Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Bi PKK’ê re giyanê yekitiya neteweyî li Kurdistanê ji nû ve hate afirandin’

Koordînasyona PAJK’ê, Koordînasyona KJK’ê, TAJÊ û MŞD’ê bi daxuyaniyên cuda 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû şehîdên şoreşê, li gelê kurd û li hemû mirovahiyê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku damezirandina PKK’ê ji bo hemû mirovahiyê cejna vejînê ye û bi têkoşîna PKK’ê re, li Kurdistanê giyanê yekitiya neteweyî ji nû ve hatiye afirandin

Bi boneya 42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê, Koordînasyona PAJK’ê, Koordînasyona KJK’ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de cejna vejînê li Ocalan, gelê kurd û li hemû mirovahiyê hate pîrozkirin.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“PKK’ê bi gotina ‘Kurdistan hatiye dagirkirin’ dest bi şikandina zincîra koledariyê ya li Kurdistanê kir. Dema ku jinên hatin kolekirin, bêîrade hatin hiştin û ji nirxên xwe hatin dûrxistin bi xwe hesiyan hingî PKK’ê dest pê kir. PKK’ê wate da nirxên civakî yên karker, kedkar, bindestan ku ji aliyê desthilatdariyan ve bêwate hatibûn hiştin û bi vî rengî dest pê kir. Ji bo jiyaneke azad, bi hev re, bi rûmet a li Rojhilata Navîn PKK’ê dest bi berxwedaneke mezin kir. Em sala 42’yan a têkoşînê li avakarê vê meşa azadiyê li Rêber Apo, li şehîdên xwe, li gelê xwe yê kedkar ku li dijî her şêwe zehmetiyan li ber xwe dide, li hevrêyên li zindan û çeperan li ber xwe didin, li dostên xwe pîroz dikin.

PKK’ê ji Hûrriyan heta Guttiyan, ji Împaratoriya Med-Pers heta kevneşopiya Zerdeşt, ji Koçgirî heta Dêrsimê, ji tevgera Azadî heta berxwedana Berzencî, ji Simkoyê Şikakî heta Osman Sebrî ji nirxên kevneşopiya berxwedanê ya kurdan hemûyan sûd wergirt û hêza berxwedanê di nava bi milyonan mirovî de afirand ku li ber zaliman rabin. Jin û mêrên kurd ên leheng ku niha li Amedê, Serhedê, Botanê, Xakurkê, Şekîfê, Dalahoyê, Şahoyê Til Temirê, Qamişloyê, Kerkûk û Zaxoyê li dijî dewleta zalim li ber xwe didin, nûnerên hemdemî yên vê kevneşopiyê ne. Şopdarên Hakî, Kemal, Sarayan bi Şîlan, Rustem, Reşît, Delal û Çîçekan silav dan, ji dîroka xwe ders wergirtin û nirxên ku PKK’ê dikin PKK’ê afirandin.

PKK a ku li pêşberî zaliman çog netewand xwedî hêza çareseriyê ye ku dikare krîza li herêmê ûd inyayê çareser bike. Bila gelê me û hevrêyên me zanibin ku ev pêvajoya em jê re Şerê Sêyemîn ê Cîhanê dibêjin bi zor û zehmetiyan tijî ye. Di heman demê de pêvajoyeke wisa ye ku bi berxwedana bi rûmet a mezin a Rêberê me, tevgera me, kadroyên me, gel û dostên me em ê serketinên mezin biafirînin. Dijminên me jî bila baş zanibin ku PKK bi berxwedêrî û biryardariya Rêber Apo, bi lehengiya Hakiyan, Kemalan, Egîdan, Sarayan, Şîlanan, Rûsteman, Reşîdan, Simkoyan û Çîçekan gihîşt vê astê û siberojê ava dikin.”

Koordînasyona KJK’ê

Bi heman boneyê Koordînasyona KJK’ê jî daxuyaniyek da. daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“PKK partiya jinên azad e. PKK di nav zor û zehmetiyan de watedarbûn û afirandina jiyana azad û têkiliyan e. Ji ber vê em damezirîna PKK’ê weke yek ji roja pîroz a dîroka mirovahiyê dibînin. Di rewşeke ku tu hêvî nemabûn de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 1978’an de li gel komeke hevalên xwe bi wêrekî, bawerî û îdiayekê PKK damezirand. PKK ya ku bi pêşengiya Rêber Apo hatiye damezirandin, ji bo gelê kurd, jinan û gelên herêmê bû roniyeke mezin a hêviyê.

Gelê kurd û jinên kurd bi têkoşîna PKK’ê xwe, dîroka xwe û nasnameya xwe pênase kir, li xaka xwe xwedî derket û bi têkoşînê ji nû ve çêbûye. Kurd, bi berxwedan û helwesta xwe ya rûmetdar li hemû cîhanê bûye civekeke giramgir, jê tê hezkirin û birûmet. Hebûna jinê ya di civîna damezirîner a PKK’ê de stratejiya Rêbertiya me ya di nav têkoşîna  PKK’ê de nerîna li têkoşîna azadiya jinê datîne holê. Îro têkoşîna PKK’ê bêhtir bi xeta azadiya jinê, bi têkoşîn û berxwedana jinê tê naskirin. Sîsika azadî, demokrasî û wekheviyêxwaz a PKK’ê bi tekoşîna jinê re bi rengekî mayînde li nav civakê rayên xwe bi kûr ve berdane. PKK mîna partiyeke jinê giyanê mezin ê azadiyê di hemû cîhanê digerîne.

Bi têkoşîna PKK’ê re, li Kurdistanê giyanê yekitiya neteweyî ji nû ve hatiye afirandin. Gelê kurd pir bîrewer bûye. Êdî polîtîkayên qirker tu caran qebûl nake. Gelê kurd û jinên kurd bi îdeolojiya azadiyê û doktrîna azadiyê ya Rêber Apo pêşengiya rizgarkirina mirovahiyê dike. Gelê kurd û dostên wan, bi têkoşîna rêxistinî ya PKK’ê hatiye rewşeke wiha ku bandorê li hemû cîhanê bike, diyar bike. PKK mîna tevgera azadiyê ya gerdûnî li hemû cîhanê hatiye qebûlkirin. PKK partiya geşkirina azadiya jinê û wekheviyê ye. PKK îdiaya mirovahiyê ya avakirina jiyan û pergala alternatîf, bawerî û biryardariya  vê bi têkoşîna me tê geşkirin.

Daxuyaniya TAJÊ’yê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev tişt diyar kirin:

“Em salvegera 42’yemîn a avakirina PKK’ê, roja vejîn û hebûna gelê kurd di serî de li Rêber Apo, li hemû şehîdên şoreşê, gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin. Bi fikir û felsefaya Rêber Apo, PKK di sala 1978’an de ava bû. Bi derketina PKK’ê re jiyana azad li ser axa Mezopotamyayê ji nû ve şîn bû. Li Kurdistan û seranserî cîhanê PKK’ê bûye îrade, vîn û hebûna gelan. Em gelê êzidî bi taybetî jinên êzidî PKK’ê hebûn û îradeya xwe dibinin.

Di 3’yê tebaxa 2014’an de PKK bû hêviya bi hezaran gelê êzidî. Bi saya hebûna PKK’ê re bi sedan jin, zarok, kal û pîrên êzidî ji komkujî û hovîtiya DAIŞ’ê hatin rizgar kirin. Ger ku îro em dikarin azad li ser axa xwe bijin, ev tişt bi fikr û felsefeya Rêber Apo û ya PKK’ê ava bûye.”

Daxuyaniya MŞD’ê

Bi heman boneyê Meclisa Şengalê Ya Li Derveyî Welat (MŞD) daxuyaniyek da û wiha got:

“Em salvegera 42’yemîn a damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tevgera azadiyê, li Êzidxanê û li gelê kurd û dostên wan pîroz dikin. Civaka êzidî ya ku 73 ferman lê rabûn, bi ruhê Apoyî û mamê Êzidxanê Mam Zekî Şengalî ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide. PKK ji civaka êzidî re bû çira. Ew çira divê ji aliyê civaka êzidî ve her dem bê geşkirin. Dijmin êrîşî Bakur û Rojava û Şengalê dike. Dixwaze konsepta ‘Mîsakî Mîlî’ bixe meriyetê. Lê belê bila civaka êzidî baş zanibe ku dijmin tengav bûye, pergala faşîzmê ya AKP û MHP’ê her bi dawî dibe. Dîktator Erdogan û pergala faşîzmê dê bi berxwedana Apoyî têk biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar