Şêniyên ji Efrînê yên ku di 14 û 22’yê îlona par de ji hêla artêşa tirk ve hatibûn binçavkirin û girtin da zanîn ku rastî îşkenceyeke giran hatine. Efrîniyan destnîşan kir ku artêşa tirk bi darê zorê ‘endamtiya YPG’ê’ li ser wan ferz kirine û ji ber îşkenceyê derûniya wan xerab bûye
Welatiyên efrînî yên bi navên M.C., A.M., C.M., F.K., H.K., İ.M., M.M.K., İ.M., R.M., R.B.A R.A.M û R.H.M, di 14 û 22’yê îlona sala 2018’an de bi îdiaya ‘endamên YPG’ê ne’, li navçeya Raco ya Efrînê ji hêla artêşa tirk ve hatin binçavkirin. Artêşa tirk welatî derbasî Hatayê kirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ girtin. Welatiyên hatin girtin ev 5 meh in jî di Girtîgeha Tîpa T ya Yayladag a Hatayê tên girtin. Der barê welatiyan de heta niha tu doz nehatiye vekirin û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê jî didome.
Di dîmen û wêneyên binçavkirina 12 efrîniyan de tê dîtin ku hatine îşkencekirin. Her wiha ev dîmen û wêne ji di çapemeniya nêzî hikûmetê de wekî ‘Operasyona neteweyî û xwecihî’ hatibû berpêşkirin. Li gorî nûçeya nûçegihanê MA’yê Hamdullah Kesen, Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê di kanûna sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa T ya Yayladagê bi welatiyên efrînî re hevdîtin kir û raporek amade kir. Di raporê de M.M.K. û Î.M. qala binpêkirinên mafan dikin.
Efrînî ji ÎHD’ê re axivîn
M.M.K. û Î.M. dibêjin ku her 12 efrînî jî di Girtîgeha Tîpa T ya Yayladag a Hatayê de tên girtin û van agahiyan didin: “Em ne YPG’î ne, em sivîl in. Piştî TSK û OSO ketin Efrînê, em ji aliyê OSO’yê ve hatin binçavkrin. Li ’em YPG’î ne’ hat ferzkirin. 12 rojan em bi awayekî dijwar em hatin îşkencekirin. Gef li me xwarin û gotin ‘Heta hûn nebêjin em YPG’î ne em ê we îşkence bikin. Qebûl bikin.’ Ji ber vê yekê jî me ev gef qebûl kir. Piştî 12 rojan şûnde OSO’yê em radestî Tirkiyeyê kirin û em anîn Hatayê. Îşkence li Fermandariya Cendirmeyan a Hatayê jî dewam kir. Li vir em îşkence kirin. Me ji neçarî ev yek qebûl kir. Paşê me şandin dadgehê û em hatin girtin. Li girtîgehê jî em hatin îşkencekirin.”
Ji ber îşkenceyê derûniya wan xerab bûye
Di berdewamiyê de jî M.M.K. û Î.M. got ku li girtîgehê di rojên destpêkê de gardiyanan jî ew îşkence kirine û wiha gotin: “Îşkence niha sekiniye. Em nikarin bi rêveberiya girtîgehê re pêwendiyê deynin. Di warê revîrê de pirsgirêk hene. Parêzerê me der barê îşkenceyê de gilî kir. Ji bo vê em birin nexweşxaneyê. Ger ku em nebiribûna nexweşxaneyê, dê hevalekê bimira û yek jî dê lingê xwe winda bikira. Gelek caran me daxwazname nivîsand lê bersiv nedan. Girtiyên ji Tirkiyeyê daxwaznameyên me dinivîsin. Lê gardiyan vê qebûl nakin. Ji ber îşkenceyên li me hatine kirin, derûniya me nebaş e. Pêdiviya me bi piştgiriya derûnî heye. Ji ber malbatên me li Sûriyeyê ne, em nikarin pêwendiyê deynin. Ji ber ziman em nikarin pirtûkan bixwînin. Îdare amûrên paqijiyê nade me.” HATAY