Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Bi kurdî bixwîne, kurdî binivîsîne, kurdî bifikire’

Hunermenda NÇM’ê Dîlan Suyu diyar kir ku bi vekirina dibistana muzîkê ya Egîdê Cimo hewl didin p»şiya pişftinê bigirin û wiha got: “Hedefa me ev e ku em li dibistanê muzîsyenên jin bigihînin. Dirûşma me ‘Bi kurdî bixwîne, Kurdî binivîsîne, Kurdî bifikire’. Em hemû ciwan û jinan xwedixwînin dibistana xwe.”

Di 28’ê mijdara 2023’yan de li Navenda Çanda Kozyatagi ya Kadikoyê bi armanca jiyankirina mîrateya Egîdê Cimo (Mîrê Bilûrê) dibistana muzîkê ya Egîdê Cimo hat vekirin. li dibistanê li ser Kurdî , çand û hunerê ders tên dayîn. Ligel vê li dibistanê perwerda esntrumanan jî tê dayîn.

Hunermenda Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) Dîlsan Suyu, der barê xebatên dibistanê de axivî.

Dîlan diyar kir ku çanda Kurd gelek bi nirx û pir xurt e û da zanîn ku xwedî civakeke ku dikare xwe biparêze û xwe pêşde bixîne ye. Dîlanê wiha domand: “Ji ber hewcedariyê em çûn sazbûnek wisa. Ligel vê ji ber sazîbûn zêde pêş neketiye, ji ber atmosfera siyasî û civakî em îro bi pêvajoyeke asîmîlasyonê re rû bi û ne.”

Dîlan wiha dirêjî daye: “Hedefa me ev bû ku em pêşî li polîtîkayên asîmîlasyonê bigirin.Me xwest em li dijî polîtîkayên tunekirina çandê û asîmîlasyonê xebatek wisa bimeşînin. Bi taybet bi polîtîkayên şerê taybet, hişbir, fuhuş, sîxurî, ji malbatê dûrxistin li ciwanan tê ferzkirin. Me xwest em bi dibstana xwe bi zimanê dayikê perwerdê bidin ciwana û bi jiyanê bidin qezenckirin. Ji ber vê me dibistanek wisa vekir.”

Di berdewamiyê de Dîlan ev tişt anî ziman: “Me pêvajoyek wisa de gavek wisa avêt. Pêvajoyek zehmet bû. Lê em bi biryar bûn. Me kedek mezin û hewldanek mezin da. Di encamê de me dibistan vekir. Li ser jinan zext gelek mezinin. Em bi taybet jin û ciwanan dipên. Em li dibistanê muzîkjenên jin digihînin. Me navê dibistanê navê Egîdê Cimo lê danîn. Di hundara kurd de cihê Egîdê Cimo gelek girînge. Kesekî ku jiyana xwe daye ser muzîka kurdî.  Me xwest em mîrateya Egîdê Cimo ragîhînin pêşerojê. Ji ber vê me navê dibistanê kir Egîdê Cimo.”

Dîlan wiha dawî lê anî: “Em li dibitsanê bi zimanê dayikê perwerdê didin. Em li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û tunehesibandinê wisa bersivê didin. Em bê bi dengên ji radyoya Erîvanê bilind bûye bibin bersiva pergalê. Hedefa me eve ku em li dibistanê muzîsyenên jin bigihînin. Dirûşma me ‘Bi kurdî bixwîne, kurdî binivîsîne, kurdî bifikire’ ye. Em hemû ciwan û jinan dipên dibistana xwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar