Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP’ê hat têkbirin

Pêngava 'Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye' salekê li pey xwe dihêle. Bi pêngavê re hesabên AKP-MHP'ê hatin têkbirin

Pêngava ‘Li dijî tecrîd, dagirkerî faşîzmê; dem dema azadiyê ye’ ku 10’ê îlona 2020’î ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’ê ve hate ragihandin û 12’ê îlonê dest pê kir, salekê li pey xwe dihêle. Di nava salekê de gerîla, girtiyan, kurdên li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat li dijî êrîşên topyekûn ên desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rengekî mezin li ber xwe dan, desthilatdariya ku hebûna xwe dispêre konsepta tasfiyeyê, hîn bêhtir anîn ber têkçûnê.

Hevserokatiya Konseay Rêveber a KCK’ê 10’ê îlonê bi daxuyaniyekê konjonktura siyasî ya heyî bi hemû parametreyan vegot; ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekon a ku dewleta tirk bi rê ve dibe, hebûna xwe bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û temamkirina qirkirina kurdan ve girê daye, lewma ji bo têkbirina vê desthilatdariyê pêwîstî bi pêngaveke berfireh heye.

Konseya Rêveber ji bo beralîkirina metirsiyê, ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk ragihand ku li çar beşên Kurdistanê, derveyî welat û li her welatên ku kurd lê dimînin ji 12’ê îlonê û pê ve bi dirûşma ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ dest bi pêngaveke demokratîk şoreşger kirine. Li gorî daxuyaniya konseyê, armanca pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye ku vê desthilatdariyê sîstema îşkenceyê ya bi tecrîda giran a li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet û şerê psîkolojîk ê li dijî gelê kurd, dagirkeriyê berfireh kiriye, li hundir û derve li dijî gelan bi taybetî jî gelê kurd zextên faşîst zêde kiriye. Hat ragihandin ku pêngav wê li her beşeke Kurdistanê li gorî xweseriya wî beşî bê meşandin û bi vî rengî bi ser bê xistin.

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê de bû navenda pêngavê. Têkoşîna bi pêşengiya HDK û KCD’ê, ji aboriyê heta hawirdorê, ji meclisê heta kolanan bi beşdariya her beşên civakê li dijî zext û zordariya desthilatdariyê dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de li girtîgehên tirk girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo bidawîkirina tecrîdê ji 27’ê Mijdarê ve 288 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne.

Başûrê Kurdistanê

Li başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye’ pêngav hate destpêkirin. Li dijî hebûna dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê hestiyariya civakî hate afirandin, kampanya hatin destpêkirin û hevkariya bi dagirkeran re hat teşhîrkirin. Li gel berxwedana gerîla ya li vê qadê her wiha têkoşîna siyasî, civakî û dîplomatîk jî dewam dike.

Rojava-Bakurrojhilatê Sûriyeyê

Rojava jî bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ beşdarî pêngavê bû. Bi pêngavê re li dijî hewldanên dewleta tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê, derxistina şerê navxweyî û fetisandina ji aliyê aborî ve bend hate danîn. Hêzên siyasî û leşkerî yên şoreşê ji bo naskirina rewatiyê li qada navneteweyî û tacîdarkirina bi statuyê re hîn bêhtir derfet hatin afirandin; stratejiya dewleta tirk a bitenêhiştinê bi serneket.

Rojhilatê Kurdistanê

Xelkê rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji darvekirinan re, dem dema demokrasiyê ye’ tev li vê pêngavê bû. PJAK, KODAR û hêzên leşkerî li gorî ruhê pêngavê hewldanên rêxistinbûn û parastinê dewam dikin.

Derveyî welat

Di serî de li Ewropayê kurdên li derveyî welat bi pêşengiya jin û ciwanan bûn pêşengên vê pêngavê. Kurdên li Ewropa û derveyî welat bûn beşek ji pêngava li her parçeyî. Li gel şewbê jî hunermend, reşwenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, kesayetên naskirî û bi milyonan mirovên ji her beşên civakê tev li pêngavê bûn. Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi hezaran çalakî hatin lidarxistin. Li her welatekî karên dîplomasiyê hat meşandin. Dostên kurdan ên xwedî li pêngavê derketin mil bi mil tev li çalakiyan bûn û hin caran bi xwe bi înîsiyatîf rabûn, kampanyayên taybet meşandin.

Gerîla hêza bingehîn a pêngavê ye

Bêguman gerîla hîn jî hêza bingehîn a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Di vê pêngavê de jî li her cihî derbê li hêzên faşîst dixe û bi rola xwe radibe. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel piştî daxuyaniya Koneyê peyamek ji hêzên xwe re şand û diyar kir ku pêngav di heman demê de bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî ye û wiha got: “Di vê serdema girîng a têkoşîna me de li dijî êrîşên topyekûn li ser berxwedana topyekûn hêzên me wê beşdarî vê pêvajoya pêngavî bibin û bi rola pêşengiyê rabin.”

Gerîla li dijî êrîşên dagirkerî û tunekirinê yên dewleta tirk ên li ser bakur û başûrê Kurdistanê li ber xwe dide û bi çalakiyên bi bandor bersivê dide. Gerîla ku bi pêngavê re pêşî li êrîşên dewleta tirk girt li gel parastina hebûna xwe ya li bakurê Kurdistanê her wiha li Garê artêşa tirk têk bir. Artêşa tirk li ser vê yekê di şeva 23’ê Nîsanê de li ser Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Gerîla hesabên artêşa tirk têk bir û nîşan da ku li başûrê Kurdistanê jî hêza parastinê ye. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar