Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Bi nirxên civakê dilîzin

Narîn Guran… Ji 21’ê tebaxê ve hatibû windakirin… Zaroka 8 salî, Narîna weke navê xwe bû qurbana qirêjiya zîhniyeta ku xwe dispêre hovîtiya bi hezaran salan. Narîn Guran 21’ê tebaxê piştî ji qursa quranê derket û şûn ve carekedin agahî jê nehat girtin. Cenazeyê wê piştî 19 rojan ango 8’ê îlonê kîlometreyek û nîv li biniya gundê Çulî yê Rezanê di çem de hat dîtin. Êşa windakirina Narînê li milekî êşa tiştê anîne serê cenazeyê wê mirovan hîn behtir bi hêrs dike, teng dike û aciz dike. Ji bo cenazeyê zaroka biçûk dernekeve ser rûyê avî keviran hatibû nixumandin. Cenazeyê wê xistibûn nav çewalekî û wisa veşartibûn. Piştî dîtina cenazeyê, bavê wê, 2 birayên wê, 3 apên wê, dayika wê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Piştî otopsiyê, cenazeyê Narînê birin gundê Çûlî. Li vê derê dîmenên sosret ên zihniyeta Narînê qetilkirî derketin holê. Li Mizgeftê kujerên bûn sebeba kuştina Narînê, rayedarên dewleta tirk, AKP-MHP û Hizbûlkontrayê li pêş ref girêdan. Tevgereke din a sosret jî di cenazeyê Narînê de parlamentera AKP’ê Sûna Kepolu, hin jinên din ên AKP’yî dide dora xwe û bi dayîna pozan wêneyan dikişîne! Li ser medya dijîtal, nerazîbûneke zêde li dijî van dîmenan hebû. Ev jî aşkere dike ku dixwazin vê êşa giran jî ji xwe re bikin mijara rantê.

Li aliyê din parlamenterekî din ê AKP’ê Galîp Ensarîoglu jî di televîzyonekê de têkildarî qetilkirina Narîn Guran a 8 salî wiha gotibû: “Hin tişt hene ku em dizanin û nabêjin, ji ber ku malbat ev 40 sal in dostên me ye. Ji malbatê hin kesên di rêveberiya AKP’ê ya Rezanê de cih digirin hene.”

Galîp Ensarîoglu bi vê beyana xwe hem aşkere kir ku desthilata faşîst a AKP-MHP’ê û Hizbulkontra hewl didin ser rastiya qetilkirina Narînê bigirin. Jixwe dema apê Narînê Salîm Guran hatibû girtin, têkiliya wî ya bi partiya Hizbulkontra Hudaparê re derketibû holê.

Li hemberî van lîstên qiren û hewldanên sergirtina kuştina Narînê aliyên bê helwest naman jî hebûn. DEM Partî têkildarî qetilkirina Narîn Guran pirsname dan wezareta karê hundir û ev pirs ji wezarê kirin: Çima Narîn 19 rojan nehat dîtin? Ji roja roj çima ferdên malbatê baş nehatin lêpirsînkirin? Bersûcên potansiyel çima bi derengî îfade ji wan hat xwestin? Wekîlê AKP’ê Ensarîoglu got; “Carna hin tişt hene em pê nizanin, carna jî em pê dizanin lê divê em nebêjin” Ev tiştên ku Ensarîoglu dizane û nabêje çi ne?

Dîsa weke her care desthilata faşîst û qiker a AKP-MHP’ê ji bo şirîkên xwe yên biçûn ên mîna Huda Par ango Hizbulkontra biparêze ser vê bûyerê bigre û ji bo rastî dernekeve holê û sûçdar neyên darizandin her tiştî dike. Bêgûman diyar dibe ku di plansaziya vê serdemê ya desthilata AKP-MHP’ê de rolekî girîn ji bo Hizbulkontra hatiye dayîn. Desthilata ku li herêmê bi kuştin, revandin, girtin, talan, dizî û hemû qirêjiyan nikarî encam bi dest bixe niha jî dixwaze mîna salê 90’î Hizbulkontra têxe dewrê. Ji bo ev hêza ku dijminê gelê kurd ê sundxwariye li herêmê bi bandor bibe jî divê hêza dewletê li pişt be ku tişta desthilata AKP-MHP’ê jî dike ev bi xwe ye.

Em bînin bîra xwe beriya cenazeyê Narîn bê dîtin bi rojekê, Alîkarê Serokê partiya Hizbulkontra Abdullah Aslan PKK û DEM Partî hedef nîşan da. Tenê ne ew, endamê navenda giştî ya vê partiya Hizbulkontrayê Suleyman Atmanca û gelek çeteyên Hizbulkontrayê xwedî hewldaneke bi vî rengî bûn. Bi van agahiyan hemûyan derdikeve holê, ku destê Hizbulkontra ya bi navê Huda Par yekser di qetilkirina Narîn Guran a 8 salî de heye. Tevî ev rastî dihatin zanîn jî li himberî terora Hilbul-Kontra bêdengiyek mezin hebû. Weke me di jor de nivîsandî rayedarên AKP’ê ji bo wê biparêzin her tişt dikirin. Lê elimandinek rastiya heye ku herdem tevî hemû sernixumandinan jî derdikevin holê. Di vir de şens ewbû ku ev rastî zû derketin holê. Lê ya girîng ew e li himberî vê bûyera sosret û bi êş wê helwesta civakê çibe.

DEM Partî jî bi daxuyaniyekê got, “êşa me mezin e. Ev ne mirineke ji rêz ye. Narîn bi awayekî organîzekirî hat qetilkirin. Divê kesên ji vê qetilkirinê berpirsiyarin werin aşkerekirin û li ber dadgeriyeke serbixwe hesab bidin.” Bêguman ya rast eve. Lê dema mijar dibe Tirkiye û daraza di destê desthilata faşîst û qirker a AKP-MHP’ê de bûye pêkenok gelo çiqas pêkane ku li gorî heqîqetê darizandinek rast bê kirin? Kes ango aliyên ku ji vê desthilata qirêj di vê mijarê de darizandinek rast hêvî dikin di serî de xwe û hemû civakê dixapînin.

Desthilata Erdogan ji bo şirîkên xwe yên biçûk biparêze û ser rastiyan bigre ne tenê darazê wê hemû nirxên civakî û exlaqî jî binpê bike. Ev desthilata qirker û kujer li seranserî Kurdistanê gelek caran êşê bi vî rengî ji bo gelê kurd rewa dît. Qurbana vê zihniyeta genî û kifnikî ya herî dawî Narîna rûken bû. Li hemberî vê neheqiya li ser gel tê ferzkirin erk û berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê civaka Exlaqî û Polîtîk. Ev civak li gorî nirxên ku li ser hatiye avakirin dikare xwedî li hebûna xwe derkeve. Zaneye û polîtîk e. Li himber hemû bûyeran xwedî helweste.Li gorî nirxên xwe yên exlaqî nêzî mijarê dibe, li himber êriş ango aliyên van nirxên civakê binpêdike jî xwedî helwest e. Hêza yekgirtî ya civakê di ser hemû hêzan re ye û edaleta wê ji hemû zagonên hatî çêkirî xurttir e. Lewma divê ev hêza ku bingeha xwe ji civaka Exlaqî û Polîtîk digire divê li himberî kuştina Narînê jî bêhelwest nemîne û xwedî li hebûna xwe derkeve. Li dijî hemû hewildanên sergirtina vê bûyerê civaka ku hêza xwe ji xwebûna xwe dikare rastiyê derxe holê û pêşî li van hêzên ku mîna Hizbulkontra yên mîna kanserê belavî nava civakê bûne bigire.

Nûçeyên Têkildar