Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi îmzeyan îradeya gelê Başûr derdikeve holê’

 

Parlamenterê berê yê Herêma Kurdistanê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Evdillah Melle Nûrî û mamosteyê Zankoya Silêmaniyê Hawjîn Melle Emîn derbarê kampanyaya îmzeyan de ku ji bo leşkerên tirk ên dagirker werin derxistin piştgiriya xwe aşkera kirin û derbarê êrîşên dagirkeriya tirk nirxandin kirin.

Endamê KNK’ê Evdilla Melle Nûrî kampanyaya îmzeyê weke karekî pir baş û sîvîl, civakî pênase kir û wiha got: “Hêvîdar im ku hemû gelê Kurdistanê, parlementer, rewşenbîr, mamosteyên zanko û ayînî, kirêkar, xwendakeran hemû piştgirî bidin. Deng bidin vê kampanyayê. Tiştê ku Tirkiye dike dagirkerî ye û dijminatî ye. A niha li Heremê Kurdistanê bi dehan bingeh û baregehên leşkerî hene. Bi awayekî dijminane nêzî gelê başûrê Kurdistanê dibe. Dijminatiya tirkan aşkera bûye. Balafirên xwe dişîne li Silêmanî li gelek dewerên dîn êrîşê sîvîlan dike û şehîd dixe. Ji bo derxistinê Tirkiyeyê wek dijminek, erkê hemû gel piştevanî yektir bibin.”

‘PKK ne terorîst e, yê terorîst Erdogan û rejîma wî ye’

Melle Nûrî got ku pir girîng e ku ew îmzeyên ku kom dibin bigihêjin parlamentoyê û Hikûmeta Heremê, nûnerên Yekitiya Gelan, parlamentoya û hikûmeta Iraq û sefaretên welatan û wiha domand: “Bi rêya îmzeyan îradeya gelê başûrê Kurdistanê derdikeve holê. Û diyar dike ku dagirkerî û dijmin qebûl nake. Her wiha yê terorîst ne PKK ye, Erdogan û rejîma wî ye. Hatina leşkerên tirk bo Başûr peywendî bi kurdbûna me heye, peywendî PKK nîne. Beriya ku PKK li Başûr be êrîşên dagirkeriya tirk li ser Başûr hebû. PKK li Lîbyayê nîne, PKK li Sûriyeyê nîne, PKK li Efrîkayê nîne, PKK li Bexdayê nîne. Tevgera siyasî ya Erdogan tevgereke dagirkeriyê ye. Di vê çarçoveyê êrîşê Başûr dike. Tirkiye PKK ji bo têkbirina heremê kiriye hincet. Bila bê zanîn ku şerê Tirkiyeyê têkbirina Herema Kurdistanê ye. Rastiyek jî heye divê mirov bibêje PKK nûnertiya qezayek an bajarek na, PKK pirsyarek herî rewa yê gelê kurd dike. Ji aliyê din ve bêdengiya parlamento û hikûmeta herêmê û partiyên siyasî, xizmetê dagirkeriyê dikin. Erkên wan e ku helwestên wan hebe.”

 

‘PKK hêza rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye’

Hawjîn Melle Emîn jî kampanyaya îmzeyê çalakiyekî girîng nirxand û wiha got: “Gelê Başûr û hêzên siyasî ger hemû pêkve hêzên xwe ji bo vê çalakiyê bikin yek dikare dagirkerî li ser axa Başûr derbixe.”

Mamosteyê Zankoya Silêmanî Hawjîn li dijî gotina ‘PKK terorîst e, PKK bila ji axa Başûr derbikeve” helwest nîşan da û ev tişt anî ziman: “PKK rûmetekiye ji bo kurd û Kurdistanê. PKK, hêza rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye. Li çar parçe Kurdistanê şerê PKK’ê şerê gelê kurd e. Hatinê leşkerên tirk bo Başûr peywendî bi planên Tirkiyeyê ya Mîsak-î Mîllî heye. Peywendî bi ferz kirinekî nexşeyeke nû heye. Şerê PKK’ê ji bo wan tene hincet e. Tirkiye li hember şerê PKK’ê şikestiye. Bi hincet hatiye û dagir kiriye.”

Hawjîn herî dawî wiha bang kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên siyasî divê li hember vî bêdeng nemînin. Peşmergeyên Kurdistan divê xwedî helwest bin. Iraq divê bi zelalî û vekirî helwestê xwe li hember dagirkerî nîşan bide. Bernameya dagirkeriyê heye. Bernameyek xwedî guhartina demografî dike heye. Jenosîda gelê kurd hedef dikin.”

Li dijî dagirkeriyê kampanyaya îmzeyan

Di 30’ê Hezîranê de bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Qendîlê bi çarçoveya Pêngava “Birûxîne” ya Seferberiya Heftenîn ji bo derxistina leşkerên tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê kampanyaya îmzeyê hate destpêkirin.

Kampanyaya îmzeyê li seranserê Başûr didome. SILÊMANΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar