Her şer û malwêraniyek pêlên koç û koçberan bi xwe re tîne. Hinek penaberî demkî û hinek jî êdî dibin xwecihiyê cihên lê koçber bûne.
Di dîroka nêzîk de yê herî şahidî ji vê yekê re kirî û li warên wan tim bûye şer û kuştin, Kurdistan û gelê kurd e. Li aliyekê kurd tên koçberkirin û li aliyê din cihê kurdan tên talankirin. Ev yek bi dehan sal in wiha didome.
Di roja îro de êdî ne kurd tên sirgûnkirin, penaber û koç dikin, bi darê zorê ji cihê wan tê derkirin û kesên ji derveyî Kurdistan û Tirkiyeyê, ji welatên cîran ên şer û ceng bi salan e lê didomin, li navçe û bajarên kurdan tên bicihkirin.
Herî zêde di dîroka nêzîk de bi şerê DAIŞ’ê yê li Sûriye û dîsa Iraqê re destpê kirî zêdetir koçber berê xwe dane Tirkiyeyê û li kampên bajarên kurdan hatine bicihkirin, bûye rojevek esasî. Ji bo penaberên ji ber şer reviyayî neçin Ewropayê weke bendekê Tirkiye li pêşiya wan hatiye danîn û Tirkiye jî ji bo bikaribe kurdan ji cih û warê wan bike, bi polîtîkayeke taybet kampan li bajarên kurdan bicih dikin. Rêjeya herî zêde li Riha, Mêrdîn, Şirnex û dîsa gelek bajarên din hatine bicihkirin.
Li gorî daneyên fermî ku rayedarên Tirkiye û dîsa beşek Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Koç û Koçberan dayîn, nêzî 3 milyon koçberên Sûriye, Iraq, Lîbya û dîsa afganî li Tirkiyeyê ne. Ji bo ev koçber berê xwe nedin welatên Ewropa, Tirkiye gardiyaniya wan dike. Li pêşberî wê jî Neteweyên Yekbûyî ji bo Tirkiye koçberan li Tirkiyeyê bide girtin û rawestandin, pere pêşwazî dike. Yekitiya Ewropa di sala 2020’î de 650 milyon Eûro ji bo penaberan terxan kiriye, dîsa heman rêje dê di sala 2021’ê de jî pêşwazî bike.
Li vir bêm ser mijara xwe ya esasî, li vir aliyek ev penaber bi kêrî Tirkiyeyê jî tê û taybet rayedarên Tirkiye baş vê bikar tînin. A yekem Tirkiye li dijî Ewropa weke şantaj bikar tîne û her gavê bi vekirina deriyên sînor ên ji bo Ewropa û ya din jî li Kurdistanê û dîsa di mijara hilbijartinê de li dijî muxalefetê bikar tîne.
Em bên xala yekem ku di serî de welatên Ewropa û Yekitiya Ewropa ji bo koçber neçin Ewropayê ji hemû kiryarên Tirkiyeyê re bêdeng dimînin e. Ewropa ji bo di serî de welatê wan di warê ewlehî û aramiyê de xira nebe û dîsa ji bo di warê demografî de jî guhertin neyên kirin, erka xwe ya mirovî qaşo pêk tîne, dayîna pereyê ku Tirkiye ji bo koçberan weke girtîgehek servekîr be lêhatiye. Ji ber ku di nava koçberan de gelek ‘çete’ û ‘terorîst’ ên ji herêmê reviyayî û xwe li Ewropa bicih nekin û li wir kiryarên ‘terorîstî’ nekin. Ewropa weke çareserî ev rê hilbijartiye.
Li aliyê din mijara herî esasî ew e ku Tirkiye van koçberan li kîjan herêman bi cih dike û van penaberan çawa li hemberî hêz û aliyên muxalîfên hikûmetê bikar tîne ye?
Tirkiye bi taybet ji sala 2011’ê û vir ve bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê destpê kir û vir ve koçberên ji ber şer û mexdûrên şer reviyan, li Tirkiye hewand û li kampên herêmên kurdan bi cih kiriye. Ev yek heta demekê wiha meşiya. Lê bi taybet bi serketina hêzên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dîsa heta qadên Tebqa, Reqa, Minbic û gelek cihên di bin rêveberiya rejîmê de bûn rizgar kir û şûnde, Tirkiye xwe li vê ranegirt û di serî de Ezaz, Cerablûs, Bab, Idlib bi peymanê û dîsa sala 2018’an Efrîn û 2020’ê jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Penaberên ji van herêman hemû berê wan dan Tirkiye û li Kurdistanê li kampan bicih kirin. Li van kampan gelek kes kirin çete û sîxûr li dijî kurdan û hêzên Sûriyeyê yên mîna HSD, YPG, YPJ’ê amade kirin û bi ser kurdan ve rêkirin.
Beşek ji penaber û dîsa malbatên çete û çeteyên ji ber hêzên HSD’ê, YPG/YPJ’ê derbasî Tirkiyeyê bûn. Tirkiye ev penaber li pêşberî ku li dijî HSD, YPG’ê şer bikin wisa malbatên wan rehîn girtin û mêr jî kirin çete û berê wan dan bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Mînakên vê yekê jî ya di dîroka nêzîk de bi destê wan komên çete, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Li Sûriyeyê li cihên kurdan çete û malbatên wan li bakurê Kurdistanê jî li bajarên kurdan ev çete bicih kirin. Dixwazin kurdan bi rengên cuda sirgûn bikin û ji warên wan bidin koçkirin.
Di rewşa niha de ji ber pirsgirêkên şerê di navbera hikûmet afgan û Talîbanan de pêlek din a koçberan berê xwe didin Tirkiyeyê. Ev yek metirsiyek din bi xwe re tîne.
Ji ber ku Tirkiye van penaberan li dijî kurdan sor dikin û bi nijadperestiyê wan pêş dixin. Dîsa di gelek mijarên din de bikar tîne. Nimûne komên çete yên li Rojava dayîn şerkirin, niha li dijî gerîlayên Kurdistanê bi çek kirine û li Zap, Metîna û Avaşînê şer dikin. Li aliyê din li nava bajaran jî taybet li herêmên herî zêde kurd lê ne, dixwazin li hemberî kurdan rakin. Ji bo wan tê gotin ku; ‘Ev cih warê we ye, lê Kurd dixwazin hûn derkevin û ger hûn cihê xwe neparêzin wê we derbixin’ dîsa gotinên; ‘Nîjadperest ên kurd dixwazin Tirkiyeyê xira bikin’ wan perwerde dikin û dixwazin dem dirêj li dijî kurdan sor bikin. Dîsa derfetên kar û xebatê didin wan ku li herêmê bimînin. Ev jî dihêle siberojê ev penaber li herêmê bimînin û neçin warê xwe. Ev jî di warê siyasî û herêmî de ji bo siberojê dibe pirsgirêk. Em bînin bîra xwe rêjeye nêzî 3 milyon penaber hema bêje Tirkiye ji piraniyan agahdar e, dema hilbijartinê dengê wan ji bo xwe bikar tîne. Ev jî dihêle ku bi rehet bikaribe qezenc bike. Ev ne tiştek welê ye ku Tirkiye nekirî. Taybet hikûmeta AKP’ê û Erdogan tim di hilbijartinê de bi dengê penaberan bi ser ketiye.
Yek ji xala din a esasî û girîng ew e ku ev penaber siberojê dikarin ji bo mijara siyasî û herêmî pirsgirêkên cidî bi xwe re bînin. Eger ku bibin xwedî erd û dîsa li herêmê demdirêj bimînin, wê di warê sazûmanî û pêşiya gelek xebatên kurdan bibin asteng. Taybet wê tim vê yekê li dijî kurdan bikar bîne. Mîna ku çawa niha ew çete li Lîbya, Qerebax û dîsa li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tê bikaranîn.
Çawa ku niha li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê demografî û nîşaneyên kurdî tên guherîn, niha li bakurê Kurdistanê bi heman rengî nebe jî hê ziravtir û domdirêjtir heman tişt tê kirin.
Xeta nijadperest û dîsa rayedarên tirk ên sondxwariyên kurdan tenê ji bo kurdan tune bikin, hemû plan û projeyên ji bo bigihêjin armancên xwe dikin. Niha jî koçberên weke rehîn girtî, li dijî kurdan bi gelek rengan bikar tîne.
Divê weke gelê kurd em ji vê haydar bin. Li hemberî vê di warê çand, ziman û herêmî de plansazî û projeyên me yên civakî bên xurtirkirin.
Dîsa divê penaber jî ji vê rewşê haydar bin ku Tirkiye wan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Ji bo doza xwe û berjewendiyên xwe wan didin kuştin. Jin û zarokan bê xwedî dihêlin. Her wiha malbatên wan ji bo kiryarên dewletê weke rehîn tên girtin û bikaranîn.
Divê her kes bizane ku li Kurdistanê şer bi gelek rengî li dijî gelê kurd û Kurdistanê tê kirin. Hemû jî ji bo tunekirin û qirkirinê ye. Ji bo vê hewceye ku bi hemû rê û derfetên di destê xwe de li ber vê rabin û xwedî li tax, kolan û bajarên xwe derkevin. Rê nedin polîtîka û hemû kiryarên qirêj ên li Kurdistanê tên kirin.