Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bi kuştina min wê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin’

Jinên kurd di her kêliya jiyana xwe de li ber xwe dane û di hemû serdeman de têkoşîn dane.  Van jinên ku hem ji bo nasnameya xwe ya jinbûnê û hem jî ji bo ya neteweyî têkoşîn dane, hertim du qatan zêdetir bi tundiyê re rû bir û mane. Lê wan tu carî dest ji doza xwe bernedaye û heta dawî  bûne sozdarên doza xwe. Ji van jinên leheng yek jê jî Leyla Qasim a  ku  ji bo doza Kurdistanê  ji aliyê rejîma BAAS’ê  ve hatiye darvekirin e.

Leyla Qasim di sala 1952’yan de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê di nava malbatek welatparêz de çavê xwe li cîhanê vedike. Malbatê zarokên xwe di nava feqiriyê de mezin kirine. Tevî ku malbateke xizan bûn jî  malbatê dixwest  ku zarokên xwe bide xwendinkirin. Piştî dibistana seretayî malbat ji ber xizaniyê di sala 1958’an de koçî Bexdayê bû. Wê dibistana amadekariyê li Bexdayê qedand. Piştre beşa Civaknasiyê ya Zanîngehê qezenç kir. Leyla dema 20 salî bû Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê nas kir û gotarek nivîsand. Wê gotara xwe li ser dijminatiya Seddam Husên a li dijî gelê kurd nivîsand û ji ber vê hedef hat girtin.

Di sala 1972’yan de di nava bajarê Bexdayê de liv û tevger û têkoşîna Yekitiya Xwendevanên Kurdistanê tevî zextên îstixbarata BAAS’ê ya Iraqê her ku diçû zêde dibû. Wan salan piraniya hêz û şoreşa kurdan di bin rêbertiya PDK’ê  de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî  civiyabû. Lela jî wê demê hîn zêdetir li ser bindestiya welatê xwe disekine. Bi hevalên xwe yên xwendekar re hewl didin ji bo şiyarbûna gelê kurd çalakiyên bi bandor bikin û li zanîngehê hîn bêhtir rastiya gelê kurd bala wê dikişine.

Di 24’ê nîsana 1974’an de Leyla Qasim li gel çar hevalên xwe di encama operasyonek berfireh a hêzên rejima Baas de li Bexdayê hat girtin. Dema li girtîgehê bû bi êşkenceyên  mezin re rûbirû mal ê serî netewand. Leyla Qasim jinek têkoşer û bi cesaret bû, dema ku îstixbarata rejima Baas Leyla Qasim bi awyê dijqanûnî darizandibûn,  Leyla ji wana re wiha gotibû; “Min bikujin, lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min dê bi hezaran kurd ji xewa giran şiyar bibin. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku ezê giyanê xwe fedayê rizgariya Kurdistanê bikim. Bila ji porê min alê çêbikin”

Li Kurdistanê di çanda kurdan a kevnar de porê jinan pîroz tê dîtin. Lê dema ku kesekî/e qedirbilind û jê hez bikin bimirin û bi taybetî jî bên qetilkirin, ew porê ku pîroz e tê jêkirin û li ser cenazeyên wan an jî li kêlika gora wan tê gerandin. Ev jî tê wateya ku wê şîn bidome heta tol bê hilanîn. Ji ber vê çanda tolhildanê ye ku Leylayê gotiye  “Bila ji porê min alê çêbikin.” Ev çand îro jî li gelek  deverên Kurdistanê didome. Mînakên vê çandê dikare li goristanên Şengalê yên ku piştî fermana DAIŞ’ê bi serê kurdên êzidî de anî hatine çêkirin bê dîtin. Herwiha gotina ku wekî biwêj di devê kurdan de digere ya “Porkurê”  jî ji wê çandê  tê.

Pîştî darvekirina Leylayê navê wê li çar parçeyên kurdistanê belav bû û bi sedan malbatên kurd navê Leyla li zarokên xwe yên keç kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar