Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi navê DAIŞ’ê gefa kuştinê li hevşaredarê HDP’î xwarin

Di rojên dawî de sîxurtî li rêvebir û hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tê ferzkirin û bi vê yekê re gelek êrîşên dijwar li hemberî wan pêk tên. Di vê pêvajoya ku ji hêla dewletê ev êrîş li hemberî HDP’iyan pêk tên, Hevşradarê Navçeya Silopyayê ya Şirnexê Suleyman Şavlûk bi gefa kuştinê re rûbirû ma. Kesekî nasnameya wî ne diyar li ser hesabên medyaya civakî bi navê DAIŞ’ê gefa kuştinê li Hevşaredarê Silopyayê Suleyman Şavlûk xwar.

Kesê ku ev demeke gefa kuştinê li Şavlûk dixwe, herî dawî di 16’ê cotmehê de bi nimreyeke Tirkiyeyê ya WhatsAppê wêneyên fermandarên DAIŞ’ê û înfaza hin dîlên di destê DAIŞ’ê de ji Şavlûk re şand û gefa kuştinê lê xwar.

Şavlûk derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ev gef nêzî salekê ye lê tê xwarin.

Şavlûk destnîşan kir ku gef ji hela heman kesî ve li ser mecrayên cuda yên medyaya civakî lê tê xwarin û wiha got: “Kesê gef li min dixwe herî dawî di 16’ê cotmehê de li ser xeteke whatsAppê ya vekirî bi wêneyên fermandarên DAIŞ’ê û înfaza hin dîlên di destê DAIŞ’ê gefa kuştinê li min xwar. Peyamên erebî dişîne. Bi parêzerê xwe re çûm dozgeriyê û gilî kir.”

Her wiha Şavlûk anî ziman ku ji ber gefa li hemberî bi fikar e û wiha got: “Ji bo demên pêş de jî fikarên min hene. Ez ji vê yekê bifikarim. Daxwazek me ji dozgeriyê heye ku van kesan aşkera bike. Hêvî dikim van kesên ku gefan dixwin, di demeke nêz de bên dîtin û darizandin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar