Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bi PKK’ê re me wateya dîrokî ya Newrozê fêhm kir’

Mihemed Mehmûd diyar kir ku berê jî Newroz dihate pîrozkirin lê belê bi giranî weke pîknîkê dihate pîrozkirin û wiha axivî: “Bi PKK'ê re me wateya dîrokî ya Newrozê fêhm kir. Em bûn şahidê wan Newrozan ku ji pîknîkê veguherîn berxwedanê. Dema ku gel rastiya Newrozê fêhm kir hîn bi xurtî tevlî bû.”

Mihemed Mehmûd (66) ji gundê Berav ê Dêrikê ye. Di sala 1986’an de bi rêya cîranê xwe komeke biçûk a ‘telebeyan’ nas kir. Mihemed sala 1986’an de li gundê Qesirdîbê di pîrozbahiya Newrozê de cara yekê navê PKK’ê bihîst. Mihemed ku PKK nas kir tevlî nava karên girseyê bû. Bi milîtanên PKK’ê re mal bi mal geriya, tevkariyeke xurt kir ku PKK li Dêrikê bê bihîstin.

Mihemed ku sala 1990’î de tevlî nava karên çand û hunerê bû got, “PKK partiya kedkaran e. Taybetmendiya herî diyarker a bala min kişand ew bû ku mirovên xizan û kedkar li dora PKK’ê diciviyan. Di salên 1990’î de ji bo karên çand û hunerê bigihînim girseyên berfireh tevlî vî karî bûm. Ji aliyekî ve min hewl da debara malbata xwe bikim, li aliyê din jî ji bo parastina çanda xwe tevlî nava karên çand û hunerê bûm.”

Mihemed anî ziman ku Newroz li Dêrikê bi eşqeke mezin hate pîrozkirin û wiha domand: “Newroz bi ruhekî şoreşger dihatin pîrozkirin. Me sê mehan amadekarî ji Newrozê re dikirin. Piraniya pîrozbahiyên li Dêrikê bi rêya komên çand û hunerê dihatin lidarxistin. Li gel zextên rejîma Baasê jî amadekarî ji bo Newrozê dihatin kirin. Li gel girtin, êşkence û mirinê jî me amadekariyên xwe ji bo Newrozê dikirin. Çawa ku pîrozbahiyên Newrozê bi eşqeke mezin dihatin kirin, amadekariyên wê jî bi heman coş û kelecanê bûn. Her roj bi 24 kîlometreyan em diçûn û tevlî karên amadekariya Newrozê dibûn.”

Mihemed destnîşan kir ku rengê pîrozbahiyên Newrozê bi PKK’ê re guherî û got, “Berê jî Newroz dihate pîrozkirin lê belê bi giranî weke pîknîkê dihate pîrozkirin. Bi PKK’ê re me wateya dîrokî ya Newrozê fêhm kir. Em bûn şahidê wan Newrozan ku ji pîknîkê veguherîn berxwedanê. Dema ku gel rastiya Newrozê fêhm kir hîn bi xurtî tevlî bû. Gelek caran baran dibariya. Rê herî bû, wesayit nikarîbûn biçûna, lê belê girseya gel a dihat Newrozê wesayita xwe disekinand û bi meşê xwe digihand qada Newrozê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar