Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi komployê xwestin gelê kurd bê îrade bikin’

 Welatiyên Kerkûkê diyar kirin ku armanca komploya li ser Ocalan bêîradekirina gelê kurd bû lê bi fikrên Ocalan ev armanc  têkçû. Welatiyan got ku erka gelên azadixwaz ew e ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan e, bişkênin

Di 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî li welatê Kenya hate girtin û radestî dewleta tirk hate kirin. Ji wê rojê heta niha Ocalan li Girava Îmraliyê tê girtin. Ji sala 2011’an ve jî tecrîda girnakirî li ser Ocalan berdewam dike. Bi vê boneyê welatiyên Kerkûkê axivîn.

Hevseroka herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Rêhan Hemadî  diyar kir armanca komploya li dijî Ocalan teslîmgirtina îradeya gelê kurd bû û wiha got: “Dijminê me her tim kesê dike hedefa xwe, pir jê ditirse. Dewleta Tirkiyeyê û welatê bihêz ji ber ku ji Rêber Ocalan gelek ditirsiyan bi komployek navneteweyî wî dan girtin. Lê belê fikir û ramanê Rêber Apo komployê ji holê rakir.” Hemadî diyar kir ku divê ew hemû piştgiriya çalakiya ku li dijî tecrîda li ser Ocalan hatiye kirin bikin û wiha axivî: “Têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelê kurd e.”

Ciwanê bi navê Eyham Xelîl balkişand ser tecrîda girnakirî ya li ser Ocalan û got ku ev tecrîd berdewama komploya 15’ê Sibatê ye û wiha got: “Tecrîd li ser tevahî gelên azadixwaz e. Ji ber ku Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd e, rêberê tevahî gelên azadixwaz e.”

Li ser heman mijarê Givara Kerkûkî  jî ev tişt anî ziman: “Rêber Apo metirsiyên mezin li ser pergala desthilatdar û dewletê çêkirin. Ji ber wê yekê Ocalan bû aramanc. Em weke ciwanên Rojhilata Navîn pêwîst e em rê nedin pilan û êrîş li ser me pêk werin û divê em tecrîda li Îmralî bişkînin.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar