Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin’

KCD, DBP, TJA û HDP’ê diyar kir ku di Newrozê de bi milyonan kesên daketin qadan li dijî êrîşên AKP-MHP’ê gotin ‘em li vir in’ û bi milyonan kes daxwaza azadiya Ocalan kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Ciwanan a HDP’ê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê ku bi beşdariya milyonan kes bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Buroya Peywendiyê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê pêk hat.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li ser navê TJA’yê parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara beşdarî civînê bûn. Di civînê de spasî ji xelkê re hat kirin.

Bersiva AKP û MHP’ê hat dayîn

Di civînê de ewilî hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û destnîşan kir ku Newroz bi sed salan e ji bo gelê kurd hem hatina biharê ye û hem jî cejna ku daxwazên azadî û aştiyê lê tên kirine ye.

Ozturk anî ziman ku gelê kurd pîrozbahiya Newroza îsal di bin siyas êrîşên desthilatdariya AKP’ê û MHP’ê de li dar xistiye û wiha got: “Desthilatdariyê di salek dawî de polîtîkayên qirêj li dijî gelê kurd bi rê ve bir. Di vî salek dawî de digotin ‘me kurdan qedand û êdî nikarin werin ba hev û daxwaza nasnameya xwe bikin’. Lê belê bi milyonan xelkê me ji Stenbolê heta Amedê daket meydanan û peyama ‘em li dijî van polîtîkayên we yên qirêj û êrîşên we va li vir in’ dan. Gelê kurd carek din azadî û aştiyê xwest. Bi milyonan kes li meydanan gotin ‘Rêberê me Ocalan e û ji bo aştiya Tirkiyeyê navnîşan Ocalan e’. Daxwazên azadiyê yên gelê kurd ji bo me ferman e. Em carek din spasiya gelê xwe dikin.”

Peymên gel

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku bi milyonan kes di Newrozê de daket meydanan û peyamên pir aşkere dan rêveberên vî welatî û Rojhilata Navîn û wiha domand: “Newroz ji bo gelê kurd rojek girîng e. Me di serdemek de ku êrîş li ser destkeftiyên gelê kurd hene Newrozê pîroz kir. Peyamên herî zelal û girîng ên li qadan rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan bû û daxwaza azadiya wî bû. Bi milyonan kes navnîşana çareseriyê Îmraliyê nîşan dan. Her wiha peyamên berxwedan, têkoşîn, azadî û yekitiyê jî hatin dayîn. Xelkê me bi yekdengî li dijî hewldana girtina HDP’ê ku li ser fikrên Ocalan hatiye avakirin jî derket û xelkê li îradeya xwe derket.”

Jin li dijî tecrîdê azadiyê qîr kirin

Parlamenter Semra Guzel jî li ser navê TJA’yê axivî û ev tişt anî ziman : “Jinan li meydanan li dijî qirkirin, tundiya li ser jinan dengê xwe bilind kirin û li dijî tecrîdê azadiyê parastin. Jinan bi dengek bilind hêrsa xwe li dijî betalkirina Peymana Stenbolê jî anî ziman. Bang û daxwaza jinan dîrokî bû.”

Newrozeke ciwan bû

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî anî ziman ku Newroza îsal di serdemek dîrokî de pêk hatiye û xwest peyamên ciwanan ên li qadan pir zelal û rast werin xwendin û encamek baş jê were derxistin.

Mîmkara destnîşan kir ku wan di vê Newrozê de dît ku ciwan li dijî polîtîkayên li ser ciwanan derketin û sekna xwe ya li dijî tecrîda li Îmraliyê nîşan dan û beşdariya ciwanan zêde bûye û Newrozek ciwan pîroz kiriye.

Her wiha Mîmkara got ku ji ber beşdariya pîrozbahiya Newrozê spasiya gelê xwe dikin û xwest her kes bi ruhê Newrozê tev li têkoşîna serdama were bibe. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar