Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi rakirina tabelayên bi kurdî re hebûna kurdan tê hedefgirtin’

Serokê MED-DER’ê Mehmet Esen diyar kir ku daxistina tabelayên kurdî divê weke êrîşa li dijî nirxên gelê kurd, êrîşa li dijî hebûna gelê kurd û tunehesibandina çand, ziman û civaka kurd bê nirxandin. Esen bang li gelê kurd jî kir ku di her kêliya jiyana wan de kurdî hebe

Hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî ku hatin hilbijartin, li hemû şaredariyan tabelayên bi zimanên kurdî û tirkî daliqandin. Li şûna hevşaredarên DBP’î ku pirzimanî esas digirt, qeyûm hatin tayînkirin. Weke karê destpêkê, qeyûman hemû tiştên li ser navê ‘kurdî’ qedexekirin û gelek navên bi kurdî guherandin. Heman pêkanîn li cihên ku AKP’ê lê şaredarî bidestxistin jî dom kir. Di vê çarçoveyê de şaredariyên AKP’ê yên Bedlîs, Tetwan û Yolalanê tabelayên bi kurdî rakirin.

Têkildarî mijarê hevserokê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Esen ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ozgur Paksoy re axivî. Esen anî ziman ku hikûmeta AKP’ê ev 17 salin polîtîkaya li dijî ziman û çanda kurd dimeşîne û wiha domand: “Qeyûman weke karê destpêkê, êrîşî nirxên gelê kurd kirin. Saziyên weşanê yên radyo, televîzyon û rojnameyên ku ziman û çanda kurdî pêş dixistin, girtin.”

Wateya êrîşa li dijî tabelayên kurdî

Esen got ku heman pêkanîn niha jî li şaredariyên AKP’ê didomin û wiha pê de çû: “Tabelayên bi kurdî nirxên vê civakê ne. Divê tenê weke rakirina tabelayan neyê dîtin. Ev sedama hebûna gelê kurd e. Ev civak bi zimanê xwe heye. Ev êrîşeke li dijî civakê ye. Polîtîkaya înkar û îmhayê ye. Bi van pêkanînan çand, ziman, civak û dîroka gelê kurd tune dihesibînin. AKP dixwaze ‘kurdê xwe’ ava bike. Bêyî ku daxwazên kurdan guhdar bike, daxwazên xwe pêk tîne. Ji bo hilbijartinê li Amedê kurdan bi kurdî silav dikin. Ev polîtîkayekî pir qirêjî ye.”

‘Ger jidil bin bila dibistanên kurdî vekin’

Di berdewamê de jî Esen mînaka tirkên li Makedonyayê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Makedonyayê tenê 15 hezar tirk hene. Lê derfetên wan ên perwerdeyê hene. Lê bi milyon kurdên li vir j heman mafan bêpar tên hiştin. Ger ku AKP jidil be, wê demê bila dibistanên kurdî veke. Gelê kurd êdî bi polîtîkayên wan naxapin. Divê gelê kurd li dijî polîtîkayên AKP’ê xwedî helwest be. Di hemû qadên jiyanê de, divê bi kurdî bê axaftin. Ez bang li gelê kurd dikim ku xwedî li zimanê xwe derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar