Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi polîtîkaya qeyûman rasterast mudaxeleya gelê kurd tê kirin

Nûnerên partiyên siyasî û RCS’yê, nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman û gotin ku îktîdar ev yek ji xwe re kiriye awayê rêveberinê û rasterast mudaxeleya mafê hilbijartê yê gelê kurd dike

Heta niha 3 jê şaredariyên bajarê mezin bi giştî qeyûm tayînî 15 şaredariyên HDP’ê hatine kirin. Nûnerê partiyên siyasî û Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS), nerazîbûnên xwe yên ji bo tayînkirina qeyûman anîn ziman.

Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce diyar kir ku bloğa AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman rejîma xwe ya faşîst ava dike û da zanîn ku divê hêzên demokrasiye vê yekê baş bibînin û wiha got: “Faşîzma li rojavayê welêt û dagiriya li rojhilatê welêt du rûyên cuda yên madalyoyê ne. A dikeve ser milê me; em vê talûkeya faşîzan berterf bikin û êrîşkariya dagiriyî rawestînin. Ji bo vê jî hewce ye hêzên demokrasiyê hin taktîk û pratîkan pêş bixin.”

Xespkirina vîn û mafan

Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş bi bîr xist ku bi qeyûman vîna gel hatiye binpêkirin û got ku îktîdar bi qeyûman dixwaze du tiştan pêk bîne; yek jê perçekirina bloka muxalefetê û ya din jî avakirina pergala talankirinê ye.

Aktaş destnîşan kir ku gava muxalefet dibe yek dikare îktîdarê bi paş ve bibe û ev tişt anî ziman: “A dikeve ser milê me bê şert û merc, bê nîşandan ku tayînkirina qeyûman xespkirina vîn û mafan e û wê ev yek tenê bi şaredariyên HDP’î sînordar nemîne. Liv û tevgera li gor vê pir girîng e. Çimkî ji bo berdewamiya pergala talankirinê ya vê îktîdarê şaredarî amûrên muhîm in. Loma bi vî awayî dixwaze şaredariyên windakirine dîsa bi dest bixe. Ji bo vê gelan bera hev du dide, dike dijminê hev du û pêkanînên faşîst dixe dewrê. Helbet em bawer dikin ku wê vîna gel ji derheqê van êrîşan derkeve.”

Seroka EMEP’ê Selma Gurkan jî anî ziman ku îktîdar bi tayînkirina qeyûman hem dixwaze ser polîtîkaya xwe ya ji bo Sûriyeyê bigire û hem jî dixwaze bi van polîtîkayan rêveberiya xwe ya yek zilamî ava bike û wiha domand: “Îktîdara AKP’ê tiştên ku nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixe, bi darê zorê bi dest dixe. Helbet ev zext û zorî tenê ne ji bo HDP’ê, ji bo muxalefetî tevahî di dewrê de ye. Her wiha li hemberî vê rejîma siyasî ya AKP’ê û Erdogan, pêdivî bi têkoşîneke demokratîk û rêxistinbûyînê heye.”

Qeyûm darbe ye

Berdevkê Stenbolê yê Hewldana 78’an Yûsûf Bîrcan jî diyar kir ku li Tirkiyeyê qeyûm veguherîne awayekî rêvebirinê û wiha axivî: “Tayînkirina qeyûman, rasterast mudaxele mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd e. Ev bi awayekî aşkera ’em kesên hûn hildibijêrin nas nakin’ bi xwe ye. Heger li cihekî gelek hebe û hebûna wî hatibe qebûlkirin, nexwe mafên wî gelî jî hene. Qeyûm, darbeya li hemberî mafên gelan e.”

‘Îktîdar dixwaze bi darê zorê bi dest bixe’

Parlementerê HDP’ê yê Êlihê yê berê Mehmet Alî Aslan jî destnîşan kir ku îktîdar tiştên ku bi hilbijartinê bi dest nexistiye dixwaze bi darê zorê bi dest bixe û diyar kir ku zilam li ser gelê kurd, li meclisê ji aliyê partiyên muxalefetê yên din jî rewa tê dîtin.

Her wiha Aslan destnîşan kir ku îktîdar hêzê ji vê yekê digire û tayînkirina qeyûman veguherandiye awayê rêvebirinê û da zanîn ku heger niha dîsa hilbijartinê çê bibe wê HDP şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin dîsa bi dest bixe û wiha got: “Baş dizanin gava hilbijartin çê bibe wê HDP bi ser bikeve. Loma naxwazin hilbijartin çê bibe. Lê ev polîtîka dewam nake. Gel ji qeyûman nerazî ye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar