Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi munasebeta 8’ê Adarê qert û name ji jinên girtî re hat şandin

DAKAP û TJA'yê bi munasebeta 8'ê Adarê ji bo jinên li girtîgehan qert û name şandin û gotin em ê "salê hîn xurtir pêşwazî bikin".

Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ji bo jinên li girtîgehan qert û name hatin şandin. Jinan ji Postaxaneya Mezin a Sûra Amedê qert û name şandin. Berî qert û name bên şandin li ber PTT’ê daxuyanî hat dayin. Di daxuayaniyê de pankarta bi nivîsa “Jin jiyan azadî” û “Şîna me sedema têkoşîna me ye” hat hilgirtin.
‘Em ê vê salê hîn xurtir pêşwazî bikin’
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya berî daxuyaniyê axaftin kir û got:”Me dîsa dît ku rêxistinbûyina jinê çiqasî girîng e. Em îsal jî hîn xurtir 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Em ê di destpêkê de ji bo jinên girtî qertan bişînin.”
Piştre Berdevka Demî ya Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Songul Can, metna çapemeniyê xwend.
‘Em ê piştevaniya xwe mezin bikin’
Songulê bi lêv kir ku ew aştî, edalet, azadî, wekhevihiyê diparêzin û got:”Ji bo mafên me bi dest xistine em ê têkoşînê mezin bikin. Ji ber hilweşîn û kesên jiyana xwe ji dest dane em xemgîn in. Li dijî kesên bûn sedema vê yekê em bi hêrs in. Em ê piştevaniya xwe mezin bikin û nîşan bidin ku tu jin ne bi tenê ne.”
‘Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin’
Songulê da zanîn ku erhej tiştekî xwezayî ye lê belê texrîbatên wê dikaribû bi tedbîran bihata astengkirin û got:”Îmara efûyê jî bû sedema vê karesatê. Bi OHAL’ê re me dît ku tenê derdê vê rejîma faşîst bekaya wê ye. Em ê wekî jin di vê pêvajoyê de li dijî zext, astengî, tundiya bi serdestiya mêr pêk tê piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin.”
‘Em ê hesab bipirsin’
Songulê da zanîn ew ê hesab bipirsin û wiha pê de çû:”Em ê ji her kesê ku bi hêrsa karê xwezayê talan dike, bajarê me veguherandine goristana beton, bûye sedema gelek kes jiyana xwe ji dest bidin hesab bipirsin. Em ê di 8’ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin.”
Piştî daxuyaniyê jinan ji jinên girtî re qert şandin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar