Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bi rêbaza salên 1990’î îşkence li gundiyan kirin

Leşkeran di hefteyekê de du caran bi ser gundê Aşqana Payîzavayê de girtin û hemû qûtên gundiyan şewitandin. Şêniyên gund gotin leşkeran her cûre heqaret û şidet li wan kiriye

Di navbera 25’ê nîsanê û 1’ê gulanê de leşkeran û tîmên taybet du caran bi ser gundê Aşqan a girêdayî navçeya Payîzavaya Wanê de girtin û operasyon li dar xistin. Di serdegirtinê de leşkeran her cûre heqaret û neheqî li şêniyên gund kirin û wan bi saetan li meydana gund sekinandin. Leşkeran dest danî ser qût û eşyayên gundiyan û birin li Newala Nordizê rijandin.

Roja 25’ê nîsanê 9 helîkoptêrên Skorsky bi ser gund de girtin û bi saetan li malan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê welatî Abdurrahman Dîk bi îdaya “alîkarî daye rêxistinê” binçav kirin. Hat zanîn ku leşkeran rojek Aburrahman Dîk li qereqola kevn a nêzî gund ragirtine.

Her wiha di heman rojê de şêniyên gund li meydana gund hatin komkirin û bi saetan wan sekinandin. Di operasyonê de dest danîn ser hin telefonên welatiyan û erzaqên wan li meydana gund kom kirin. Leşkeran pişt re erzaqên gundiyan wek “Kelûpelên di sitargehan de hatin bidestxistin” serwîsî çapemeniya tirk kirin.

Behsa zilma leşkeran kir

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê çûn gund û derbarê serdegirtinê de bi şêniyên gund re hevpeyvîn kirin. Gundiyê bi navê Kinyas Gencer behsa operasyona 25’ê nîsanê kir û wiha got: “Saet li derdora 05.00’an helîkoptêran gund dorpêç kirin û leşkeran bi ser malan de girt. Li hemû malan lêgerîn pêk anîn. Arvan, şekir, savar, kartol, texte û hemû eşyayên me wekî yên ‘PKK’ dan nîşandan û şewitandin. Lêgerîna li gund 24 saetan dewam kir. Çêr û heqaretan li me kirin. Nehiştin sewalên me derkevin derve û birçî man. Eşyayên ku wek yên PKK’ê dan nîşandan hemû yên gundiyan in.”

‘Erzaqên me şewitandin’

Duh serê sibê jî leşkeran bi ser gund de girt û malan yek bi yek lêgerîn kirin. Piştî lêgerînê bi îdaya derbarê M. Kasim Koçak (45) û Menav Kaçak (55) biryara girtinê heye binçav kirin. Binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Payîzavayê tên ragirtin. Haliya Koçak a ku leşkeran deriyê wê şikandin jî wiha got: “Leşker hatin malê û li kurê min dan. Min ji wan re got çi sûcê kurê min heye û min wî ji destê wan xilas kir. Di serdegirtina ewil de du rojan man û vê carê jî rojek man û çûn. Hemû erzaq jî yên gundiyan in. Hemû erzaqên me şewitandin.”

‘Ji birçîna mirin’

Fevzî Koçak jî anî ziman ku ji ber sewalên xwe dernexistin çolê du mihên wî mirine û wiha got: “Deriyên me şikandin û heqaret li me kirin. Erzaqên hatin desteserkirin şewitandin û birin avêtin avê. Tupê me teqandin. Şekir û xwêya me li derdorê belav kirin. Çima vê zilmê li me dikin?”

‘Ava germ reşandin ser çavê min’

Mehdî Koçak jî da zanîn ku leşkeran di operasyona duh de îşkence lê kirin û piştî ku gotiye nizane Sabrî Koçak li ku ye leşkeran pihîn li ser çavê wî dane.

Ferhat Gencer jî diyar kir ku leşkeran îşkence lê kiriye û ji ber bersiva “nizanim” daye pirsên leşkeran fermandarê wan ava germ a di termos de reşandiye ser çavê wî.

Alên HDP’ê şewitandin

Her wiha şêniyên gund gotin di operasyona duh de leşkeran alên HDP’ê û posterên Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî şewitandine. WAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar