Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bi milyonan kurdan îro li qadê Newroz pîroz kir

Bi milyonan Kurdistanî daketin qadan û Newroza 2022’yan bi coşek mezin pîroz kirin. Kuran li qadên Newrozê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir

Bi sedhezaran gelê kurd daketin qadan û Newroza bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” pîroz kirin. Di serî de li Amed, Sêrt, Nisêbîn, Wêranşehir, Mûş, Konya, Şengal, Cizîr, Gever, Agirî, seranserî Rojava û Başûrê Kurdistanê, li çiyayên azadiyê, Ewropa, Asya û hemû deverên ku kurd lê dijîn agirê Newrozê hat pêxistin û Newroza Serkeftinê hat pîrozkirin. Gelê kurd, bi cil û bergên xwe, qadên Newrozê xemilandin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Li bajarê Amedê ku her sal bi beşdariya sed hezaran kes Newroz tê pîrozkirin, îsal jî bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” pîrozbahiya fînalê hat lidarxistin. Pîrozbahî li Parka Newrozê ya Amedê pêk hat. Amedî ji serê sibehê ve ji ji zarok û ciwanan bigire heta kal û pîran her kes berê xwe da qada Newrozê. Tevî astengkî û provokasyonên polîsan jî bi sed hezaran li qadê kom bûn. Li qadê bi sed hezar kes daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û dirûşmên azadiyê li qadê olan dan. Bi deh hezaran ciwanên qadê tije kirin dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Mêvanên ku ji derveyî welat xwestin werin beşdarî pîrozbahiyê bibin jî hatin astengkirin.

Ji ber ku di ketinên qadê de xelk ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, bernameya pîrozbahiyê dereng dest pê kir. Bi hezaran kes bi saetan di ketinên qadê de hatin sekinandin. Gel bertek nîşanî polîsan da û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimîn. Gelek bi êrişa polîsan re rûbirû man û ciwanan bi avêtina keviran bersiv da êriş û astengiyan. Di ketina qadê û bûyerên ku derketin de herî kêm 300 welatî hatin bindestkirin. Li ser berxwedana gel polîs neçar man xwe paş ve vekişînin û deriyan vekin. Li ser vê yekê bi deh hezaran kes herikî qadê.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bûcak, Alîkarê Serokê Giştî yê PÎA Ahmet Kaya û ji DDKD’ê Nesrîn Askar bi hevre derketin ser dikê û bi hevre gel silav kirin û wêneyên yekitiyê dan.

Serokê Komîteya Amadekar û Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axaftina destpê kir û wiha got: “Em cejna bi milyonan pîroz dikin. Bi ruhê Rehşanan, Zekiyayan cejna Newrozê pîroz be. Newroz hebûn e, Newroz hebûna li dijî zilmê ye. Newroz berxwedan e. Newroz berxwedana 2 hezar û 600 sal e. Heta ku li ser vê axê zilm hebe, em ê li ber xwe bidin. Amed berxwedan e, hezar silav li we be. Yên ku dibêjin em ê îradeya kurdan bişikînin, bila baş li vê qadê binêrin, vaye Amed, vaye îrade. Kes nikare îradeya gelê kurd bişikîne.”  Ceylan newroza girtiyên nexweş û hemû girtiyan pîroz kir û got: “Cejna Newrozê ya berxwedêrên zindanan pîroz be.”

SÊRT: Li Sêrtê gel serê sibê ji malên xwe derketin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn.  Li qada pîrozbahiyê alên HDP’ê hatin daliqandin û jin, zarok, ciwan û pîr û kal bi cilên xwe yên neteweyî û bi rengê kesk, sor û zer tevlî pîrozbahiyê bûn.  Rêveberên HDP, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê û rêxistinên civakî jî li qadê amade bûn.

CIZÎR: Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sed hezaran kes tevlê pîrozbahiya Newrozê ya li qada Newrozê ya TOKÎ bi dirûşmeya “Dem dema serketinê ye” hat lidarxistin bûn. Li qadê coşa ciwan û jinan bê navber dom kir, bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di Newroza Cizîrê de ku zêdetirê sed hezaran kes tevlê bibûn de peyamên berxwedanê hatin dayîn û azadiya Abdullah Ocalan hate qêrîn.

NISÊBÎN: Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdîn de jinan bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi laçikên kesk û sor û zer reng dan qada pîrozbahiyê. Qada pîrozbahiyê bê navber bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Newroz pîroz be”, “Bê Serok jiyana nabe”, “Şehîd namirin”, “Bijî Kurdistan”, “Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” dihejiya. Piştî dirûşmeyan dest pê kir, polîsên ku xwestin bikevin qadê rastî berteka gel hatin. Ji ber berteka gel polîs neçar man ji qadê birevin.

GEVER: Li navçeya Gevera Colemêrgê bi hezaran kes Newroza “Dem dema serkeftinê ye” pîroz kir. Piştî pîrozbahiyê bi hezaran Geverî ber bi navenda navçeyê ve dest bi meşê kirin. Girse dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

MÛŞ: Li Mûşê bi tevlibûna bi hezaran kesan li Qada Îstasyonê Newroz hat pîrozkirin. Hejmareke zêde ya polîsan li derdora qadê bû û bergiriyên awarte girtibûn. Polîsan li seranserî rêyê, qada Newrozê bi bariyan dorpêç kiribûn. Li derdora qada pîrozbahiyê li gel tîmên taybet, her wiha polîsên trafîkê û bi dehan komên polîsên sivîl û yên çevîk jî hebûn. Ciwanên ku dixwestin di du noqteyên lêgerînê bikevin qada Newrozê, bi hinceta “lêgerîna bombeyê” bi saetan li derve hatin sekinandin.

ERZIROM: Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin, bi tevlibûna hezaran kesan li navçeya Tatos a Erziromê dest pê kir. Newroz, li Dûryana Xaçerêyê hat pîrozkirin. Hêj ji saetên serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan qada Newrozê.

ŞIRNEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, Newroz bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” li ber avahiya HDPê ya Navçeyê bi çoşeke mezin hat pîrozkirin. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeyê, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û timik dûrişmeyên mîna “Bijî Serok Apo” , “Em ê bi berxwedanê qezend bikin” û “Jin Jiyan azadî” hatin berzkirin.

AGIRÎ: Yek ji bajarên pîrozbahiya Newrozê ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” lê bi coş hat pîrozkirin jî Agirî bû. Pîrozbahî li kêleka Stadyûmê hat lidarxistin û agirê Newrozê hat vêxistin. Welatî dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin. Li qada pîrozbahiyê pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hat daliqandin û gelek ciwan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li Rojava Newroz

Li Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrikê, Amûdê, Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Efrîn, Herêma Firatê, Reqa û Helebê agirê Newrozê hate dadan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên îsal ên Newrozê bi dirûşma “Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022’an bikin Newroza Rêber Apo” hat lidarxistin. Li Amûdê li gundê Çaxir Bazar, li Til Temirê li Qasrekê, li Dirbêsiyê li gundê Çol Bustan, li herêma Şehbayê li gundê Elawşê ya navçeya Ehdas, li herêma Firatê li aliyên Til Meştenûr a Kobanê, li Reqayê li meydana fekoltiya Çandiniyê, dayikên şehîdan agirê Newrozê hat dadan û pîrozbahiyên Newrozê  bi coş hatin kirin. Di pîrozbahiyan de banga yekitiyê li gelê kurd hat kirin, îxaneta PDK’ê hat şermezarkirin û êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar