Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi qebsûlên vala ya guleyan gef li girtiyan tê xwarin

Girtî Mûrat Şîmşek ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Riza dimîne, di hevdîtina telefonê ya heftane de ji malbata xwe re behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn kir.

Şîmşek di hevdîtina bi malbata xwe re kir de ev agahî dan: “Girtiyên siyasî hîna jî di qawîşên girtiyên edlî de tên girtin. Girtiyên edlî, zextên derûnî li girtiyên siyasî dikin, gefa kuştinê li wan dixwin û heqaretê li wan dikin.”

Şîmşek diyar kir ku ev 5 sal in di vê girtîgehê de ye û ev tişt anî ziman: “Rayedarên girtîghehê, di meha çileyê de pêkanîna ‘li hev xistin – li hev anînê’ xistiye dewrê. Li girtîgehê her roja diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Hemû girtiyên siyasî, xistin beşa girtiyên edlî. Em jî vê pêkanînê şermezar dikin. Gardiyan her roj bi ser qewîşên me de digirin û me derp dikin. Qepsûlên gulayan ên vala diavêjin baxçeyên qawîşan. Em van guleyan weke delîl li ba xwe digirin. Ji ber ku em van pêkanînan şermezar dikin, bi sîrgûn, qedexeya hevdîtin û hucreyên yekkesî, gefan li me dixwin.”

Şîmşek, banga hestiyariyê kir û wiha rêz kir: “Em bangî saziyên mafên mirovan û raya girtî dikin ku li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin. Em dixwazin di demeke herî nêz de, bi lezgînî bi Komîsyona Şopandina Mafê Mirovan a Meclisê, yan jî bi parlamenteran re hevdîtinê çêbikin. Li vê girtîgehê, bi dehan binpêkirinên mafên mirovan tên jiyîn. Heya roja îro bi tu awayî ev rewş nehat sererastkirin. Niha tu ewlekariya canê me tuneye.”

‘Em dixwazin bêmafî bi dawî bibe’

Dayika Şîmşek Bedîa Şîmşek jî bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Ji ber van pêkanînên li girtîgehê, derbarê rewşa girtiyên me de fikar û gumanên me hene. Em dixwazin ku ev bêmafî û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.” EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar