Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

‘Bi nedîtina îradeya gelê kurd çareserî ne pêkan e’

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û derbarê rojevên heyî de nirxandin kirin.

Beştaş bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser serdanên xwe yên salên 2017 û 2019’an û destnîşan kir ku CPT bi rengekî fermî tecrîd, îşkence û kiryarên xerab kir belge û wiha got: “CPT du caran serdana Girava Îmraliyê kir. Li birêz Ocalan û girtiyên din guhdarî kir û şert û mercên li wê derê lêkolîn kir. Di rapora CPT de careke din hate destnîşankirin ku li Îmraliyê îşkence heye. Tecrîda li Îmraliyê ne tenê tecrîdkirina Ocalan û girtiyên li wir in. Tecrîdkirina aştiyê ye. Di heman demê de li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e. Divê welatiyên Tirkiyeyê vê yekê bi vî rengî fêhm bike. Êdî dem hatiye ku pêşî li çareseriyê û aştiyê bê vekirin.”

Beştaş diyar kir ku tecrîd astengiya herî mezin a li pêşiya çareseriyê ye û destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd bi dawî nebe şer bi dawî nabe, heta ku şer bi dawî nebe xizanî jî bi dawî nabe.

Di berdewamê de Beştaş anî ziman ku meseleya kurd bi gotina ‘rojbaş’ a li Amedê, bi polîtîkayên populîst çareser nabe û got ku bi nedîtina îradeya gelê kurd çareserî ne pêkan e.

‘Divê Îmrali veke muxatab bê dîtin’

Her wiha Meral Daniş Beştaş bal kişand ser zext û zordariya giran a desthilatdariyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hema bêjin wê navê Ocalan qedexe bikin, wê bilêvkirina gotina tecrîdê qedexe bikin, wê gotina Kurdistanê qedexe bikin. Kes guh nade van qedexeyan. Armanca van qedexeyan jî astengkirina çareseriyê ye. Ger Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo aştiyê têdikoşe û hikumet jî pê re li dora maseyê rûniştibû, hingî nikarin vê yekê bidin jibîrkirin. Em vê yekê dibêjin û em ê timî vê bêjin. Ji ber vê yekê em dibêjin, Îmraliyê weke muxatab bibînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar