PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi lehengî gihaştin şehadetê

HPG: Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin û bi lehengî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Li herêma Dersimê êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser hêzên me bi giranî dewam dikin. Di dema zivistan û biharê de di navbera dagirkeran û hêzên me de di 23 û 24’ê kanûna 2022’an şer qewimî. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin şer kirin û şehîd bûn. Di vî şerî de derbên giran li dagirkeran hate xistin. Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrêyê me Yaşar ku karîbû bi serkeftî ji nava dijmin rizgar bibe, di 1’ê adara 2023’yan de careke din li dijî dijmin şer kir. Hevrêyê me Yaşar ku ji roja tevlî nava partiya me PKK’ê bû û pê ve li ser xeta fedaîtiyê meşiya, piştî ku demeke dirêj li hemberî dijmin şer kir, ji bo saxî nekeve destê dijmin bi fedaîtî şehîd bû.

Fermandarê Eyaleta Dersimê hevrê Yaşar Botan, endamê Fermandariya Eyaleta Dersimê Şevger Semsûr û hevrêya me Arjîn Sarya bi wêrekiyeke mezin heta dawiyê li dijî dijmin şer kirin, bi lehengiyeke mezin şehîd bûn. Ji Seyîd Riza heta Besêyan, ji Sarayan heta Bêrîtanan, ji Çetîn Sîverekan heta Atakan Mahîran, ji Zînan heta Çîçekan, ji Yilmazan heta Yaşaran Dersim bû warê gelek berxwedan û lehengiyên dîrokî. Li Dersimê têkoşîna azadiyê wê her tim dewam bike û hesreta pîroz a şehîdên me yên ezîz wê teqez pêk were. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Yaşar Botan
Nav paşnav: Osman Manak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Cahîde-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Adara 2023 / Dersim
Nasnav: Şevger Semsûr
Nav paşnav: Zeynal Kuçuk
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Hayriye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Kanûna 2022 / Dersim
Nasnav: Arjîn Sarya
Nav paşnav: Şehrîban Tekmenuray
Cihê jidayikbûnê: Antalya
Dayik-Bav: Fatma-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Kanûna 2022 / Dersim

Yaşar Botan

Hevrêyê me Yaşar Botan li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Hevrêyê me li nava malbatek û gundekî ji eşîra Zêvkî ji dayik bû, hîn di zarokatiyê de zext, îşkence û zilma dewleta tirk a qirker mêtinger dît. Zextên dijmin her roj girantir bû, sala 1994’an gundê wan hate şewitandin û valakirin û neçar man bi malbata xwe li Kurdistanê penaber bibe, derbasî başûrê Kurdistanê bû. Lê belê PDK a hevkar li şûna ku alîkariyê bi gelê me yê mexdûr û mezlûm bike, li şûna ku bi hestên neteweyî xwedî li wan derkeve bi dewleta tirk re hevkarî kir û êrîş bir ser gelê me yê penaber ê ji Bakur hat. Êrîşên dewleta tirk û xiyaneta PDK’ê yên li dijî gelê me yê koçberbûyî heta sala 1998’an neqediyan, gelê me yê welatparêz gelek caran cihê kampê guhert û herî dawî li Mexmûrê bi cih bû ku mîna çolekê bû. Lê belê xelkê Botanê yê leheng ku heta dawiyê bi welat, nasname, ziman, çand û nirxên xwe yên welatparêziyê girêdayî bû hem li hemberî dijmin hem jî li hemberî êrîşên xiyanetkarên hevkar ti carî serî netewand û ji sekna welatparêziyê tawîz neda. Xelkê Mexmûrê çolek kir qada jiyanê, mûcîze afirand. Heq ji her cûre şert û mercên giran derket, berdêlên mezin da û rûmeta xwe parast. Lewma xelkê me yê welatparêz ê li Mexmûrê ji bo gelê Kurd bû mînaka welatparêziyê, bû cihê hurmetê.

Hevrêyê me Yaşar jî li Mexmûrê li nava cîhaneke nû mezin bû ku her kêliya xwe bi çanda jiyana şoreşgerî hate hûnandin. Ji vê jiyana bedew gelekî kelecan û moral wergirt. Ji welatê xwe dûr jî be bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dît, bi hişmendiyeke civakî ya xurt mezin bû. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re ji hestewariyê bêhtir gihand asta hêza têgihiştinê. Mîna her malbateke me ya welatparêz a li Mexmûrê, ji malbata hevrêyê me Yaşar jî tevlîbûn li nava refên partiya me PKK’ê çêbû. Apê hevrêyê me Yaşar Zindan Cîzre (Abdullah Manak) di sala 1994’an de li Zagrosan şehîd bû. Gelê Kurd bi hêrseke mezin li ber Komploya Navneteweyî rabû, ji heft heta heftê salî bi dehan şehîdên me çalakiya fedaî kirin. Yê ku nerazîbûna herî mezin li hemberî Komploya Navneteweyî nîşan da xelkê me yê welatparêz ê Mexmûrê bû ku dilsoziya xwe ay bi Rêber Apo re di demên herî zehmet de bi dayina bi dehan ewladên xwe ji bo refên gerîla, nîşan da ku divê bersiveke çawa ji komployê re bê dayin. Hevrêyê me Yaşar ku timî dixwest bibe gerîla, heman piştî pêkhatina Komploya Navneteweyî, di 27’ê Sibata 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Yaşar li nava refên gerîla piştî ku perwerdeya xwe ya destpêkê ya leşekrî qedand, di sala 2000’î de ji bo bibe hevrêyekî baş ê Rêbertî û şervanekî tolhildanê, bi pêşniyara xwe tevlî nava rêxistina fedaiyan bû. Komên destpêkê yên fedaî ku wê piştre bibûya Saziya Hêzên Taybet, bûn hîmên bingehîn ên rêxistiniya fedaîtî û profesyonel a li nava refên gerîla. Hevrêyê me Yaşar bû yek ji kedkarên destpêkê û pêşengên saziya fedaiyan, di heman demê de li vê derê perwedeyên berfireh ên îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî wergirt. Di sala 2003’yan de dema ku tasfiyekariya çetetî û xiyanetê ya li nava tevgera me weke meylekê derkete holê, wî xwe danî aliyê xeta Apoyî, ti carî ji xetê xwe şaş nekir, derbasî nav ewlekariya hevrêyên li rêveberiya tevgera me bû û bi erka parastina wan rabû.

Hevrêyê me Yaşar ev wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî û li ser bingeha Pêngava 1’ê Hezîranê di sala 2004’an de berê xwe da bakurê Kurdistanê û derbasî Dersimê bû. Li Dersimê 5 salan bênavbera têkoşiya, li her devera Dersimê gerîlatî kir. Hevrê Yaşar di sala 2009’an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li Biryargeha Hêzên Taybet salekê li ser pratîka Bakur kûr bû, piştre di zivistana 2010-2011’an de li Akademiya Hakî Karer beşdarî pêvajoya perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bû. Ji bo pêvajoya pratîka xwe rast binirxîne bi xurtî tevlî karên akademiyê bû û encamên gelekî bi bandor bi dest xist. Piştî akademiyê weke berpirsyarê ewlekariyê yê hevalekî li rêveberiya tevgera me hate wezîfedarkirin, sê salan ev wezîfeya hesas û krîtîk bi cih anî. Ev pêvajoya sê salan a li gel rêveberiya rêxistinê ku rêbaza kar a rêxistinê ji nêz ve şopand û encamên mezin wergirt, weke serdema herî girîng a jiyana xwe ya şoreşgeriyê pênase kir. Di sala 2013’an de ji bo perwerdekirina ciwanên Kurd û şoreşgerên ciwan ên enternasyonal ku pêl bi pêl diherikîn nava refên PKK’ê, berpirsyariya koordînasyona perwerdeya şervaniya nû da ser xwe. Du salan di vê pêvajoyê de gelek hevrêyên xwe perwerde kir, ew ji têkoşîna şoreşgerî re amade kir, tecrûbeyên xwe yên berfireh da wan û ev wezîfeya xwe ya dîrokî bi serkeftî bi cih anî. Di sala 2016’an de li Ocaxa PKK’ê tevlî perwerdeyê bû, diyar kir ku kûrbûna di vê demê de ji her demê xurtir bû. Li ser xeta partiyê xwe kûr kir, wezîfeyên rojane û polîtîkayên demê yên partiya me fêhm kir û weke PKK’iyekî fedaî bi berpirsyariya xwe tevgeriya. Li ser vê bignehê tevî ji fermandarên me yên leheng Yilmaz Dersim pêşniyar kir ku derbasî Dersimê bibe û pêşniyara wan herduyan hate qebûlkirin.

Bi fermanarekî mezin ê mîna Yilmaz Dersim ku li Dersimê bi salan bi hev re ma, mil dan hev û di sala 2016’an de derbasî Dersimê bû. Dema ku gihîşt Dersimê di asta fermandariya eyaletê de bi berpirsyarî rabû, ji ber ku qada Dersimê baş nas dikir, bêyî zor û zehmetiyê bikişîne derbasî pratîkê bû. Ji bo bersivê bide êrîşên dijmin ên li ser qada Dersimê, bi fedakariyeke mezin kete nava lêgerîna pêngavên taktîkî. Hem çalakiyên welê bi rêxistin kir ku derb li dijmin hate xistin, hem jî ji bo karibe gerîlatiya serdema nû li Dersimê bixe pratîkê gelekî hewl da. Hevrêyê me Yaşar bi dilnizmî, coş, kelecan û moralê xwe bû çavkaniya hêzê ji hevrêyên xwe re. Ji ber ku jiyana li ser pîvanên fedaîtiyê yên PKK’ê ji xwe re kir esas, di nava ti şert û mercî de tawîz ji pîvanên fedaîtiyê neda, milîtaniya Apoyî bi rengekî şareza temsîl kir. Weke fermandarê eyaletekê wezîfeyên biçûk an jî mezin, di nava şert û mercên herî giran de li Bakur bi fedakariyeke mezin gerîlatî kir. Tevlîbûna mînak a fermandar hevrêyê me Yaşar, bû mînak ji hevrêyên xwe re.

Hevrêyê me Yaşar li Dersimê di 1’ê Adara 2023’an de di operasyoneke dijmind e li dijî dijmin bi lehengî şer kir. Ji roja ku tevlî nava partiya me PKK’ê bû û pê ve timî li ser xeta fedaîtiyê meşiya, piştî ku demeke dirêj li hemberî dijmin şer kir, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bi fedaîtî şehîd bû. Hevrêyê me Yaşar ku ewladekî leheng ê xelkê me yê Botanê ye, weke ciwanekî kurd ê ji warê xwe hate sirgûnkirin û di nava şert û mercên giran de mezin bû, bi îdeolojiya Apoyî gav avêt, xwe gihand milîtaniya fedaî, bû fermandarekî gerîla yê wêrek û bi têkoşîneke 24 saetan a bênavber bû lehengekî mezin ê gel. Hevrêyê me Yaşar ku fermandarê fedaî bû jiyana xwe ya civakî û şoreşgerî veguehrand destaneke têkoşînê ya mezin. Wê her tim rê nîşanî têkoşîna me bide, di bin fermandariya şehîdan de wê hevrêyên xwe bi ser bixîne. Li ser vê bingehê di şexsê hevrêyê xwe Yaşar Botan de em soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan hemûyan re dubare dikin û diyar dikin ku em ê bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad xwedî li bîranînên wî derkevin.

Şevger Semsûr

Hevrêyê me Şevger ji malbateke bi eslê xwe ji gundê Hesenko yê bajarokê Komir ê Semsûrê ye, lê belê malbata wî ji ber hin sedeman ji gundê Trintil ê ser bi navendê hate koçberkirin. Li nava malbateke elewî ji dayik bû û mezin bû. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta tirk a qirker ku li ser xelkê me yê Elewî dimeşîne, bandor li malbata hevrêyê me Şevger jî kir û neçar ma ku xaka xwe biterikîne û koçî gundekî cuda bike. Tevî van hemûyan jî çanda xwe ya kurd-elewî parast. Hevrêyê me Şevger jî ku li nava malbateke bi vî rengî mezin bû, hîn di zarokatiyê de bû xwedî kesayetekî bi înad, karker û li nava malbatê bû cihê hezkirinê. Hevrêyê me Şevger ku hîn di temenekî zû de ked nas kir, di kesayetiya wî de hesta berpirsyariyê hate rûniştandin. Hevrêyê me Şevger ku ciwanekî jêhatî yê elewî bû, li gel bêderfetiyan jî bû xwendekarekî serkeftî. Mîna gelek ciwanên kurd dûrî malbata xwe li wargehên ji bo asîmîlekirina ciwanên kurd hatin avakirin neçar ma bimîne. Lê belê tevî vê yekê jî bi saya kesayetiya xwe ya bi inad ji cewhera xwe qut nebû. Hevrêyê me Şevger di temenê ciwantiyê de li hemberî van polîtîkayan bû xwedî hêrseke mezin û kete nava lêgerîna li rêyên têkoşînê. Di dema xwendina lîseyê de ciwanên kurd nas kir û bi van ciwanan re nîqaş kir, hebûn û têkoşîna gelê kurd hîn bêhtir têgihişt. Hevrêyê me Şevger ku kesayetekî jêhatî bû, piştî perwedeya lîseyê derbasî Zanîngeha Ûlûdagê bû. Li vê derê polîtîkaya asîmîlasyonê û qutkirina ji cewhera xwe ya li ser ciwanên kurd dihate meşandin ji nêz ve dît û piştî ku demekê xwend, dest ji zanîngehê berda, piştre xwe ji nû ve ji ezmûnan re amade kir. Hevrêyê me Şevger pişte çû Zanîngeha Firatê, li vê derê rêxistinên ciwanan bêhtir ji nêz ve nas kir û bi çalak tevlî kar bû. Hevrêyê me Şevger di vê demê de li bajarên Kurdistanê kar kir, ji bo xwedîderketina li nirxên bi berdêlên giran hatin afirandin, cewhera têkoşînê ya gelê me ku bêtirs têdikoşe ji nêz ve dît û kete bin bandora wê. Bi taybetî bi çalak tevlî çalakiyên xwedîderketina li Rêberê me bû û dest bi lêgerîna li rêyên têkoşîneke hîn xurtir kir. Hevrêyê me Şevger li ser vê bingehê biryar da tevlî nava refên gerîla bibe û sala 2004’an tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Şevger ku perwerdeya şervanên nû li qada Xinêrê dît, bi tevlîbûna xwe ya bi zanebûn û berpirsyariya li pêşberî gelê xwe, bi hunera xwe ya pratîkî her kar kir, bi van taybetmendiyên xwe hîn di destpêkê de bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me Şevger ku perwedeya şervanên nû bi serketî qedand, piştre li qada leşkerî hate wezîfedarkirin û li Xakurkê, Xinêrê û Zagrosan pratîk kir. Di vê demê de ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, tevlî perwerdeyê leşkerî yên kûr bû û xwe gihand astekê. Piştî pratîkên xwe yên serkeftî xwest ku têkoşînê xurtir bike û sala 2010’an derbasî herêma Dersimê bû.

Hevrêyê me Şevger bi kesayetyia xwe ya kedkar û karker zû hînî pratîka zehmet a Dersimê bû, tevlî kar bû û bi roleke çalak rabû. Di demeke kurt de xwe di karên pratîkî de ispat kir û di asta rêveberiyê de bi wezîfeyê rabû. Piştre bû rêveberê qadê û wezîfeya xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Şevger, ku bi pîvana serketinê nêzî wezîfeyan bû, bi vê taybetmendiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi şarezabûna xwe ya li gerîlatiyê, bi înîsiyatîf û pêşengiya xwe ya pratîkî ne tenê li qada lê bû, her wiha bandor li qadeke berfireh kir. Salên ku li herêma Dersimê ma bi çalakiyên bi bandor tirseke mezin xiste nava dijmin. Di gelek çalakiyand e ku di plansazî û pratîkê de beşdar bû, kir ku derbên gelekî mezin li dijmin bêne xistin. Li hemû qadên Dersimê, ked da hevrêyên xwe hemûyan û li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Şevger di temenê ciwantiyê de berpirsyariyên giran hilda ser xwe, bi hişmendiyeke mezin û pêşvebirina xwe, bi cih anî. Li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî her roj xwe perwerde kir û hevrêyên xwe jî li ser vê xetê bi rêxistin kir. Weke fermandarê pêşeng ê dema nû û yek ji milîtanên Apoyî bi berpirsyarî rabû, bi îdîa û baweriyeke mezin encamwergirtin ji xwe re kir armanc. Hevrêyê me Şevger di gerîlatiya xwe ya 18 salan de serkeftinên mezin pêk anî, ji hevrêtî û milîtaniya Apoyî tawîz neda. Hevrêyê me Şevger bi kesayetiya xwe ya kedkar, bi nêzîkatiya li wezîfeyê bi çalakgeriya xwe, bi sekna xwe ya xurt a li hemberî dijmin, mîrateyeke mezin a berxwedanê ji ehvrêyên xwe re hişt. Bi taybetmendiyên kesayetiya xwe rêya serketinê nîşan da.

Hevrêyê me Şevger 24’ê kanûna 2022’yan li herêma Dersimê di êrîşa dijmin de tevî hevrêya me Arjîn Sarya bi lehengî şer kir, fedaîtiya Apoyî pêk anî û şehîd bû.

Arjîn Sarya

Hevrêya me Arjîn li nava malbateke welatparêz a ji Şirnexê, li Antalyayê ji dayik bû. Malbata wê ji ber zexta dijmin neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike, lewma dûrî welatê me Kurdistanê ji dayik bû û mezin bû. Vê yekê nekarî hevrêya me Arjîn ji cewhera wê qut bike. Ji ber ku ji derdora malbata wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, her wiha xizmên wê li zindana dijmin hebûn, hevrêya me Arjîn hîn di temenê biçûk de partiya me PKK nas kir. Tevî ku ji welatê me Kurdistanê dûr bû, ji ber welatparêziya malbat û xizmên xwe, her wiha şoreşgeriya wan, dilê wê timî li Kurdistanê bi gerîlayên azadiya gelê me re bû. Ji ber ku civaka li derdora wê bi karakterê faşîst bû, her wiha ji ber êrîşên qirker ên dijmin ên li ser gelê me û têkoşîna azadiyê, hevrêya me Arjîn rastiya dijmin hîn baştir nas kir. Weke jineke kurd a ciwan, xwe ji azadiya gelê me berspirsyar dît û kete nava lêgerîna têkoşînê. Li dijî siyaseta qirkriinê ya dijmin baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî bi bandor li çiyayên Kurdistanê bi gerîlatiyê tê dayin û sala 2014’an berê xwe da welatê me Kurdistanê, ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ji herêma Amedê derbasî Dersimê bû û li vir tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû. Ji ber ku ji bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû ku cihê têkoşîna herî bi bandor a şerê me yê gerîla ye, her wiha ji ber ku di nava şert û mercên şer de perwedeya gerîlatiyê wergirt, hevrêya me Arjîn di demeke kurt de ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û bû gerîlayeke şareza. Hevrêya me li gelek qadên Dersimê gerîlatî kir, bi taybetî ji dil baweriya xwe bi jinûve avakirina gerîla anî û pêwîstiyên wê pêk anî. Lewma bi vî rengî weke gerîlayeke YJA Starê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Şehadeta fermandarê me yê Dersimê Yilmaz Dersim, Jîndar Ezgî û Çîçek Botan bandoreke mezin lê kir û li ser sedemên şehadeta wan kûr bû, hewl da bi rengekî rast xwedî li bîranînên van hevrêyên me derkeve. Li ser vê bingehê kûrbûna xwe bi giranî li ser çalakiyên li dijî dijmin bû, ji bo çalakiyan lidar bixe bi fedakariyeke mezin têkoşiya. Li herêma Dersimê tevlî gelek çalakiyan bû, wezîfeyên hevrêtiyê yên ji bo hevrêyên şehîd bi cih anî. Li qada leşkerî jî sekna xwe ya milîtanî û serkeftî, timî bi danheviya îdeolojîk xwedî kir. Ji bo xwe weke pîvaneke hêjayî hevrêyên şehîd diyar kir ku xeta jin a azad a PKK-PAJK’ê di kesayetiya xwe de ava bike û bibe şervaneke vê xetê. Ji ber vê jî li her qadê ji bo xeta jin a azad biparêze û pêşengiya jinan li her kêliya jiyanê serwer bike, gelekî ked da. Her gavê bi hevrêyên xwe re parve kir ku parastina xeta azadiya jinan bi hîskirin û jiyana bi Rêbertî dibe. Tu carî ji bîr nekir ku serkeftina li qada leşkerî jî bi şarezebûna li qada îdeolojîk û jiyaneke li ser bingeha rast dibe. Ev yek bi sekna xwe ya li nava jiyanê xiste meriyetê.

Hevrêya me Arjîn bi sekna xwe, ji dilbûna xwe, bi duristiya xwe û kesayetiya xwe ya kedkar ji hevrêyên xwe hemûyan re bû mînak. Hevrêya me Arjîn 24’ê kanûna 2022’yan di operasyonên dijmin de weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û gihaşt şehadetê.

de weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kir û şehîd bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar