Hin kesên nasname nediyar bi keviran êrîşî avahiya HDP’ê ya Pasûrê kirin. Li gel ku HDP’yî li polîsan geriyan jî lê polîs nehatin cihê bûyerê
Hin kesên nasnameya wan nediyar duh êvarê bi keviran êrîş birin ser avahiya HDP’ê ya navçeya Pasûra Amedê. Rêveberên HDP’ê serê sibê ku çûn avahiya xwe dîtin ku êrîş pêk hatiye û ziyana madî pêk hatiye. Rêveberên HDP’ê ji bo lêkolîna bûyerê li polîsan geriyan lê polîsan got ‘divê xwediyê avahiyê gilî bike’ û bi vê bersivê neçûn cihê bûyerê. AMED