Polîsan li Pirsûsê bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclisa şaredariyê û rêveberiyek partiyê binçav kirin. Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Avkevir ya Agiriyê jî bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin
Polîsên rejîma AKP/MHP’ê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya li dijî gelê kurd û siyasetmedaran de li Riha û Agiriyê bi ses gelek malan de girtin 7 kes binçav kir. Di serdegirtina malan de alav û amûrên malan hatin serobinkirin û heqaret li welatiyan hat kirin.
Polîsên dewleta tirk û rejîma AKP/MHP’ê li navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclisa şaredariyê Fatma Taş Ekmez û Sûphî Koçyîgît û rêveberiyekê partiyê Vahît Akgun binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr û derbarê hinceta binçavkirina wan de tu agahî nehatin girtin.
Li aliyê din duh jî li Pirsûsê Nûh Ceyran, Osaman Akgun, Ahmet Dagtelîn, Halîl Demîr, Kadîr Samûr û Mehmet Samûr û du birayên hev Osman û Mehmet Kiliç li navçeya Hewagê hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan tên girtin.
Li Avkevir 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Avkevir a Agiriyê jî polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Ahmet Kaya, Îlhan Bûdak, Mûsa Taşdemîr û Berhem Işik. Polîsan 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê. RIHA/AGIRÎ