Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Bi milyonan zarokên keç û jin li ser bedena xwe ne xwedî biryar in

Li gor encama Rapora Nifûsa Cîhanê ya 2021’î ku ji aliyê UNFPA’yê ve hat parvekirin, bi milyonan zarokên keç û jin li ser bedenan xwe ne xwedî maf in

Navenda Nûçeyan |

Li gor encama Rapora Nifûsa Cîhanê  ya 2021’î ku ji aliyê Fona Nifûsê ya Yekitiya Netewan (UNFPA) ve hat parvekirin, bi milyonan zarokên keç û jin li ser bedenan xwe ne xwedî maf in û pêşiya mafê biryardariya wan tê girtin.

Dîrektora Îcra ya UNFPA’yê Natalia Kanem têkildarî encamên raporê axivî û ev encam wek ‘rewşeke xirab a ku fikaran bi xwe re tîne’ pênase kir.

Rapora UNFPA’yê li gor 57 welatên xizan û yên hindik pêş ketî  û her wiha li welatên Afrîka, Asya, Ewropa û Amerîkaya Latînî hatiye amadekrin. Li gor vê raporê ji sedî 55 zarokên keç û jin tenê têkildarî jiyana xwe ya zayendî û tevahiya jiyana xwe ya di malê de biryarê didin yên din jî bi giştî li gor derdorê û ji aliyên mêran ve biryar li ser bedena wan tê dayîn.

Di rapora ku li gor zarokên keç û jinên temenê wan di navbera 15-49’î de  hat amadekirin de,  biryara jinan a der barê jiyan wan a malbatî, cinsî û hwd. de bi giştî li gor welatan diguhere.

Li welatên wek Amerîkaya Latînî û yên rojhilat û başûrêrojhilatê Asyayê ji sedî 76 zarok û jin têkildarî plansaziya malbatî û jiyana xwe ya zayendî ew bi xwe biryarê didin lê belê li welatê Afrîkaya bin çola Sahrayê ev rêje heta nîvî jî dadikeve. Li Malî, Nijer û Senegalê jî encex kêmtir ji sedî 10 jinan li ser bedana xwe biryarê didin. Li Etîyopyayê ji sedî 53’an jin tenê li gor daxwaza xwe li hember têkiliya zayendî derdikevin û biryarên li ser bedena xwe red dikin. Ji sedî 94 jinên Etîyopyayê jî der barê kontrolkirina zarokanînê de ya bi hevjînên xwe re yan jî bi tenê serê xwe biryarê didin.

Di raporê de bi pirsa “Dema ku jinek li ser bedena xwe xwedî biryar be gelo dê di qadên din ên jiyanê de çiqasî bi biryar bin” hat pirsîn û hat gotin ku pêşketin encex bi wekheviya zayendî, bi awayek pêkhatî, civakî û bi wekheviya aboriyê pêkan e. Ger ku di van qadan de wekheviyek pêk were encex wê demê dê jin biryara pêşeroja xwe bidin.

Lêkolînerên ku di vê raporê de xebatên xwe kirine jî diyar kirin ku hewce ye şert û mercên newekheviyên li hember jinan ji holê rabin û wiha gotin: “Hewceye mêr li hember biryarên jinan bi rêzdarî nêzîk bibin û bi mêraniya xwe rê li be jinan negirin.” Çavkanî: Rojnameya Xwebûnê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar