Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

​​​​​​​Bi nêrîna jinan xebat pêş dikeve

Şaredartiya gel ku li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî lingekî esasî yê sîstema demokratîk pêş dikeve, bi nêrîn û ferasetê jinan derbasî astek nû dibe.

Jinan ku pêşengiya Şoreşa Rojava û Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê kirin û rengê xwe dayê, niha jî pêşengiya avakirina sîstema demokratîk û xizmetguzariyê dikin.

Yek ji xebatên ku jin pêşengiyê dikin û feraseta azadiya jinan tê belavkirin, rêveberiyên xwecihî, yanî şaredartiya gel e.

Dema di sala 2014’an de Rêveberiya Xweser hat îlankirin, wekî perçeyek wê xebatên şaredariyên gel jî hatin destpêkirin. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, di rêveberî û saziyên şaredariyan de, wekî rêzgezek sereke temsîliyeta jin û mêr esas hat girtin. Di vê çarçoveyê de pergala hevserokatiyê hat pêkanîn û ji bilî hevserokên şaredariyan, di meclîs û hemû beşên din ên xebatên şaredariyan de jî ev pergal hat pêkanîn. Her wiha xebatên xweser ên rêxistinkirina jinan ên di şaredariyan de hatin meşandin.

Tevahiya xebatên jinan di bin sîwaneya Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê de bi awayekî xweser hatin rêxistinkirin. Bi van xebatan hat hedefkirin ku bîrdoziya azadiya jinan bê jiyanîkirin, ev feraset ji aliyê hemû beşên civakê ve were fêmkirin û xebat di vê çarçoveyê de bên meşandin û jiyana komînal bê avakirin.

Tevcrûbeya deh salan

Di rewşa niha de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 57 Şaredarî hene. Li tevahiya van şaredariyan  pergala hevserokatiyê tê pêkanîn; her wiha mektebên jinan hatine avakirin û xebat tên meşandin. Di nava 10 salên şoreşê de wekî qadên leşkerî û siyasî, hewl hatiye dayîn ku di şaredariyan de jî zîhniyeta azadiya jinan bê jiyanîkirin. Jinan ji meclîsan, heta beşên xebatê û komîteyan di gelek qadan de xebat meşandin, perwerde çêkirin û gavên şênber ên bandorê li civakê dikin avêtin.

Tevgera jinan ku mehane xebatên şaredariyan dinirxîne, salê carekê jî tevahiya kar û barên hatine meşandin di ber çavan re derbas dike, li gorî rewşa fikrî, siyasî, aborî, civakî û xizmetguzariyê plansaziyên nû derdixîne.

Xebatên sala 2022’yan jî 11’yê çileya 2023’yan bi civînekê hatin nirxandin û biryarên girîng hatin girtin. Di nava biryaran de yên ku balê dikişînin zêdekirina hejmara xebatkarên jin ên di şaredariyan de, pêşxistina projeyên jinan, li gel komînan pêkanîna projeyan, ji bo jinan perwerdeyên fikrî û meslekî, ji bo jinan li derveyî şaredariyan civînên têkildarî pêdivî û pirsgirêkan, perwerdeyên têkildarî ekolojiyê bûn.

Lê biryara herî girîng jî ew bû ku ji bo pekanîna biryarên hatine girtin, şaredariyek wekî nimûne bê bijartin. Di civînê de li ser pêşniyara nûnerên Şaredariya Dirbêsiyê ev şaredarî wekî nimûne hat diyarkirin.

Feraseta jinan wê xebatê derkeve asta herî jor

Bi pêkanîna vê biryarê re wê di şaredartiyê de mînakek ku li cîhanê nîne derkeve holê. Li gorî Cîgira Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Umer, bi vê projeye wê di karên civakî û şaredartiyê de feraseta azadiyê jinan derkeve astek jortir. Bi gotineke din xebatên bi pêşengiya jinan yên ku ev 10 salin tên meşandin, wê di hemû beşên jiyanê hîn şênbertin û sazûmanî bibin. Tê hedefkirin ku zîhniyeta burokratîk, memurtî, desthilatdarî ji holê were rakirin, di nava civakê de nêzîkahiyên wekî, “Bila ji min re xizmet were kirin, hinek kar bidin min û hwd” were derbaskirin. Feraseta ku herkes xizmeta xwe bike, bi hevre kar bimeşînin, bi awayekî kolektif jiyan bikin, xwezayê biparêzin wê bê serwerkirin. Di vir de yek ji hedef ew e ku bi vî rengî danûstendinên di nava gel de bên pêşxistin, feraseta ku jinan wek îrade nabîne bê derbaskirin û civakek demokratîk were avakirin.

Xebat wê hevbeş were kirin

Li gorî Berîvan Umer, pêkanîna biryar û projeya şaredartiya mînak, tenê bi rêveberên şaredariyan an jî endamên jin nayê meşandin. Di şaredartiya mînak de tenê jin kar nakin an jî rêveber nabin. Armanca sereke pêşxistina şaredartiya bi xeta azadiya jinan ye. Di vê çarçoveyê de wê bi komîn, meclisên bajar û şaredartiyê, rêveberiya şaredariyê, komîteya ekolojiyê, û esnafan re civîn werin çêkirin. Her wiha dê civînên gel bên lidarxistin, nêrîn û pêşniyar jî werin girtin.

Piştî civîn û hevdîtinan jî, têkildarî her xabetak şaredariyê wê komîte werin avakirin. Ev komite derbarê pêkanîna xebatên xwe de wê civîn û perwerdeyan çêbikin. Di vê çarçoveyê de wê li nava kolanên bajar seyareyên anonsê bigerin, buroşur werin belavkirin, pankart werin daliqandin, seminer û çivin werin pêkanîn. Bi riya komînan jî wê hewl bê dayîn ku di her malbatekê de zihniyeta ekolojik, çandinî, avasazî were avakirin.

Li aliyekê wê perwerde û pêwendiyên bi gel re dom bikin, li aliyê din jî proje werin pêkanîn. Ji çandina daran heta perwerdekirina jin, malbat, zarokan, estetîka bajar, cihên jiyanê yên weke park, spor, çand û aktivîteyên din ên civakî gelek kar werin meşandin. Her wiha dê li ser pêwîstiyên bajar, pêşwazîkirina wan were sekinandin, bi komînan re xebatên hevbeş werin meşandin.

Berîvan Umer dibêje ku ew plan dikin di rojên pêş de dest bi projeya xwe bikin. Bêrîvan Umer da zanîn ku ev proje ne tenê ji bo jinan e, ji bo tevahiya civakê  ye û di avakirina pergala demokratîk wê rolek girîng bilîze.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar