ê re aşkere kir ku wê demê pêşmergeyê YNK’ê bû.

‘PDK’ê xwe weke partiyeke Tirkiyeyê didît û cehşê wan bû’

L.S.: Xiyaneta 31’ê Tebaxê bi şehîdkirina Husên Axayê Sûrçî destpê kir û di 16’yê gulana heman salê de dema ku Mam Celal (Celal Talebanî) û Mesûd Barzanî ji derveyî welat vedigerin, Husên Axayê Sûrçî ji bo serdana Mam Celal diçe Hewlêrê. Di vegera wî ya ji serdana Mam Celal de li nuqteya kontrolê ya Spîlkê karwanê Husên Axayê Sûrçî ji aliyê hêzên PDK’ê tê dorpêçkirin. Lê ji bo ku xwîna gelek kesan neyê rijandin, Mesûd Barzanî wî vedixwîne xwarina êvarê, ji ber ku planek din ya wî hebû. Piştî ku Husên Axayê Sûrçî dimîne li bendê dimîne, roja paştir Barzanî du nûnerên xwe dişîne gel wî, daxwaza xweradestkirinê ji axa dikin. Husên Axa vê daxwaza Barzanî qebûl nake. Piştî vê yekê Mesûd Barzanî bi hêzeke mezin ve diçe ser wî û dorpêç dike. Di navbera wan de şer derdikeve, Husên Axayê Sûrçî, gelek pêşmerge û jinek ducanî tên kuştin. Mirov dikare bêje xiyaneta 31’ê Tebaxê ya PDK’ê bi vê bûyerê destpê dike. Ji ber ku rejîma Baas ya bi serokatiya dîktator Sedam Husên ji bo daxwaza PDK’ê ya dagirkirina Hewlêrê pêkbîne mercê kuştina Husên Axa davêje pêşiya PDK’ê. PDK’ê jî ev daxwaza rejîmê pêk anî.

Di dewamê de L. S. bibîr xist ku piştî bûyera kuştina axayê eşîreta Sûrçiyan, biraziyê Husên Axa yê binavê Zeyîd Omer Axa dibe serokê eşîreta Sûrçiyan. Mam Celal ji wî re hêzekê ava dike, dewama wan ya fermî li nav Hewlêr bû ku ew (L.S.) jî yek ji endamên wê hêzê bû.

Şahidê xiyaneta 31’ê Tebaxê L.S. di dewamê de wiha dibêje; “Piştî wê bi sê meh û sê rojan em çûn bajarê Hewlêrê ku beriya 31’ê Tebaxê bû, wê demê tu hêzên PDK’ê li paytextê nebûn. Rojekê beriya 31’ê Tebaxê ji me re agahiyek hat ku liv û tevgereke leşkerî heye û balafirên şer li esmanê Hewlêrê  digerîn. Em wisa têgihiştîn ku balafirên şer yên Amerîkayê ne ku PDK wê artêşa tirk bîne ser Hewlêrê. Ji ber ku PDK’ê xwe weke partiyeke Tirkiyeyê didît û cehşê wan bû. Lê piştre me zanî ku dest PDK’ê bi hêzên rejîma Baas re heye, bi çekên giran û tankên rejîma Sedam Husên êrîşê me kirin. Wê demê Barzanî ji pêşmergeyên xwe re gotibû ‘ser ji min re, mal ji we re’. Di wan êrîşan de me gelek şehîd dan, ji ber ku me tenê kaleşnîkov û bombeyên destan hebûn. Lê hêzên rejîma Baas bi gelek tank, top, hawan û çendîn çekên giran ve êrîşî me dikirin. Me hêzên xwe vekişandin û em çûn gel kak Kosret (Kosret Resûl) û em hatin dorpêçkirin. Em nêzîkî 2 hezar û 500 pêşmerge man. Bênavber navenda bajarê Hewlêrê dihate topbarankirin. Xelkê bajêr jî nizanî ka çi diqewime û çi bike. Gelek şehîdên sivîl jî hebûn. Tevî wê xeterî, şehîdbûn, birîndarbûna xelkê sivîl jî, ji me pêşmergeyan re av û xwarin dianîn û alîkariya me dikir.”

Di dewamê de L.S. wiha got: “Wê demê Hêro Îbrahîm Ehmed, Fûad Mehsûm û çend serkirdeyên din yên YNK’ê li nav bajarê Hewlêrê bûn û dixwestin xwe bigihînin hêzên xwe. Lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve dîl tên girtin. PDK biryar dide ku hemûyan bikuje lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek lezgîn ji Mesûd Barzanî re dişîne û jêre dibêje kuştina wan serkirdeyan dê bibe sedema şerekê xwînrêj û piştî vê peyama Rêbertî, PDK wan berdide. Piştî rojekê mayina li nav bajarê Hewlêrê û parastina wê, pêşmergeyên YNK’ê bi şevê rêyekê peyda dikin ku di wê rê re biçin navçeya Koyê. Ji xwe daxwaza PDK’ê jî ew bû ku YNK li nav Hewlêrê nemîne. Ji bo wê jî li Dêgele û Çemergê şerekê mezin diqewime, gelek pêşmergeyên me şehîd bûn. Wê demê me pêşî li êrîşên PDK’ê girtin û YNK heta roja me ya îro jî maye.”

Herwiha L. S. di derbarê xiyaneta PDK’ê de diyar kir ku piştî 27 salan ji xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê, niha PDK ji wê demê zêdetir û xirabtir di nava xiyanetê de ye û got: “Eger wê demê rejîma Baas ne anîba ser Hewlêr û netewa xwe, niha jî nedibû sîxurê dewleta tirk ya dagirker. PDK ji bo bimîne ser desthilatê, amadeye hemû gelê kurd bifiroşe û wê serî li hemû cûrên xiyanetê bide.”

Di dawiya axaftinê xwe L.S. balkêşand ser wê yekê ku di 31’ê Tebaxê de ew gelek bêçare mabûn, bêçare mayîna wan jî ji wê yekê bû ku aliyek kurd diçe dijmin tîne ser aliyek din yê kurd de, destê dijmin bigire li birayên xwe yên kurd bide, bikuje û xaka Kurdistanê dagir bike û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber ku nedikarî bi tena serê xwe Hewlêrê ji YNK’ê bistîne û dagir bike, ji bo wê rabû xiyanet li xwîna kurdan kir. Xiyaneta 31’ê Tebaxê û ew roja ku ji ber wê xiyanetê me nedikarî cenazeyên pêşmergeyên xwe rakin, tu carî ji bîra me naçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar