Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi komployeke navdewletî ewilî di sala 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Piştî vê bi tevkariya gelek dewletan di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çawa ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew anîn Tirkiyeyê, Girava Îmraliyê zûzûka hat valakirin û ew xistin wir û navê vê girtîgeha ku girtîgeheke nîvvekirî bû û girtiyên edlî tê de diman, wekî Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F hat guherandin.
Di dîrokê de girtîgeha Îmrakiyê
Girava Îmraliyê ku li Behra Marmarayê ye û girêdayî navçeya Mûdanya ya Bûrsayê ye, 22 mîlan dûrî Mûdanyayê ye. Hêla wê ya bakur bi qelaç e û hêla wê ya başûr jî kêmqelaç e. Girava Îmraliyê ku bi daristanan dorpêçkirî ye, piştî ku hatiye kifşkirin ji aliyê erdnas û dîroknasan ve wekî “Besbicus” hatiye binavkirin. Ewilî di sedsala 7’an de bi pêşengiya dîroknas Theophanes, mirov li giravê hatine bicihkirin û piştî vê navê wê wekî “Kalolimonos” (Lîmankoy) hatiye tomarkirin di metnan de. Di hin çavkaniyên wê demê de wekî “Galios/Galyos” jî hatiye binavkirin. Di dema Roma û Bîzansan de li vir keşîşxane û dêr jî hatine avakirin. Piştî sala 1308’an, girav ketiye bin banê Osmaniyan û di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de bi temamî hatiye valakirin. Rûmên ku di dema şer de ji giravê hatine derxistin, di 1923’yan de bi guherandina bi tirkên Gîrîtê re ber bi Yûnanîstanê ve hatine şandin. Girav, heya sala 1934’an vala maye û di sala 1935’an de jî li vir girtîgeheke nîvvekirî hatiye avakirin. Piştî li vir girtîgeh hatiye avakirin ewilî 50 hikumxwarên edlî yên di girtîgehên li Stenbol û Bûrsayê de anîne vira.
24 sal in di rojevê de ye
Piştî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin, Girava Îmraliyê bû rojev û 24 sal in her di rojevê de ye. Beriya ku Ocalan bê Tirkiyeyê, hemû hikumxwar û personelên li Girava Îmraliyê hatin tehliyekirin. Girava Îmraliyê, piştî ku Ocalan di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, wekî herêma ewlehiyê ya taybet hat îlankirin. Midûrê girtîgehê, cîgirên midûr, gardiyan û nêzî hezar heb leşker bi taybetî hatine hilbijartin û li vir hatine peywirdarkirin. Her wiha qedexe ye ku keştiyên sivîl zêdetirî 3 mîlan nêzî giravê bibin.
Li Girtîgeha Îmraliyê ku awayê rêvebiriya wê bi protokoleke taybet hatiye diyarkirin, 24 sal in ne hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî ya navneteweyî derbasdar e. Di pergala berê de Girtîgeha Îmraliyê girêdayî Serokwezîrtiyê bû û di ya nû de jî hatiye diyarkirin ku girêdayî Serokkomartiyê ye. Hêzên navdewletî yên wekî DYA’yê ku tiliya wan di revandina Ocalan û çêkirina vê girtîgehê de ye, ew û Tirkiyeyê di vî warî de heya niha hevfikir in.
Li cihanê bê mînake
Çendî Girtîgeha Îmraliyê bi Gûantanamoyê re bê berawirdkirin jî, lê şert û mercên wê ji yên Gûantanamoyê girantir in. Li Gûantanamoyê bi xwe jî mafê wekî hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, mafê name, telefon, faks û telgirafê ne mafine qedexe bûn, lê li Girtîgeha Îmraliyê ev maf tune ne. Çendî bi hin aliyên xwe bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakeke wekî wê tune ye.
Raste rast girêdayî DYA’yê ye
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de, gelek caran têkildarî Girtîgeha Îmraliyê axivîbû. Ocalan, gotibû Îmralî bi pergaleke “sêlingî” tê birêvebirin; lingek wê DYA, lingek wê Ewropa û lingek wê jî Tirkiyeyê ye. Ocalan ev tişt gotibûn: “Girtîgeha Îmraliyê, ji pergala girtîgehên li Tirkiyeyê pir cuda ye. Statuya girtîgehên din li vir nayê pêkanîn. Statuya vir û pergala vir, bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin. DYA, bi peymanên veşerî yên bi vî rengî li gelek deveran gelek girtîgeh ava kirine. Girtîgeha Îmraliyê jî, yek ji wan girtîgehên taybet e ku ji aliyê DYA’ê ve bi peymaneke veşarî hatiye çêkirin. Gava ev hatiye kirin serî li fikr û pesendkirina YE’yê jî hatiye dayîn û diyar kirine ku divê şert û mercên vira çawa bin. Divê mirov jirêzê nêzî Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) nebe. Divê wekî şandeyeke ku car carinan tê û diçe neyê nirxandin. Haya wan ji tiştên li vir heye. Pêkhateyeke girêdayî Komîteya Ewropayê ye. Yanî haya Konseya Ewropayê jî ji vir heye. Dibêjin navenda krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê vir bi rê ve dibe, lê ne wisa ye. Ev der rasterast girêdayî DYA’yê ye. Di destpêkê de min fêm nekiribû çima rêziknameya girtîgehê nayê pêkanîn. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeha ewil a bi awayê Gûantanamoyê ye. Ji pêkanînên li vir ên li hemberî min dersina digirin. Dipîvin bê ka mirovek çi qasî dikare li ber çewisandinan berxwe bide.”
Kes nikare 6 rojan berxwe bide
Ocalan, ji bo Pergala Îmraliyê ku li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye wiha gotibû: “Kes nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de bimîne. Em avêtine vira. Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me. Rojavaya cîhanê jî di nav van de ye. A ku min daye girtin pergala kapîtalîst a cîhanê ye. Dewlet jî min wekî kozekê, wekî dîlgirtiyekî di dest xwe de digire. Ez li vir dîlgirtiyekî siyasî me. Divê weziyeta min bi vî awayî bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi şibandineke wiha jî rave bikim: Ez wekî kesekî girêdayî makîneya hilmijandinê bim. Kengî bixwazin dikarin fîşa wê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê, tê wateya dardakirinê. Li seranserê cîhanê tu kesên din ên di nav van şert û mercan de tune ye. Tenê ez nemirime, hew.”
Ocalan diyar kiribû ku ew di nava “tabûtekê” de ye û gotibû pergala girtîgehê dardakirin e, lê tenê rêbaza wê cuda ye.
Girtîgehên giravê
Li Ewropayê jî girtîgehên giravê herî zêde ji aliyê îngilîz û rûsan ve hatine bikaranîn. Ji ber ku reva ji giravan zehmet e, di dema Şerê Cîhanê yê Yekê û piştî wê de, hin girav wekî girtîgeh hatin bikaranîn. Ji vana li Behra Hezarê Girava Nargînê, li nêzî Girava Sardûnyayê Asînara, li Behra Spî Malta, li Behra Ohotskê Sahalîn, li Bakurê Behra Qeşayê Solevest û li nêzî Çînê Girava Malayayê.
Girava Robenê
Li cîhanekê giraveke din a girtiyên siyasî lê tên ragirtin jî Afrîkaya Başûr Girava Robenê ye. Pêşengê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Nelson Mandela 18 salan tevî hin girtiyan di vê girtîgehê de ma. Mandela û hevalên xwe sûd ji mafên ji bo girtiyên din digirtin. Girava Robenê, di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve daxilî nav lîsteya mîrateyên cîhanê hat kirin û paşê bû muze.
Kampa Gûantanamoyê
Kampa Gûantanamoyê navê xwe ji beşeke binkeya leşkerî ya Kendava Gûantanamoyê ya li Kubayê digire ku ji sala 2002’yan ve wekî girtîgeheke leşkerî tê bikaranîn. Li Gûantanamoyê ku kesên têkiliya wan bi El-Qaîde û Talîbanê re tên ragirtin, ji ber îşkenceya lê tê kirin ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan ve hat protestokirin. Kesên li Gûantanamoyê, ne wekî sûcdarên şer û ne jî wekî sûcdarên edlî dihatin pênasekirin. Girtiyên li vir nikaribûn serî li pergala qanûnî ya DYA’yê bidana û doza tiştekî bikirana. Di raporên Parlementoya Ewropayê, Rêxistina Efûyê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ên der barê pêkanînên derî mirovahiyê yên li vir de, rewşa li vir wekî” skandaleke di warê mafên mirovan de” hatiye pênasekirin. Li gorî daneyên Wezareta Parastinê ya DYA’yê, heya niha 797 kesên li Afxanîstan, Iraq û deverên din hatine girtin li Gûantanamoyê hatine ragirtin. Niha 35 gumanbar li Gûantanamoyê ne. Di serê meha çileyê de zêdetirî 150 rêxistinên civaka sivîl name ji serokê DYA’yê Joe Bîden re şandibûn û xwestibûn Gûantanamo bê girtin.
Girtîgeha Nargînê
Girava Nargînê ku li Behra Hezarê ye, ji aliyê rûsan ve wekî girtîgeheke ji bo kesên sûcên wan giran hatiye bikaranîn. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de, di sala 1915’an de bi fermana Prens Oldenbûrg ve wekî kampa dîlgirtiyan hatiye sererastkirin.
Girava Asînarayê
Îtalya Girava Asînarayê wekî cihê sirgûn û karantînayê bi kar aniye. Tê gotin li vê girava ku kaniyên avê lê tune ne, gelek dîlgirtî ji ber şer û mercên wê mirine.
Giravên Solevestê
Giravên Solevestê ku li Behra Qeşayê ya Bakur in, di salên 1930’yî de ji aliyê rûsan ve wekî girtîgehê hatine bikaranîn. Girava Sahalînê ku li Behra Ohotskê ye ji aliyê rûsan ve û Girava Malayayê jî ji aliyê Îngilîzan ve wekî girtîgeh hatine bikaranîn.
Girtîgeha Alcatrazê ku li Kendava San Franciscoyê ya parêzegha Calîfornîa ya DYA’yê ye, ji sala 1868’an ve wekî girtîgeheke leşkerî hatiye bikaranîn.
Sibê: Li dijî komployê bûn agir