Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bi rêbaz û taktîkên nûjen em ê di vî şerî de bi ser bikevin’

Ji gerîlayên Pêngava Cenga Xabûrê Nûda Zagros anî ziman ku artêşa tirk giraniyê dide ser herêmên Metîna û Zagrosê lê belê berxwedana gerîla dê rê nede dagirkeriyê

Gerîlaya YJA Starê Nûda Zagros a cihê xwe di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de digire, qala berxwedan û ruhê berxwedanê yê gerîlayên pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kir.

Gerîla Zagros destnîşan kir ku ew ê bi ruhê demê şerê hebûna gelê kurd pêk bînin û wiha got: “Berî ku operasyona dagirkeriyê destpê bike amadekariyên me û yên hemû hevrêyan di asteke bilind de hebû. Niha jî ev şer bi ruhekî fedayî yê Apoyî li çeperên şer hemûyan dewam dike. Hevrê hemû di çeperên şer de bi hêz û moraleke mezin li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer dikin. Dema mirov qala Cenga Xabûrê dike, bi taybetî berxwedana hevrêyên me yên li Girê Zendûrayê coş û kelecaneke mezin dide mirovan.”

Gerîla teknîka dijmin pûç dike

Zagros bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Artêşa tirk a dagirker bi awayekî dijwar giraniya xwe daye ser heremên Metîna û Zagrosan. Gerîla bi ruhekî afirîner, teknîka dijmin pûç dike. Ji ber gerîla bi ruhê demê tevdigere. Di warê kamuflajê, rê û rêbazên şer û naskirina bejahiyê ve avantaj di deste gerîla de ye. Gerîla hem di şerê tûnelan de, hem jî li bin erd û ser erd rêbazên dewlemend bikar tîne.

Dewleta tirk a dagirker wê nikaribe bi operasyonên dagirkeriyê me ji ziman û hebûna me dûr bixe. Gerîla li gor ruhê demê û felsefeya Rêber Apo tevdigere, ji ber wê, dê dagirker bi rehetî li van herêman nemînin. Ev berxwedan di çarçoveya Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosan de wê rê nede dagirkeran, em ê dagirkeriyê têk bibin. Bi şêwazên gerîlatiyê, bi ruhê Apoyî û taktîkên nûjen em ê dagirkeran di Cenga Xabûrê de têk bibin. Serketin a gelê kurd e.” METÎNA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar